Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye

img
RIHA  - Esnafên Sûka Girtî ya dîrokî ya Rihayê ji ber krîza aborî bi gilî û gazin in. Esnafên sûkê diyar kirin ku 2 hefte ji Cejna Qurbanê re maye, lê sûka ku berê ji mirovan xalî nedibû, niha vala ye. 
 
Krîza aborî ya li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê her diçe kûrtir dibe. Piştî hilbijartinên giştî û yên serokkomriyê dolar bi ser 20 TL'yî ket û krîza aborî barê welatiyan girantir kir. Esnafên Sûka Girtî ya dîrokî ya Rihayê ku di sala 1562'an de hatiye çêkirin jî ji ber krîza aborî û bihabûnê bi gilî gazin in. Sûka ku 462 sal berê hatiye çêkirin û cihekî girîng ê aboriya bajêr e, hema bibêje vikîvala ye. Çendî ber destê Cejna Qurbanê ye jî, sûka ku warekî girîng ê aboriya bajêr e û berê ji mirovan xalî nedibû, hema bibêje niha vik û vala ye. Esnafên sûkê bi lêv kirin ku ji ber bihabûnê mişteriyê wan kêm bûne û êdî tu kes nayê Sûkê. 
 
'HER TIŞT 3 QAT BIHA BÛYE'
 
Mehmet Akkûş ku 30 sal in li sûkê cilan difiroşe bi lêv kir ku tevî 2 hefte ji cejne re mane jî kar wan sekan e û ev tişt anîn ziman: "Berê ev der tije dibû. Lê niha ji ber bihabûnê û krîza aborî tu kes nikare tiştekî bikire. Her tişt 2 qat, 3 qat biha bûye. Dema muşterî tên vir, xwe bi me aciz dikin. Li gor xwe mafdar in, ji lew re ji wan tirê em fiyetan biha dikin. Lê tu kes ranabe ji desthilatê re tiştekî nabêje. Divê dolar erzan bibe. Heke dolar biha bibe dê her tişt jî biha dibe." 
 
'JI SIBEHÊ VE MIN TIŞTEK NEFIROTIYE'
 
Mehmet Taşkinê 25 sal in karê cilfiroşiyê dike jî diyar kir ku ji ber bihabûnê esnaf jî tengijîne û wiha got: "Bi pandemiyê re krîza aborî dest pê kir. Em bi hevî bûn ku piştî hilbijartinan rewş hinekî din baş bibe, lê her diçe her tiş biha dibe. Min dikana xwe serê sibehê vekiriye, lê heya niha min tiştekî jî enfirotiye. Em ê bi vî awayî çawa debara xwe bikin? Weke esnaf rewşa me pir xirab e. Bila dewlet car carinan li rewşa esnafan jî binêre. Debara mirovan pir zehmet bûye. Havînî em li benda turîstan bûn, lê îsal turîst jî nehatin. Ji ber vê jî karê me sekiniye. Divê demildest krîza aborî bê çareser kirin."
 
'BILA PÊŞÎ LI BIHABÛNE BIGRIN'
 
Emrah Yenîay jî ku 15 sal in cilfiroşiyê dike, der barê rewşa esnafan û krîza aboriyê de ev tişt gotin: "Her ku diçe karê me kêm dibe. Bihabûn pir e, ji ber wê jî kes tiştekî nakire. Ji ber wê ez bang li rêveberan dikim ku pêşî li vê bihabûnê bigrin. Berê gava 2 hefte ji cejnê re bimana bazar tije dibû, lê niha em rûniştine kirîdar nayên û tu tiştî nakirin. Me berê tîşortekî bi 20 TL'yan difirot, niha em bi 50 TL'yan difroşin. Em jî dizanin ku ev 50 TL nake. Û welatî jî di bertekên xwe de mafdar in, lê tiştek ji destê me nayê. Welatî dibêjin biha ye, em nikarin bikirin. Em jî dema fiyetê wan diyar dikin, kêfxweş nabin." 
 
SÛK VIKÎVALA YE
 
Esnaf Halît Ozkan jî bal kişand ser bihabûna dolar û dovîzê û got: "Her tişt giredayî dolar e. Dema dolar biha dibe, dan û standin jî biha dibe. 2 hefte ji cejnê re mane lê Sûk vala ye, tu kes tiştekî nakire. Ji ber krîza aborî û bihabûna dolar her tiş biha bûye, êdî welatî nikarin tiştekî bikirin. Dema welatî tên, bertekê nîşanî me didin. Weke esnaf daxwaza me, dewlet dest bavejê krîza aborî û wê çareser bike."
 
Îsmaîl Yildirim ê 25 sal in karê cilfiroşiyê dike jî têkildarî rewşa xwe ev tişt bi lêv kirin: "Her ku diçe dan û standin kêm dibe. Ji ber bihabûnê êdî kes nikare tiştekî bikire. Dema welatî tên, xwe bi me aciz dikin. Lê ev ne bela me ye. Em jî dixwazin erzanî hebe ku dan û stendin çêbibe." 
 
Abdurrahman Baybûrs jî bal kişand ser dîroka Sûkê û wiha got: "Niha dan û standin sekiniye. Berê ne wisa bû. Her wiha ev sûk, sûka herî dîrokî ya Rihayê ye. Lê kes qîmetê nade vê sûkê. Divê rêveberên bajêr bêtir li ser vê sûkê bisekinin û ji bo ewlehî û xweşikiya sûkê xebat bên kirin."
 
MA / Mahmut Altintaş

Sernavên din

20/06/2023
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin