Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin

  • rojane
  • 22:05 7 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komaxebata navneteweyî ya “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" bi encamnameyekê bi dawî bû.

Komxebata "Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehîya herêmî" ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hat lidarxistin, di roja duyemîn de bi encamnameyekê bi dawî bû.
 
Encamname bi zimanê kurdî ji aliyê rojnamevan Amara Bawer û ya bi zimanê erebî ji aliyê endamê NRLS'ê Rakan Şêxê ve hat xwendin.
 
Encamname wiha ye:
 
“Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), di 6 – 7'ê Tîrmehê de komxebateke navneteweyî bi navê 'Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehîya herêmî' li dar xist. Di komxebatê de sedsaliya Peymana Lozanê hat destgirtin. 200 kes ji partiyên siyasî, akademîsyen, tevgerên jinan, saziyên civakî û rewșenbîrên ji her çar perçeyên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rûsya, welatan Ereban û kesayetên navneteweyî beşdarî komxebatê bûn. Beșdaran teqez kirin ku Peymana Lozanê ya ku bi peymana așitiyê tê binavkirin, așitî û aramî ji gelê Kurd û gelên herêmê re neanî, lê rewatî da qirkirina gelan û çandan ku bi bi sazkirina dewletên neteweperest şer ragihandin.
 
Vê peymanê rê vekir ku di navbera dewletên herêmê de gelek peymanên ewlekariyê çêbibin û bi rêya pêngavên pișaftina neteweyî, guhertina demografî, terora siyasî û guhertinên rastiyên dîrokî, hebûna gelê Kurd û hebûna gelên herêmê armanc girtin. Jixwe aloziyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên ku di herêmê de rû didin encama van siyasetanên ku pala xwe dabûn vê peymanê, ew jî ji bo pêkanîna armancên girêdayî çespandin û berdewamîya desthilatiya stemkar, yekgirtiya dewlemendiyan û qirkirina nijadên resen ên li herêmê.
 
Li gor wê, beşdarên komxebatê gihane komeke pêşniyar û daxwazan ku dikarin doza Kurdî û pirsgirêkên ewlehî û aramîyê çareser bike. Pêşniyariyên hatine kirin ev in:
 
1-Em teqez dikin ku piştî sed sal di ser morkirinê wê re derbas bû, Peymana Lozanê nikarîbû aștî û aramiya herêmî peyda bike. Divê dewletên berpirsên vê peymanê pirsgirêkên ku ji ber vê peymanê derketine rast û çare bikin. Divê piștgiriya dewletên ku vê peymanê li gor berjewendiyên xwe bikar tînin û hêza stemkariya xwe li ser gelê Kurd ferz dikin, rawestînin.
 
2- Li gorî peymanên mafên mirovan û peymana Neteweyên Yekbûyî, divê dewletên bibandor ên di siyaeta navnetweyî de doza Kurdî bipejirînin û mafên gelê Kurd ê xwebirêvebirina siyasî, çandî, aborî, civakî û ewlehî mîsoger bikin. Divê ev maf di çarçoveya peymaneke nîștimanî de were mîsogerkirin û ev peyman bi dewletên ku xaka Kurdistanê parçe kirine re were pêkanîn.
 
3- Ji bo parastina gelê Kurd ji qirkirinê, divê hêzên kurdistanî derftên xwe yên siyasî, aborî leșkerî xurt û hevrêz bikin. Li ser vî bingehê divê hêzên kurdistanî bêyî cûdabûna nêrînan, peymaneke neteweyî îmze bikin. Divê tevahî alî li gorî vê peymanê tev bigirin.
 
4- Gelê Kurd li vê herêmê gelekî resen e, tu metirsiya wî li ser gelên cîran tune ye, ji ber vê yekê divê dewletên ku xaka Kurdistanê parçe kirine, siyasetên xwe yên li dijî Kurdan careke din berçav derbas bikin û mafên Kurdan di jiyan û xwebirêvebirina hemû kar û barên xwe di çarçoveya erdnîgarîya welatên ku Kurd lê ne, bipejirînin.
 
5-Neteweya demokratîk weke raman û felsefe, xwe weke çareseriyeke gengaz ji pirsgirêkên aștîya herêmî, parastina çandên kevnar li herêmê ji tundrewîtiyê û rizgarkirina rizgarkirina xelkê ji qeydan nîşan dide. Ev proje di ezmûn li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de tê jiyîn.
 
6- Divê parastin, piștgirî û pejrandina navneteweyî  ji Rêveberîya Xweser a ku rewatiya xwe ya zagonî û sincî ji saziyê xwe yên xizmetguzarî, siyasî û leșkerî digre, were peydakirin.
 
7-Berdewamkirina êrişên li ser gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê, berdewama Peymana Lozanê ye ya ku kuștin û koçberkirina gelê Kurd bi destên dewletên neteweperest rewa kirine.
 
 8- Beșdaran diyar kirin ku dijminên gelan pabendî bi tu rêzik û peymanên navneteweyî nabin. Ji ber vê yekê beșdarên komxebatê ji hêzên navneteweyî dixwazin ku mekanîzmeyekê hilbijêrin û li gorî wê dijmin neçar bikin da ku pabendî zagon û peymanan bibin.
 
9- Em teqez dikin rêya yekane ya derbaskirina encamên Peymana Lozanê û rêgirtina li ber peymanên nû yên stemkar ên li ser herêmê, xwespartina li hêza gel e. Ji ber vê yekê beşdarên komxebatê bang li civata navneteweyî bi hemû desteyên wê yên têkildarî dikin ku li hemberî siyasetên paşguhkirin, înkarkirin û qirkirinê ku li ser gelan têne meşandin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.  Her wiha bang li komîteyên hiqûqî  û aliyên têkildar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku pêșniyarên komxebatê li cem aliyên navneteweyî yên têkildar bișopînin.”

Sernavên din

11/07/2023
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin