Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye

  • rojane
  • 09:02 4 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî hemû êrişan jî vegera êzidiyan a ji bo Şengalê berdewam dike. Tê gotin ku heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê. Endamê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Dexîl Îbrahim diyar kir ku hêza êzidiyan a ji nû ve avakirinê heye. 

Bi fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li gel dorbêçkirina DAIŞ'ê ya Şengalê bi hezaran şêniyên gund, navçe, bajarok û bajarê Şengalê neçar man koçî Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin. Gelek ji van jî di kampên PDK'ê de hatine bicihkirin. Tevî ku 9 sal bi ser fermanê re derbas bûne jî heta niha ji bo vegera êzidiyan a Şengalê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê tu gavên girîng nehatin avêtin. Li dijî êrişên dewlata tirk ê li ser Şengalê jî helwestek nehate nîşandan. Êzidiyên ku di bin siya êrişan û polîtîkayên şerê taybet de di bin siwana Rêveberiya Xweser a Şengalê de xwe birêxistin dikin, li dijî êrişan dibin mertal. Heta niha bi hezaran malbatên êzidî ku dixwestin vegerin Şengalê hatine astengkirin. Lê belê tevî van astengiyan jî di van rojên dawî de şeniyên gundan vedigerin warê xwe. Şengalî ku bi her cûreyên êrişan re rûbirû dimînin, di avakirina jiyaneke demokratîk de bi israr in. Êzidiyên ku vedigerin Şengalê di gundên xwe de konan vedidin û bi alikariya Rêveberiya Xweser a Şengalê gundên xwe ji nû ve ava dikin. Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê endamê Desteya Rêveber Dexîl Îbrahîm ku ew bi xwe jî 6 salan di kampên PDK'ê de maye der barê vegera Şengalê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'HOV BÛN' 
 
Dexîl Îbrahîm bal kişand ser fermana 2014'an a ku li ser wan hatiye ferzkirin û wiha got: "Di sala 2014'an de DAIŞ'ê li ser gelê me êriş pêk anî. Tenê li vir 450 hezar malbat ji Şengalê derketin. Ji van hin misilman jî bi me re derketin. Lê gelek ji wan li vir man. Malbat ji nêçariya xwe ji Şengalê derketin. Ji gundan jî koçberiyeke gelek mezin çêbû. Em bi xwe jî ji gundê xwe derketin, me mal û milkên xwe hiştin. DAIŞ'ê derdora me weke gurên birçî dorpêç kirin. Bi hezaran jin, zarok, kal û pîr jî revandin. Nêzikatiya wan ne nêzikatiyeke însanî bû. Bi nêzîkatiyeke hov tevgeriyan. Gelek ji wan kesên ku revandin jî bi komî dikuştin û gorên komî de veşartin. Yek ji yekî cuda nekirin û hemû dan ba hev û qetil kirin. Em neçar man û stargeha me bû çiyayê Şengalê. Çekên me tune bûn û me li wir xwe ji kuştinê parast. Rojava bi hawara me hat û gelek alîkariya wan çêbû. Heta ku em hebin em ê qenciya wan jibîr nekin. Gelek êzidî li Rojava bi cih bûn. Li wir jî her hewcedariyeke me pêk anîn." 
 
'HIKÛMET NEÇARE KU BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERE'
 
Îbrahîm anî ziman ku bi vegerên ber bi Şengalê ve hikûmeta Iraqê neçare ku berpirsyariyê li xwe bigire û wiha axivî: "Gelek kes ji Şengalê derketin niha gelek ji wan vedigerin. Êdî îradeya êzidiyan çêbûye, bi hêz bûye. Bi saya hevalan ev îradeya me derkete holê. Derfetê me çêbû ku em karibin li ber xwe bidin. Niha gelek kes vegeriyan e. Ji her gundekî kesên ku di fermanê de çûne niha vedigerin. Ev tişteke baş e. Ne tenê îro sedsal in li ser vê civakê zilm heye û jiyan her tim jê re hatiye zehmetkirin. Êrişên li ser Şengalê, astengkirina vegerên Şengalê sûcê hikûmeta Iraqê ye. Divê ku heq û qanûn di vê dewletê de hebin. Mirov girêdayî kîjan partiya siyasî be, yan jî girêdayî kîjan bîrdoziyê be ev hikûmeta mecbûre ku min biparêze. Çimkî ez hemwelatiyê vê dewletê me. Ev polîtîkayên cudakarî yê hikûmeta Iraqê ya Kurdistanê bi salane li ser me tên meşandin. Hikûmeta Iraqê nêçare ku vegeran misoger bike. Ev peyvireke wê ya esasiye. Gelek Şengalî dixwazinku vegerin lê ji ber astengiyan û ji ber ku derfetê wan nine nikarin vegerin. Alîkariyê nadin vegera. Lê hikûmet ji vî tiştî berpirsyare. Şengaliyên ku li Dihokê dijin yan jî bajareke din dijin jî nikarin debara xwe bikin. Ji ber ku ew pereyê ku ew distinin têra wan nake. Lê heke ku alikarî bidin van malbatan û vegerin vê derê bi rehetî dikarin li ser war û milkê xwe debara xwe bikin." 
 
6 SALAN DI KAMPA PDK'Ê DE MA
 
Îbrahîm da zanîn ku ew bi xwe jî 6 salan di kampên PDK'ê de ma ye û wiha domand: "Ez bi xwe 6 salan di kampên PDK'ê de mam. Navê wê kampê di esasê xwe de girtîgeh e. 12 mehan mirov di konan de bimîne dê jiyana wî çawa be? Tenê carekî li kampê 22 kon şewitîn. Kesên ku di konan de diman bi zorê canê xwe rizgar kirin. Di kampan de jiyan kirin gelek zehmet bû. Pîremêr hebûn, pîrejin hebûn, nexweş hebûn. Dikirin û nedikirin nedikarî jiyan bikin. Havînan gerim bû, zivistanan jî sar bû. Carekî berf barî gelek konên me bi ser me de hilweşiyan. Xizmet tune bû. Gelek zehmetî hebûn. Mirov rastî jî mecbûr nebe nikare di kampên PDK'ê de bimîne. Gelek ferq û cudahî di navbera êzidiyan de dikirin. Ez 6 salan li wir mam lê di dawiyê de min biryar da ku ji wir derkevim, ez derketim û hatim Şengalê. Niha li ser ax û warê xwe me.” 
 
'HÊZA ME YA JINÛVE AVAKIRINÊ HEYE' 
 
Îbrahîm bi lêv kir ku di nava civaka êzidî de fikreke nû ava bûye û ev tişt anî ziman: "Ev civak careke din li dijî dijminê xwe çok nedanî. Wateya vegerên ber bi Şengalê ve jî ev e. Her roj êriş dikin, rastî zehmetiyên gelek mezin tên lê dîsa jî vedigerin. Di êzidiyan de îradeyek çêbûye û nepêkane ku kesek bikaribe vê îradeyê bişkîne. Fikreke nû avakirin û dora wî fikrî civiyan û dê êdî wê fikriyatê bernedin. Gundeke me heye herî zêde ew rastî êrişan tê lê vegera herî zêde jî ji wî gundî çêdibe. Ji gundê Tilezer, Tilqesab, Tilbinav, Girzerik veger pir hene. Li gundê Girzerik yek mal tê de avakirî nîne. Lê şêniyên wî gundî tên û di gund de konên xwe vekirine, tê de dijîn. Armanc dikin ku gundê xwe bi destê xwe ji nû ve ava bikin. Ew hêza wan a jinûve avakirinê jî heye."
 
'HETA NIHA 15 HEZAR KES VEGERIYAN E'
 
Îbrahîm anî ziman ku hejmara vegerên Şengalê gihiştiye asta herî bilind û got: "Ji gundê Sibaşêx Xidir 800 malbat vegeriyan e Şengalê. Li Tilezêr hezar malbat hatine. Tê gotin ku ji Tilqesab 2 hezar 500 kes vegeriyan e. Em dikarin bibêjin ku heta niha 15 hezar malbat vegeriyan e. Ew bi xwe bi derfetên xwe ava dikin û tên. Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku warê xwe terk nekin. Çandiniya xwe, mala xwe li ser axa xwe ava bikin. Divê em heqê xwe bigerin û ji dijmin re nehêlin. Bi kêr nayê ku em ji dijmin birevin. Her malbatek ku ji wan konan derdiket û dihat Şengalê, bi qasî ku çeteyekî DAIŞ’ê dikuje bi watêyê ye. Her vegera kesekî li dijî dijmin seknek e. Her vegerek berxwedanek e. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê her daxwaziyeke malbatên xwe pêk tînin. Çi ji avê be, çi ji pêdiviyên din be qasî ku ji destê me tê em pêk tînin. Em madî manewî bi civaka xwe re ne û em ê her alikariyekî jî bikin. "
 
'VEGERIN WARÊ XWE'
 
Îbrahîm daxwaz kir ku her êzidiyek vegere ser axa xwe û ev bang kir: "Ferman li ser me berdewam in. Heta vê seatê jî civaka me di xeteriyê de ye. Îro êzidî nikarin li Duhokê, Hewlêrê kar bikin. Di van bajaran de nikarin bêjin ku em êzidî ne. Îro Bexda bibêje em ê ji we re li vir qesrê çêkin, em qebûl nakin cihê me Şengal e. Îro yê ku nevegere ser axa xwe bêîrade ye. Ew kesê ku terka axa xwe û mala xwe bike tu feydeya kesekî nîne û dê her tim jî tenê be. Ji ber wê hêviya me ew e ku yê ku heta niha venegeriyane jî xwedî îrade bibe. Kesê ku venegere nav qewmê xwe ji her tiştekî dûr e. Ji ber wê banga me ew e ku vegerin cih û warê xwe." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

08/07/2023
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108