Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin

  • rojane
  • 16:56 7 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - OHD, Baroya Amedê, ÎHD û TUAY-DER’ê têkildarî girtîgehên kampûsê ya Amedê raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku ji sirgûnan heta îzolasyon, tecrîd, lêgerîna tazî û astengkirina mafê tenduristiyê gelek binpêkirin hatine tespîtkirin. 

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Kampûsa Amedê raporek amade kir. Rapor, li avahiya Baroya Amedê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. 
 
Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Gîzem Mîran di daxuyaniyê de axivî û got ku li girtîgehên Tirkiyeyê gelek binpêkirin tên kirin. Mîran, wiha domand: “Di serî de mafê jiyanê, li girtîgehên Tirkiyeyê gelek miameleyên rûmeta mirovan dişikînin tên kirin. Gelemperî em li girtîgehan binpêkirinên weke  sirgûn, îşkence, îzolasyon, tecrîd û astengkirina mafê tenduristiyê tespît dikin.”
 
Di raporê de binpêkirinên li girtîgehên di nava kampûsê de cih digirin wiha hatin rêzkirin: 
 
GIRTÎGEHA JINAN A AMEDÊ 
 
"* Ji girtiyên ku qebûl nekirin biçin hevdîtinê bi kesên ji xwe re digotin ji îstîxbaratê hatine, agahiyên şaş ên weke ‘parêzerê we hatiye’ hatin parvekirin. Bi vê yekê re bi darê zorê hevdîtin ferz kirin. 
 
* Di dema lêgerînên qawîşan de miameleyeke dermirovî tê kirin, di dema lêgerînên qawîşan de amûrên girtiyan belavela tên kirin û ziyanê didinê, tiştên ji kantînê hatine kirîn jî bi awayekî keyfî tên komkirin. 
 
* Bi hinceta cezayekî disiplînê yê du sal berê ku rêveveberiya girtîgehê dabû, çalakiyên civakî hatine astengkirin, qurs nayên vekirin û derfetên spor û sihbetê ji holê hatine rakirin. 
 
* Li qawîşan kamera hatine bicihkirin ku cihên qata jor a qawîşan (beşa nivînan) û beşa daşir-serşokê her tim dibînin, mafê jiyana taybet hatiye binpêkirin, lêgerîna tazî li gelek girtiyên nû anîn girtîgehê ferz kirine, kesên li dijî vê derketin hatine derbkirin û cezayên disiplînê lê hatine birîn. 
 
* Hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê kêm in, bijîşkên revîra saziyê pir zû tên guherandin û ev yek dike ku tedawiya girtiyan bi demê re vemîne. Her wiha girtiyan dereng sewqî nexweşxaneyê dikin, cendirme dema girtiyan dibin nexweşxaneyê du kelemçeyan têxin destê wan, di rîngên teng de tên sewqkirin ku cihê girtiyan tê de nîne, li revîrên nexweşxaneyê bi destkelemçekirî tên tedawîkirin, di dema sewqê de rastî sepanên di asta  tacîzê de tên û dema girtî îtîraz dikin jî cezayê disiplînê lê tê birîn. 
 
GIRTÎGEHA HEJMAR 1 A BI EWLEKARIYA BILIND A AMEDÊ 
 
* Rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan. Xwarinên baş nayên dayîn, cureyên xwarinan kêm in û kêmek tê dayîn. Di dema çêkirina xwarinan de jî li gorî hîjyanê nayê tevgerîn. 
 
* Ji ber ku bihayê tiştên li kantînê pir zêde ye û tiştên girtî dixwazin li kantînê nînin, gelek pêdiviyên xwe nikarin pêşwazî bikin. 
 
* Di dema lêgerînên li odeyan de dest danin ser lênûskan, di lêgerîna bi boneya 21’ê Adarê (Cejna Newrozê) de bi hinceta ku di lênûskan de stranên kurdî hene, cezayê hucreyê li girtiyan hate birîn. 
 
* Di dema serdanên malbatan de bi hinceta lêgerînê zehmetiyan ber malbatan derdixînin û dema malbat bertekê nîşan didin jî cezayê qedexeya hevdîtinê tê birîn. 
 
