Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû

  • cîhan
  • 09:01 4 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Nivîskarê kurd Ezîzê Cewo diyar kir ku hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû û wiha got: “Xwest dengê xwe bigihîne jor. Hinek dibêjin xiyanet bû lê ne wisa bû. Mirov bi vê mantiqê nikare Rûsyayê fêm bike. Heke bikariya xwe bigihanda Moskovê û pirsgirêk vegotina, dê bandorekî erênî li ser stratejiya şer bikira. Lê li hêla din jî vê hewldana Prîgojîn gelek kêmasî û lawaziyên parastinê yên Rûsyayê derxistin holê.” 
 
Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de salek û 4 meh li pey xwe hişt. Di şer de bi hezaran leşker, sivîl, jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji milyonek zêdetir kes jî ji cih û warên xwe koçber bûn. Şerê ku di sala 2014’an de dest pê kirî, bi awayekî fiîlî di 22’yê sibata 2022’yan de derket holê. Di demekî ku şer bi hemû dijwariya xwe didomiya de Koma Wagner a ji leşkerên kirêgirtî pêk tê û yên Rûsyayê ne, di 23-24’ê hezîranê de li dijî Rûsyayê “serhildanek” da destpêkirin. Koma bi serokatiya Yevgenî Prîgojîn, heta bajarê Rostovê jî pêş ketin. Piştî hevdîtinên neyekser ên di navbera Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putîn û Prîgojîn,  Prîgojîn got ku “serhildan” bi dawî kirine û vekişiyan kampên xwe. Vê bûyerê li tevahiya cîhanê deng veda û bi xwe re gelek pirs anîn. 
 
Rewşenbîr û nivîskarê kurd Ezîzê Cewo têkildarî geşedanên li Rûsyayê bi ajansa me re axivî. 
 
Cewo, anî ziman ku dîroka cîhanê dîroka şeran e, şerê Ûkrayna-Rûsyayê ne şerê yekemîn e û wiha domand: “Ev ne şerekî li dijî Ûkraynayê ye. Ev tevgereke şer a taybet e. Du armancên vî şerî hene. Rejîma Ûkraynayê ya îro, rejîmeke faşîst e lewma yekemîn armanc defakşîzekirina Ûkraynayê ye. Ya din jî bêçekkirina Ûkraynayê ye. Ji bo çi? Mantiqeke giştî ya welatên rojavayî li dijî Rûsyayê heye. Ev jî, ji Otto von Bîsmarckê almanî tê. Bîsmarck wiha dibêje; ‘Şikandina hêza Rûsyayê, ji qutkirina Ûkraynayê û Rûsyayê pêk tê. Ne tenê Ûkraynayê ji Rûsyayê qut bikin, her wiha wê li dijî Rûsyayê rakin û ji ber vê yekê divê hertim di nava giregirên bijarte (Elît) de xayînan bibînin. Van bigihînin, mezin bikin ku ew hemû tiştên rûsî nefret bikin ku ew bi xwe jî nezanin ku ji ruhê xwe nefret dikin. Wekî din, êdî pirs ya demê ye.’ Îro ev plan pêk tê. Koka van her du welatan miletek e.” 
 
‘ŞERÊ RÛSYA Û NATO’YÊ YE’ 
 
Bi domdarî Cewo diyar kir ku kesên şerê niha li Ûkraynê weke “şerê Ûkrayna-Rûsyayê” pênase dikin xelet in û sedema wê wiha vegot: “Ev ne şerê wan e. Ev şerê NATO û Rûsyayê ye. Peyayên NATO’yê di wir de şer dikin, çek jî, ji NATO’yê tên. Welatên rojavayî xwe li ser navê Ûkraynayê perde kirine û şerekî li dijî Rûsyayê dimeşînin. Her wiha di bin vî navî de ambargoyê danin ser Rûsyayê. Ewropa hêdî hêdî dibe koloniya Amerîkayê. Lewma hemû hilberîna Ewropayê li ser gaz û nefta Rûsyayê ye. Ev gaz û neft hat birîn û li hemû Ewropa biha tê firotin. Ewropayê jî hemû febrîqe û kargehên xwe birin Amerîkayê. Heke wiha berdewam bike wê Ewropa hilweşe. Ev dane ji Ewropa tên, parlamenterên Almanya û Fransayê di parlamentoyê de dibêjin. Ji xwe NATO jî çekek di destê Amerîkayê de ye. 
 
EV ŞER DIBE KU HETA DU SALAN JÎ BIDOME
 
Ev şer dibe ku heta salek du sal din jî berdewam bike, lê NATO neçar dimîne ku hinek tiştan biguherîne. Wê her du alî jî vala bimînin û tiştekî wan namîne. Gava Sovyet belav bû jî gotin Rûsya xelas bû lê ne wisa bû. Di Rûsyayê de mirovên aqil hebûn. Dîtin ku dê xelas bibe, gelek tişt veşartin. Ev teknolojiya tê bikaranîn jî hemû yên dema Sovyetê ne. Rûsyayê di nava van salên dawî de tiştekî nû çênekiriye. Nû dikin û bi kar tînin. Çekên wan jî hêj yên Sovyetê ne. Çiqas dizî, talan kirin jî dîsa li ser pêyan e. 
 
‘SERHILDANA’ KOMA WAGNERÊ
 
Di berdewamê de Cewo bal kişand ser sedemên “serhildana” Koma Wagnerê û ev nirxandin kir: “Li ser vê serhildana navxweyî gelek tişt tên gotin. Hinek dibêjin ev şanoyek bû û Pûtîn bixwe daye çêkirin. Ji bo ku bê têgihiştin, divê tiştek bê zanîn. Prîgojîn berê jî di parlamentoyê de axiviye û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê rexne kiriye û nêrînên xwe gotiye. Lê Pûtîn ne ji wan serokane ku yekî rexne dike hilde û bikuje. Ew demekê dinêre, analîz dike, alternatîfan dibîne, dû re guhertinan çêdike. Bila neyê jibîrkirin ku Pûtîn di (Komitet Gosudarstvennoy Bezopasnosti, yanî Komîteya Ewlehiya Dewletê) KGB’ê de xebitiye. KGB jî bingeha dewleta Rûsyayê ye û Partiya Komunîst a Rûsyayê ve girêdayî ye. Raste Pûtîn rexne û giliyan dike, lê nikare hemû tiştan bike. 
 
NE SERILDAN LÊ MEŞ BÛ KU DENGÊ XWE BIGIHÎNE YÊN JOR
 
Pûtîn bi şoreşekê, yan jî bi partiyekê neket parlamentoyê û nehat desthiladariyê. Piştî Sovyetê pergalek di Rûsyayê de çêbû. Yanî dewlet di berîka olîgarkan de ye. Dikarin yekî ji wezîrtiyê biavêjin, an jî dikarin yekî nû bînin û bikin wezîr. Yanî her tişt di destê wan de ye. Ji ber vê yekê Pûtîn anîn. Pûtîn jî hinek tişt tehemûl kiriye û hêdî hêdî paqij kiriye û heta vê demê hatiye. Niha jî hatin meşa Wagnerê ya ji bo rastiyê. Ev ne serhildan bû, meş bû ku dengê xwe bigehîne jor. Her çend hinek bibêjin xiyanet bû jî lê ne wisa bû. Mirov bi mantiqê nikare Rûsyayê fêm bike. Heta 50 salên din wê derkeve ka tê çi wateyê. Prîgojîn derket daxuyanî da û got ku ‘Ez neçar mam ku dengê xwe bilind bikim.’ Kesên li dijî Pûtîn tevdigerin, yên daxwaza pergaleke nû dikin û desthilatê rexne dikin hemû derketin û piştgiriya Pûtîn kirin. Gotin; ‘Heke ev çalakiyeke dijî dewletê be, em jî dijî wê çalakiyê ne.’ Prîgojîn jî ev yeke dît û gav paş ve avêt. Lê Prîgojîn dixwest meşa xwe heta Moskovê bidomîne û pirsgirêkan ji wan re bibêje. 
 
HEWLDANA PRÎGOJÎN LAWAZIYÊN RÛSYAYÊ DERXIST HOLÊ
 
Têkildarî bandora “serhildana” Prîgojîn a li ser şerê Ûkraynayê jî Cewo diyar kir ku helwesta Prîgojîn erênî ye û wiha bersiva pirsa “Çawa” da: “Ew ji nava şer hatiye û gelek tişt bi çavên xwe dîtiye. Heke gihiştiba armanca xwe wê pirsgirêkên Wezareta Parastinê û Parêzgeha Parastinê ya Navendî tev bi gotiba. Vê yekê jî dê ji bo stratejiya şer a ji niha pê ve tiştên erênî bi xwe re anîba. Lê tiştek din heye ku ew jî bi vê hewldana Prîgojîn gelek kêmasî û lawaziyên parastinê yên Rûsyayê derketin holê. Kêmasiyên parastina Rûsyayê ji niha ve derket pêş çavan. Tê gotin ku heke Prîgojîn nehatiba sekinandin bê şer diçû Moskovayê. Her wiha gava Prîgojîn hatî jî, kesekê ew weke dijmin nenêriye. Piştî ku Prîgojîn axivî û armanca xwe diyar kir, bertek nîşan dan û li dijî wî derketin. Tiştek din ya balkêş heye ku dîsa dibêjin gelek kesên bijarte yanî elîtên Rûsyayê gava hewldana Prîgojîn hîn bûne ji Rûsyayê reviyane. 
 
‘DIVÊ KURD NEBIN ALÎ Û BERJEWENDIYÊN XWE ESAS BIGIRIN’
 
Nivîskar Ezîzê Cewo bal kişand ser rageşiya Rûsyayê û bandora wê ya li ser Kurdistanê û axaftina xwe wiha qedand: “Îngilîz dibêjin ku ‘Dost û dijminên me nînin, tenê berjewendiyên me yên netewî hene.’ Rûsya dewleteke û têkiliya dewletan bi dewletan re heye. Têkiliyên aborî, siyasî hwd. Divê ew berjewendiyên xwe di me de bibînin. Ez ê mînakekê bidim û ev mînake bibandor e. Dema Mele Mistefa Barzanî ji Moskovayê vegeriya Iraqê û hêdî hêdî têkiliyên wan bi Amerîkayê re çêbûne. Yekî di Komîteya Radyoyên Giştî ya Rûsyayê de ji min re got ku Barzanî gotiye; ‘Ez tim li dijî komunîzmê me ta ku ez misilmanim.’ Gelek tiştan em ji bîr dikin û wateyê nadinê. Meleyek anîne birine Akademiya Biryargera Navendî, generalî danê, perwerde kirine ev gotine kiriye. Niha heke tu rûs bî, tu dê baweriya xwe li van misilmanan bînî? Dîplomat û parlementerên çepgir ên Rûsyayê hene û bi dil germî piştgiriya kurdan dikin. Gelek tişt bi me kurdan ve girêdayî ye. Divê em dost û dijminan ji xwe re negerin, berjewendiyên xwe biparêzin. Me nekarî, wê çaxê têkiliyan bi dewletan re danin. Em nabin hevalbendên hinekan li dijî hinekan. Mesela îro di nava NATO û Rûsyayê de şer heye, lê kurd nikare bibe alîgir. Ji bo me yekitiya neteweyî, hevtêgihiştin pêwîste. Divê em bipirsin, em ê yekitiya xwe çawa ava bikin? Divê kurd li xwe vegerin. Berî ku em ji xelkî tiştekî bixwazin, em ji xwe bixwazin. Em berê rexneyê bidin xwe û em xwe perçe û analîz bikin. Heke em li hev fêm bikin, xelk jî dê bi me re rûnê. Dewletan wijdan û exlaq nîne, tenê berjewendî hene. 
 
EV DERFETEKE Û DIVÊ EM LOZANA DUYEMÎN NEJÎN
 
Îro demeke weke dema beriya Lozanê ye. Ev derfeteke ji bo tiştên nû. Em Lozana duyemîn nejîn. Gelê kurd gelê berê nîne. Çavê kurdan vebûye û êdî kurd, kurdê sedsala 20’emîn nîne. Berhema herî mezin ya tevgera azadîxwaz ya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev e. Kurdekî nû ava bûye. Divê di nava gel de hewayek wisa bê çêkirin ku êdî xiyanet û xwefiroşî di nava me de şerm be. Yekitî, yekitî û lihevkirin.”
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

08/07/2023
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108