Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin

  • rojane
  • 10:33 15 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Dadgeha Îstînafê diyar kir ku di doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer de kêmasî hene û dosya ji hêla usûlê ve betal kir. 
 
Kujerê bi navê Onur Gencer êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir. Di doza kujer Gencer de dadgehê biryara jinûvedarizandinê da. Di danişîna dawî ya 27’ê kanûna 2022’yan a li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê de ji ber sûcê “Kuştina bi zanebûn û biplankirî” cezayê muebbeta giran û ji ber sûcên “Binpêkirina parêzbendiya avahî”, “Ziyandayîna mal û milk” û “Muxalefeta li dijî qanûna çekan” jî 9 sal cezayê hefsê li kujer Gencer hate birîn. Hem parêzerên malbata Denîz Poyraz, hem dozger û hem jî parêzerên kujer Onur Gencer li dijî biryarê serî li Dadageha Edliyeya Herêmê dan. 
 
Piştî serlêdanan, 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Îzmîrê di 8’ê hezîranê de biryara dadgehê ji hêla usûlê ve betal kir û li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê vegerand. Dadgehê, diyar kir ku di dosyayê di hinek girtekan de îmze kêm in, biryara bihincet ji parêzeran re nehatiye teblîgkirin û nivîsên têkildarî teblîgê li dosyayê nehatine zêdekirin. Dadgeha Îstînafê biryar da ku kêmanî bên temamkirin û dosya dîsa were şandin. 
 
DOSYA BI LEZ Û BEZ GIRTIN
 
Ji parêzerên Doza Denîz Poyraz, Turkan Aslan Agaç têkildarî geşedanên di dosyayê de axivî û wiha got: “Îfadeyê Onur Gencer di nava 18 saetan de hate wergirtin û hate girtin. Lêpirsîn bi kîjan rêbazê dest pê kiribe wisa hate domandin. Di pêvajoya lêpirsînê de gelek delîlên nehatin komkirin hebûn. Lê belê îdianame di nava demekî kin ê bi qasî du meh û nîvan de hate amadekirin. Piştre jî danişîna dozê dan kanûna heman salê. Xwestin vê dosyayê bi lez û bez ji rojeva Tirkiyeyê bixin. Lewma jî aliyê rastiya madî hate paşguhkirin. Tevî ku li dijî partiyeke siyasî êriş hatiye kirin û li dijî pergala makeqanûnê sûc hatiye kirin jî, pêvajoyeke lêpirsîn û darizandinê ya li gorî vê girîngiyê nehat meşandin. Ji bo kesên ev kes ji bo êrişê sor kirin, yên alîkarî dayîn û kesên ev rewş afirandin neyên darizandin, pêvajoyeke wiha birêve birin.” 
 
SEDEMÊN SERLÊDANA JI BO ÎSTÎNAFÊ 
 
Bi domdarî Agaç anî ziman ku piştî biryarê hem wan, hem dozger û hem jî parêzerên Gencer ji bo îstînafê serlêdan kirine û wiha pê de çû: “Dozger jî bi sedema ku dadgehê ji ber sûcên parêzbendiya avah û êrişa li dijî avahiyên partiyên siyasî cezayê giran nedaye serlêdan kir. Me jî got ku bi vê êrişê li dijî pergala makeqanûnê sûc hatiye kirin û bi vê sedemê serlêdan kir. Tevî ku li dijî azadiya xweîfadekirinê, mafê siyasetê û xwebirêxistinkirinê sûc hatiye kirin û ev sûc bi awayekî plankirî û bi saîka nefretê hatiye kirin jî di vê mijarê de tu biryar nehatin dayîn. Lewma me li îstînafê îtîraz kir. Her wiha kesên ji bo êrişê sor kirin û alîkarî dayîn jî nehatin darizandin lewma me serlêdan kir. Rastiya madî bi nîqaşên belgeya rayeyê hatin fetisandin lewma me îtîraz kir. Parêzer ji eywana danişînê hatin derxistin û bi vê yekê re rêgezên darizandineke adilane hate binpêkirin lewma me îtîraz kir. Her wiha şandeya dadgehê bi nêzikatiya xwe ya li dijî malbata Denîz Poyraz û rayedarên HDP’ê re mafên mexdûran ji holê radike lewma me serî li îstînafê da.” 
 
DOSYA JI USÛLÊ HATE XERAKIRIN
 
Agaç, got ku Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Îzmîrê ji ber ku girtekên hinek danişînan ji hêla nivîsvanan ve nehatine îmzekirin û ji ber ku biryara bihincet ji aliyan re nehatine teblîgkirin dosya ji hêla usûlê ve xera kiriye. Agaç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema kêmaniyên di dosyayê de hatin temamkirin dê dadgeh dosyayê dîsa bişîne. Ev daxwaz dê ji hêla Dadgeha Edliye a Herêmê ya Îzmîrê ve bên nirxandin. Piştî ku dosya dîsa ji Dadgeha Îstînafê re hate şandin, heke darizandineke adilane were kirin dê biryar were betalirin. Heke biryareke di vê çarçoveyê de nehate dayîn, dê vê dosyayê veşêrin. Zîhniyeta ku cînayeta Denîz Poyraz kiriye, niha Tirkiyeyê birêve dibe. Dema em awayî birêvebirina lêpirsîn û darizandinê dinêrin, em dibînin ku heman zîhniyet di darazê de jî bibandor e. Lê belê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê heta dawiyê bidomînin. Piştî îstînafê em ê serî li Dadgeha Bilind, piştre serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û herî dawî jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Em ê van pêvajoyan tevekan jî jinêzve bişopînin û em ê destûrê nedin ku êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz ji rojeva Tirkiyeyê bikeve.” 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

20/06/2023
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin