Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir

  • rojane
  • 09:04 30 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren bêdengiya mûxalefetê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê rexne kir û wiha got: “Bêhediya AKP’ê ji ber bêcesaretiya mûxalefetê ya nekirina siyasetê ye.”
 
Rewşa agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin kete meha 28’emîn. Hemû serlêdanên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên bi Abdullah Ocalan ê di bin şertên tecrîda girankirî ya Îmraliyê de tên ragirtin ên hevdîtina malbat û parêzeran an bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên redkirin an jî bêbersiv tên hiştin. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren, kûrkirina tecrîda li Îmraliyê, bêdengiya rêxistinên sivîl ên civakî û mûxalefetê rexne kir û berpirsyartiya saziyên hiqûqên navnetewî bi bîr xistin. 
 
BÊHIQÛQÎ VEGUHERÎ ‘HIQÛQÊ’ 
 
Eren, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê 24 sal in veguheriye îşkenceyê û anî ziman ku tecrîda tê domandin li dijî Qanûna Înfazê ye ku hem di hiqûqa navnetewî û hem jî ya navxweyî de heye ye. Eren, bi lêv kir ku li Îmraliyê bêhiqûqî kirine “hiqûq” û diyar kir ku li gorî Qanûna Înfazê û rêziknameyên têkildarî wê her 15 rojan carekê mafê dîtina malbatê, di saetên kar de mafê dîtina parêzer û her 15 rojan carekê jî mafê telefonê yê 10 deqeyan heye lê bi hinceta cezayên "dîsîplînê" tê astengkirin. 
 
POLÎTÎKAYA BINGEHÎN A AKP’Ê: TECRÎD
 
Eren, anî ziman ku bi pêkanînên Îmraliyê re hiqûq bûye amûr û wiha got: “AKP dizane ku yekane rêya parastina desthilata xwe ya ku li ser şer, kaos û bêhiqûqiyê ava kiriye, teqezkirina tecrîdê ye û dengê Birêz Ocalan ji aliyê civak û civaka navneteweyî ve neyê bihîstine. AKP xwedî polîtîkayeke bingehîn a girtina hemû qenalan e ku wê rê li ber çareseriyê veke ye.”
 
‘BÊCESARETIYÊ AKP BÊHED KIR’ 
 
Eren, bal kişand ku girtina rojnamevan Merdan Yanardag ê bêhiqûqiya tecrîda li Îmraliyê anî ziman gefeke li dijî hêzên demokrasiyê ye û anî ziman ku mûxalefeta bêdeng dimîne bi awayekî vekirî bi desthilatê re dikeve nava hevpariyê. Eren, destnîşan kir ku di bingeha krîzên pêk tên de ev rewşa bêdengiyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke her kes, ji rêxistinên civakî yên sivîl heta rêxistinên hiqûqî heta partiyên siyasî li dijî bêhiqûqiya AKP'ê helwesteke prensîb nîşan bidaya, bêhiqûqiya ku îro rojnamevanek îfade dike wê rastî êrîşeke bi vî rengî nehatibûya. Bêdengiya mûxalefetê ya li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên qanûn û Destûra Bingehîn nas nake, bû sedem ku AKP hîn bêhtir bêçare bibe û bêhiqûqiyê veguherîne şêweyeke hikumetê. Ji ber bêcesaretî û bêrêgeziya muxalefetê ya ku li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng dimîne, AKP polîtîkayên xwe yên bêhelwest didomîne. Ji bêdengiya mûxalefetê hêzê digire.”
 
‘DIVÊ MÛXALEFET HELWESTÊ NÎŞAN BIDE’
 
Eren, destnîşan kir ku divê mûxalefet bi wêrekî li dijî tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn derkeve û wiha pê de çû: “Divê mûxalefet helwestê nîşan bide. Tam jî dema mûxalefetê edalet, demokrasî, hiqûq û aştî parast wê AKP zehmetiyê bikişîne. Xala ku AKP zehmetiyê dikişîne, xala ku gelê kurd hiqûq û edaletê daxwaz dike ye. Derketina li dijî bêhiqûqiya li Îmraliyê di heman demê de daxwaza edalet û aştiyê ye.”
 
Eren, diyar kir ku divê civaka li Tirkiyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn derkeve û got: “Rastiya ku polîtîkaya çareseriyê ya birêz Ocalan di nava civakê de bersivê bibîne tê wateya qedandina AKP’ê. Sedema tecrîdê ji fikara AKP’ê derdikeve û ditirse ku dengê birêz Ocalan bê bihîstin.”
 
BÊCESARETIYA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ
 
Eren bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) jî rexne kir û wiha dewam kir: “CPT’yê ragihand ku li Îmraliya, ku gelek caran serdana wê kir bêhiqûqî heye û tecrîda li ser tê meşandin îşkence ye. DMME’yê di sala 2014’an de derbarê birêz Ocalan de têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryar da. Lê KWKE ya ku divê pêkanîna van biryaran bişopîne, rêgezên xwe tune dihesibîne. Di dîroka Ewropayê de pesin tê dayîn ku maf û azadiya bingehîn tê parastin, girîngiyê didin mafên kesayetî û dema ev maf bên binpêkirin mekanîzmayên darazî dikevin meriyete. Lê dema mesele dibe birêz Ocalan, dibe kurd bêhiqûqiyê dikin qurbana berjewendiyên demkî.”
 
 
Eren, bi lêv kir ku mekanîzmayên hiqûqî yên navnetewî nayên xebitandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke mekanîzmayên navnetewî weke meseleyên din xebitîbûna Tirkiyeye nedikarî van bêhiqûqiyan bike û belavî temamî civakê nedikirin. Bêcesaretiya hiqûqa navnetewî ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve jî dibe çavkaniya cesaretê. Divê hemû civak bang li CPT, KWKE û DMME’yê bikin ku girêdayî nirxên xwe bin û berpirsyartiya wan bîne bîra wan. Divê bêdengiya wan û ne cih anîna peywîra wan bînin bîra wan û divê li dijî vê yekê têkoşîn bê dayîn.”
 
MA / Bêrîvan Altan - Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

05/07/2023
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin