Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin

  • rojane
  • 09:02 8 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Parêzerê 15 rojnamevanên ku 13 meh in ji ber rojnamegeriya xwe girtî ne, wiha bang kir: "Divê hemû kesên dengê wan tê tepisandin, di 11'ê tîrmehê de li cem çapemeniya kurdan bin."
 
Danişîna doza 15 rojnamevanên kurd ku di 16'ê hezîrana 2022'yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn girtin, dê di 11'ê tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. 
 
Danişîna ewil  a doza 15 jê girtî 17 rojnamevanên ku di 8'ê hezîrana 2022'yan de hatibûn binçavkirin û di 16'ê hezîranê de ji ber rojnamevaniya xwe hatibûn girtin, dê di 11'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Der barê Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karê Nivîsan Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn de piştî 10 mehan di 12'ê adarê de îdianame hatibû amadekirin. Rojnamevan dê piştî 13 mehan cara ewil derkevin pêşberî dadger. 
 
Parêzerê rojnamevanên girtî Resûl Temûr ji bo beşdariya li danişîna ku dê di 11'ê tîrmehê de bê lidarxistin, bang kir. 
 
Temûr bibîr xist ku zextên li ser rojnamevanan û lêpirsînên der barê wan de dirêj didomin û got ku di vê pêvajoyê de ceza li gelek rojnamevanan hatiye birîn. Temûr ragihand ku di dema binçavkirin û girtina rojnamevanan de gelek bêhiqûqîtî rû dane û got ku şîrketên ku rojnamevan lê dixebitin demeke dirêj ketine ber lêgerînê û biryara girtina rojnamevanan teblîxî tu parêzeran nehaiye kirin û pêvajoyên îtirazkirinê hatine xitimandin. 
 
SEDEMA GIRTINÊ: ROJNAMEVANÎ YE
 
Temûr diyar kir ku sedeme destpêkirina dosyeyê hin naverokên bernameyên ji bo Medya TV û Stêrk TV'yê ne û got: "Rojnamevanan li vir bi navê xwe bername pêşkeş kirine û ev bername jî bi awayekî eşkere ne. Lê wekî ku karekî derqanûnî kiribin hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Bernaeyên ku çêkirine, mijarên bernameyan, zimanê wan wekî sûc hatine hesibandin. Nirxandinên wan ên xweser ên di çarçoveya kar û barên rojnamevaniyê de kirin sedema girtinê." 
 
'ŞAHIDÊ VEŞARÎ'
 
Temûr bilêv kir ku ji bo girtina rojnamevanan bê domandin paşê bi beyanên şahidê veşarî delîl hatine çêkirin û got ku sedema vê yekê jî ew e ku di dosyeyê de têra xw delîl tune ne. Temûr diyar kir ku piştî rojnamevan hatine girtin bi 6 mehan, yanî di 31'ê kanûna 2022'yan de îfadeya şahidê veşarî hatiye girtin û got ku fatûreyên şîrketên produksiyonan ên beranberî karê ku kirine birîne jî, bi beyanên şahidê veşarî hatine krîmînalîzekirin. 
 
Temûr bibîr xist ku îfadeya şahidê veşarî jî di demeke ku dozger li betlaneyê bûye hatiye girtin û got: "Wer xuya ye li gor fermana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, dozger dawiya hefteyekê hatiye û îfadeya şahidê veşarî girtiye û wê li hemberî rojnamevan û siyasetmedarên girtî veguherandiye girtenameyekê. Bi vê serî li AYM'ê (Dadgeha Destûra Bingehîn) hatiye dayîn. Piştî vê serlêdanê biryar tê dayîn ku alîkariya aborî ya ji bo HDP'ê bê betalkirin." 
 
DERENGXISTINA DOSYEYÊ
 
Temûr ku got "Me dît ku dozgerê lêpirsînê rasterast katîbiya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind kiriye" wiha pê de çû: "AYM, tevî van zextan jî ji ber qelsbûna delîlan dest ji biryara xwe ya der barê alîkariya xezîneyê ya HDP'ê berdide. Me jî serî li AYM'ê da ku girtina rojnamevanan ne hiqûqî ye. Me di serlêdanê de hin belge pêşkeş kirin. Wer xuya ye di çaçroveya van belgeyan de qenaeta ku kar û barên ku rojnamevanan kiriye ne sûc in. Yanî ev, tenê bi delîlên di dosyeya rojnamevanan de nehatiye kirin. Ji bo ku ev yek dernekeve holê, rojnamevanan dîl girtin. Piştî 31'ê Kanûnê tu rewşeke cidî di vê dosyeyê de tune ye. Dozger, sirf ji bo ku agahiyên di dosyeyê de dernekevin holê û beşa têkildarî HDP'ê neyê nîqaşkirin dosyeyê bi derengî xist." 
 
ZEXTÊN DARAZÊ
 
Temûr di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku zextên li hemberî çapemeniya kurdan her tim hebûn û bi awayekî plankirî, domandî bi tacizên darazê tên kirin û wiha got: "Gava em li naveroka dosyeyan mêze dikin, em bi rihetî dibînin ku ji bo tepisandina çapemeniyê tacizên sîstematîk ên darazê hene. Gava pêvajo zehmet be girtin hêsantir e û carinan jî vê yekê bi lêpirsîn û dozan didomîne." 
 
Temûr destnîşan kir ku 13 meh in destûr nehatiye dayin ku rojnamevan derkevin pêşberî dadger û parastina xwe bikin û got ku ev pêvajo bi temamî pêvajoyeke cezakirinê ye. 
 
‘DIVÊ HEMÛ KESÊN DENGÊ WAN TÊ TEPISANDIN LI DANIŞÎNÊ BIN'
 
Temûr anî ziman ku danişîna dê di 11'ê tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê bê lidarxistin, dê danişîna ku pratîka rojnamevaniyê tê darizandin be û got: "Doza 11'ê tîrmehê bi qasî ku rojnamevanên kurd eleqedar dike, ew qasî jî rojnamevanên muxalif eleqedar dike. Tenê ne rojnamevanan, saziyên rojnamegeriyê jî eleqedar dike. Çapemeniya kurdan li Tirkiyeyê mitbexa bingehîn a çapemeniyê ye. Mijar û naverokên wê tim di rojevê de ne. Mijarên ku çapemeneiya berbelav wan paşguh dike, mirov wan di çapemeniay kurdan de dibîne. Sedemeke bingehîn a draizandinan jî ev e. Tepisandina çapemeniyê çi be, ya muxalefetê jî ew e. Lewma divê hemû kesên dengê wan tê tepisandin di 11'ê tîrmehê de li cem çapemeniya kurdan bin."
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

11/07/2023
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin