Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin

  • rojane
  • 12:52 4 Tîrmeh 2023
  • |

ENQERE - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Heke hûn bixwazin rewşeke wekhev û azadîxwaz ava bikin, divê hûn ji ewil vê polîtîkaya xwe ya tecrîdê bi dawî bikin.” 

 
 
 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di civîna koma Meclisê ya heftane de axivî. Akin, di serî de bal kişand ser Komkujiya Madimakê û diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji komkujiyên herî giran e û wiha got: “Bi Komkujiya Madimakê re rastiyek derket holê. Ev rastî nayê veşartin û ber demborînê jî nakeve.”
 
DÎROKA KOMKUJIYAN
 
Akin, anî ziman ku dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e û wiha domand: “Heke hesaba Sêwasê bihata pirsîn dê komkujiyên Mereş û Çorumê pêk nehatina. Dê yên Taxa Gaziyê, Roboskê, Pirsûs, 10’ê Cotmehê û Sûrê nehatine kirin. Şêx Seîd û 47 rêhevalên wî 98 sal ber hatin bidarvekirin û hêj jî cihê gorên wan nayên zanîn. Ev şermeke mezin a Tirkiyeyê ye. Divê bi dîroka xwe re hevrû bibin. Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin jî 32 sal berê ji hêla JÎTEM’ê ve hate qetilkirin. Em hemû rêhevalên xwe yên hatine qetilkirin û hemû dostên xwe yên canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.” 
 
‘PIRSGIRÊKA ME BI VÊ PERGALÊ RE HEYE’
 
Di berdewamê de Akin wiha got: “Li gel komkujiyan, her wiha dîroka îşkence, zilm û xizantiyê ye. Ev tiştekî ji ber xwe ve çêbûyî nîne. Lewma pirsgirêka me bi vê pergalê re heye. Em ê bibin dengê jin, kedkar, ciwan û hemû mexdûrên vê pergalê. Em ê bi hev re têbikoşin. 
 
ME PÊVAJOYA XWEREXNEKIRINÊ DA DESTPÊKIRIN
 
Piştî hevdîtinên me yên bi rêxistinên me re; ji bo têkoşîneke birûmet û xurt me bi bi gel, rêheval û saziyên xwe dest bi xebatan kirin. Ji bo mezinkirina piştevaniyê, xurtkirina rêveberiyên herêmî û hwd. banga me ji bo hemû dostên me ew e ku bi peywira xwe rabin. 
 
TECRÎD LI TIRKIYEYÊ BELAV BÛ 
 
Li vî welatî tecrîd, bêyî ku guh bidin hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê bicihanîn. Nerazîbûna li dijî tecrîdê, ji bo rûmeta mirovahiyê pir girîng e. Li vî welatî tecrîd, sûc e. Merdan Yanardag tiştekî din derxist holê ku ew jî ev e; birêz Ocalan ji pêvajoya aştiyê heta niha di bin mercên giran ên tecrîdeke derhiqûqî de ye. Ev tecrîd niha li temamiya Tirkiyeyê belav bûye. Veguheriye modêlekî. Pêvajoya guftûgoyê bi saya keda mezin a birêz Ocalan dest pê kir. Di vê pêvajoyê de aramî û daxwaza pêkvejiyanê hebû. Hêviya gelan geş bûbû. Lê serdestan bi destê AKP’ê ev pêvajo bi dawî kirin. Bi bidawîbûna vê pêvajoyê re li Tirkiyeyê pêvajoya darbeyan dest pê kir. Heke polîtîkaya tecrîdê neyê domandin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd daxwazek hebe û heke pêvajoyeke ku muzakere û têkoşîn bi hev re tê domandin bimeşe, dê li krîzên piralî yên Tirkiyeyê jî çareser bibin. Yek ji sedema herî girîng a van krîzên piralî jî polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Lewma em bang li îktîdarê dikin ku dev ji van polîtîkayan berde. 
 
NÎQAŞA LI SER DESTÛRA BINGEHÎN
 
Destûra Bingehîn, peymanekî civakî ye. Ev jî tenê heke hemû kes bi awayekî wekhev û demokratîk tev li amadekirina wê bibin dikare were pêşxistin. Lê li Tirkiyeyeke ku tu gotinên demokratîk nayên kirin û her kesê diaxive tên girtin de mimkin nîne destûreke bingehîn a berfireh were amadekirin. Ji ewil bila li gorî hiqûqa xwe ya heyî tevbigerin û îşkenceyê nekin. Nexwe îktîdar dixwaze rejîma dîktayê ava bike û rejîma qesrê xurttir bike. 
 
HETA DEMOKRASÎ NEBE DESTÛRA BINGEHÎN NABE 
 
Hewl didin bi Doza Kobanê siyasetmedarên HDP’î bidarizînin lê ew bi xwe tên darizandin. Hevalên me bi sekna xwe ya birûmet û ji hêla hiqûqî ve nîşan dan ku Doza Kobanê vala ye. Êdî derketiye holê ku AKP hewl dide HDP’ê bigire û doz ji bo wê hatiye vekirin. Di vê dozê de diyar bû ku îktîdara vî welatî daraz, hiqûq û erkên siyasî weke çoyekî bi kar tîne. Em jî dibêjin heke hûn bixwazin destûreke bingehîn a demokratîk amade bikin, wê demê dev ji van sepanên xwe berdin. Ji ewilî bêhiqûqtiyan ji holê rakin û piştre werin û em rû bi rû biaxivin. Em careke dibêjin, heta rewşekî demokratîk li vî welatî nebe tu kes nikare destûreke bingehîn amade bike. 
 
HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ
 
Di sala 2024’ê de hilbijartinên rêveberiyên herêmî hene. Ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Ji bo bidawîkirina siyaseta qeyûm, em ê bi temamiya hêza xwe bixebitin. Em ê ji niha ve bixebitin û encamekî baş bi dest bixin. Em ê di hilbijartinan bi van bidin windakirin û teqez bi ser kevin. Em ê siyaseta xwe nûjen bikin, binirxînin û nexşerêya xwe diyar bikin. Em ê li gel hemû hêzên demokrasiyê û kedê re têkoşîneke xurt bimeşînin.”
 
Akin, herî dawî jî bang li jin, ciwan, kedkaran kir ku tev li xebatan bibin û têkoşînê mezintir bikin.
 
 

Sernavên din

08/07/2023
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108