GIRTÎGEHA HEJMAR 2 YA BI EWLEKARIYA BILIND A AMEDÊ 
 
* Ji ber ku heta 2 hefte berê pêwîst bû roj û dem li gorî hevdîtinên vekirî û girtî û cûreyên sûc bên diyarkirin, hat ragihandin ku girtiyên ku ji ber endamtiya PKK û DAIŞ'ê cezayê wan yê teqez girtî ye bi hev re hatine berdan. Û girtî û malbatên wan 2 meh in bi awayekî ji provokasyonê re vekirî anîne hemberî hev. 
 
* Xwarin nebaş e. Cûreyên xwarinê û porsîyon kêm in. Malzemeyên dixin nav xwarinê ne paqij in. Her roja ku diçe xwarin xerabtir dibin û girtiyên nexweş û vejeteryan bi awayek kêm û bênteduristî tên xwedîkirin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA T A HEJMAR 1 A AMEDÊ
 
* Girtiyan ragihand ku pirtûk û kovarên kurdîn adin wan. Tevî ku ne qedexe ne jî bi awayek kêfî nadin girtiyan û nikarin xwe bigihînin pritûkan. 
 
* Li girtîgehê personelên tenduristiyê û bijîşk têr nakin. Bijîşkên li revîrê jî her tim tên guhertin. Ev jî dibe sedema ku rê li ber nexweşînan veke. Girtî li revîran bi awayek kelemçekirî tên muayenekirin. Dema girtî sewqî nexweşxaneyan tên kirin û bi tacîzan re rûbirû dimînin û ji ber girtî îtîrazî vê dikin, bi cezayên dîsiplînê re rûbirû dimînin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA T A HEJMAR 2 YA AMEDÊ 
 
* Li gelek girtiyên ku piştî girtinê anîn yekîneya qebûlkirinê ya girtîgehê, lêgerîna tazî hate ferzkirin. 
 
* Li gel ku di qawîşan de 16 ranza hene jî, nêzî 30 girtî tên ragirtin, ji ber vê sedemê jî girtî di navbera xwe de bi dorê radizên. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA T A HEJMAR 3 YA AMEDÊ 
 
* Bihayê giştên li kantînê zêde ye, gelemperiya tiştên dixwazin li kantînê nînin an jî ji ber bihayê wan ê giran nikarin bikirin. 
 
* Di serî de binpêkirinên li girtîgehan, ji bo çareserkirina pirsgirêkan daxwazname hatine nivîsandin lê heta 6 mehan jî bersiv nehatiye dayîn. 
 
* Di dema lêgerînên rûtîn de li girtiyan tê ferzkirin ku pêlavên xwe derxînin û gelek sepanên din ên mirovan biçûk dixin tên ferzkirin.” 
 
‘DIVÊ DAWÎ LI USÛLÊN LÊGERÎNÊ YÊN QEDEXE BÎNIN’
 
Piştre jî Seroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Adîle Salman bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe bijîn. Lewma divê înfaza wan were taloqkirin û berdan. Divê nirxandina rewşa girtiyên nexweş her tim di mercên nêzikatiyeke klînîk de bê kirin û piştî raporên tibbî jî tavilê bên berdan. Divê demildest dev ji sepanên dermirovî yên weke lêgerîna nava dev berdin û dawî li usûlên lêgerînê yên qedexe bînin. Hewceye girtiyên nexweş bişînin nexweşaneyan. Girtî baş naxwin û xwarinên bitendurist nînin. Ev jî mafekî bingehîne ku tê binpêkirin. Divê hejmara xebatkarên tenduristiyê ya li girtîgehan bê zêdekirin. Divê girtî ne bi wesayîtên rîngê lê bi wesayîtên bihîjyen û li gorî tenduristiyê guncav veguhêzin saziyên tenduristiyê. Ji bo paqijiyê, divê alavên hîjyenê bêpere bidin girtiyan. Hewceye tavilê dawî li sepanên îşkence û miameleya xerab bînin. Derheqê peywirdarên cemaweriyê yên li gorî keyfiyetê sepanan têxin meriyetê jî mekanîzmaya lêpirsînê bikeve meriyetê.” 
 

Sernavên din

11/07/2023
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin