Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in

img

RIHA - Xizmên siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar têkildarî hilbijartinê axivîn û wiha gotin: “Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in. Ji bo hişkkirina me dermanan bi kar tînin lê em hişk nabin. Em mîna darê ne. Me dibirin lê em dîsa aj didin.” 

Partiya Çepên Kesk li Rihayê mal bi mal digere û xebatên hilbijartinê dike. Eleqeyeke mezin a xelkê Rihayê ji bo Partiya Çepên Kesk heye û dibêjin ku dê di vê hilbijartinê de îktîdara AKP’ê biguherînin. 
 
Siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar di sala 1992’yan de Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê ya Gel kir û di 12’ê hezîrana 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Xizmên Yazar ên li Taxa Ordek a girêdayî navçeya navendî Karakopruyê dan zanîn ku dê dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
‘EM JI BO PÊŞEROJA XWE DITIRSIN’
 
Meral Yazar a 55 salî got ku dê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û ev tişt anî ziman: “Li welêt tu tiştekî rast nema. Aborî xerab e, tiştên di erdhejê de qewimîn li ber çavan e. Hikûmetê bi rojan tu alîkarî neda. Xelkê bi destên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistin. Em êdî ji ber pêşeroj û jiyana xwe ditirsin. Li vir jî hem erdhej çêbûn hem jî lehî rabûn lê dewletê tu alîkarî neda. Kurd di navbera du aliyan de mane. Em ne bi tirkî ne jî bi kurdî dizanin. Ji ber van me zimanê xwe ji bîr kir. Em ê dengê xwe bidin partiya xwe. Qet nebe em ji bo xwe tiştekî bikin. Min tenê carekê dengê xwe dabû Turgut Ozal lê piştre her tim min da partiyên kurd. Ji rêyan heta pir û febrîqeyan, AKP’ê her tişt firot. Gelê me dengê xwe dide kê bila bide lê bila nedin AKP’ê. Dê dîsa dengan bidizin. Lewma divê her kes li dengê xwe xwedî derkeve. Divê em xwedî l deng, ziman û nasnameya xwe derkevin.” 
 
‘ÊDÎ TEHEMÛLA MIN A DÎTINA ERDOGAN NEMA YE’
 
Belkis Yazar (62) jî diyar kir ku êdî tehemûla wê ya bihîstina dengê Tayyîp Erdogan jî nema ye û wiha domand: “Dema Erdogan derdikeve televîzyonê, ez yekser televîzyonê digirim. Ez ewqas tehemûla wî nakim. Nimêjê dike lê li gorî min bê destnimêj e. Xelk perîşe kir. Xelkê dixapînin. Lê rastiya wan pir cuda ye. Ma ez ê ji çi tiştê wî hez bikim? Ez ê dengê xwe bişewitînim lê nadim wî. Em kurd in û mafên xwe dixwazim. Ma dê çima dengê xwe bidim kesên din. Mixabin aqilê hinek kurdên me li serê wan nîne û dengê xwe didin kesên din. Gelo ma dema dengê xwe didin wan qey kurdan nas dikin? Nas nakin. Ji bo ziman û nasnameya xwe divê em dengê xwe bidin xwe. Bila maf û destkeftiyên kurdan jî hebin. Her tim gelê me tune dihesibînin. Dixwazim li nexweşxaneyê bi zimanê xwe biaxivim. Ma dê çima bi zimanekê din biaxivim? Bi taybet jî divê ciwanên me xwedî li mafên xwe derkevin. Em ji Erdogan hez nakin û dengê xwe jî nadin wî. Ez tehemûla dîtina wî nakim ma dê çawa dengê xwe bidim wî? Divê ji bo serokkomariyê dengê xwe bide Kiliçdaroglû û ji bo parlamenteriyê jî dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.” 
 
‘MIN TENÊ CAREKÊ DENGÊ XWE DA AKP’Ê LÊ ÊDÎ TEQEZ NADIM’ 
 
Ji xizmên Yazar, Zahîde Yazar (65) jî da zanîn ku di hilbijartinên giştî yên 2018’an de dengê xwe dabû AKP’ê û wiha derbirî: “Min tenê carekê dengê xwe da AKP’ê. Min digot qey li ser rêya Xwedê ye. Lê min rastî dît û êdî nadim. Niha naxwazim êdî navê wî jî bibihîsim. Bû dijminê hemû mirovahiyê. Ewqas mirov di bin kavilan de man lê alîkarî neda. Dilê wan bi wê rewşa gel jî neşewitî. Her wiha krîza aborî pişt li xelkê şikand. Gelek kes êdî nikarin nanekî jî bikirin. Çi dibe bila bibe ez ê dengê xwe nedim AKP’ê.”
 
‘PARTIYA ÇEPÊN KURD NÛNERA KURDAN E’
 
Têkildarî mijarê Mehmet Salih Yazar (25) jî destnîşan kir ku dê di hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe bide Kiliçdaroglû û di yên parlamenteriyê de jî bide Partiya Çepên Kesk. Yazar, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber ku Partiya Çepên Kesk nûnertiya me dike. Ji ber ku partiya me piştgiriyê dide Kiliçdaroglû, em jî dê bidin wî. AKP’ê hêviyên me ciwanan tune kir. Li gorî min heke serokkomar biguhere dê tiştên baştir çêbibin.” 
 
CIWAN DIBÊJIN PARTIYA ÇEPÊN KESK
 
Ji ciwanan Ahmet Kenan Yazar (18) jî got ku dê cara ewil dengê xwe bide û wiha axivî: “Ez ê di hilbijartinê de dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Partiya Çepên Kesk me temsîl dike lewma ez ê dengê xwe bidim wê. Tekane partiya kurdan temsîl dike Partiya Çepên Kesk e. Niha nîjadperestî û faşîzm heye. Ji ber nasnameya me cihêkariyê dikin. Em ji vê nerazî ne. Dixwazim dijbertiya li kurdan bi dawî bibe lê tu hêviya min nîne. Ciwan dizanin ku vê îktîdarê ciwantiya me rizand.” 
 
‘KURD BARANA BIHARÊ NE’
 
Yek ji xizmên Yazar, Mazlum Yazar jî têkildarî mijarê nêrînên xwe wiha parve kir: “Weke civak em di bin zexteke mezin de ne. Em hemû mirovan wekî hev dibînin. Em cihêkariyê nakin. Kurd, mîna birûskê ne. Birûsk jî rê li ber baranên biharê vedikin. Em tu kesî ne ji xwe mezintir û ne jî kêmtir dibînin. Bîrdoziya me, heq û hiqûq e. Jiyana me û ya her kesî wekhev e. Lê li Tirkiyeyê rewş wiha nîne. Serokkomarê niha ne serokkomarê min e. Ev 20 sal in li dijî me cihêkariyê dike. Di îktîdara xwe de tu tiştek neda me kurdan. Pêvajoyeke aştiyê dest pê kir lê henekên xwe pê kirin. Her carê em tune hesibandin. Em pir bi dilsaxî nêz dibûn lê em ê êdî li gorî aqil tevbigerin. Rengê me xweza ye, em kes in. Ji bo hişkkirina me dermanan bi kar tînin. Lê em weke darê ne. Me dibirin lê em dîsa aj didin. Koka me qahîm e.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

28/04/2023
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye
10:03 'Bozdagê ku serok û amire dadgeran e gelo wê çawa edaleta hilbijartinê temîn bike?'
09:02 Baroya Îzmîrê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin
09:01 Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn