Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir

  • rojane
  • 20:22 25 Nîsan 2023
  • |
img

AMED - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê kir. Akin di serdanê de anî ziman ku siyaseta AKP'ê top avêtiye û got: "Em dizanin bê ev binçavkirin bi kîjan armancê hatine kirin. Qethiyen em ê vê qebûl nekin û nehêlin bibe tiştekî asayî." 

 
Îro di operasyona li 21 bajarî de ku navenda wê Amedê bû Xwediyê Îmtiyazê yê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, rojnamevan Abdûrrahman Gok, Ahmet Kanbal, Mîkaîl Barût, Mehmet Yalçin, Mehmet Şah Orûç, Berîtan Canozer, Mehmet Yalçin, Salîh Keleş, Remzî Akkaya jî di nav de di ser 100'î re kes hatin binçavkirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ji ber van zextên li ser çapemeniya azad serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kir. Di serdanê de namzeta parlementeriyê ya bajêr Sevîlay Çalenk û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakikê jî hevrêtiya Akin kirin. 
 
Akin, li avahiya komeleyê ji aliyê Sekreterê Komeleyê Cûma Daş ve hat pêşwazîkirin. 
 
‘EM DIZANIN BÊ BI KÎJAN ARMANCÊ HATIYE KIRIN'
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin anî ziman ku çeveqê bi van binçavkirinan re şiyar bûne û got: "Hem rojnamevan, hem siyasetmedar hem hunermend û hem jî Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Mahfûz Guzelyuz û Ozlem Gunduz hatin binçavkirin. Em baş dizanin bê ev binçavkirin bi kîjan armancê hatine kirin. Qethiyen em ê vê qebûl nekin û nehêlin bibe tiştekî asayî. Em dixwazin hevalên me rojek berî rojekê bên berdan. Ji lew re divê hilbijartin di nêvengeke demokratîk û wekhev de bên kirin. Lê ji ber ku li vî welatî tu carî hilbijartineke demokratîk nehatiye kirin, niha jî rejîma qesrê, desthilata AKP-MHP'ê bi hemû derfetên dewletê û bi hemû hêza xwe hilbijartineke newekhev û bêedalet bi rê ve dibe. Bila raya cîhanê û Tirkiye bibîne ku tevî hemû zextan jî dê ev desthilat di vê hilbijartinê de biçe. Êdî çapemeniya ku dengê me radigihîne û hemû kesên bi me re binçav dikin. Ev astengî dê bidomin, lê wê xebatên me yên hilbijartinê dê tu carî nesekin. Desthilat li dijî me kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi vî awayî bi rê ve dibe. Lê wê kampanyaya me ya hilbijartinê li seranserê welêt bidome. Em ji bo jiyaneke hîn azadtir, ji bo avakirina komereke hevpar û ji bo jiyaneke bi hev re em li vir in. Bi taybetî jî em dizanin li Kurdistanê hêrseke mezin li hember AKP'ê heye. Ev jî tê wateya ku siyaseta AKP'ê top avêtiye."  
 
Akin di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku 14'ê Gulanê dê ji bo Tirkiyeyê bibe rûpeleke nû û got: "Êvara 14'ê Gulanê dê ev desthilat biçe û em bi bihareke nû re şiyar bibin." 
 
‘DIVIYABÛ BIDÎTANA ÇAPEMENIYA AZAD NATEPISE'
 
Paşê Edîtora Nûçeyan a JINNEWSÊ Gulşen Koçûk axivî. Koçûkê jî bibîr xist ku ji salên 90'î heya niha dewlet bi îşkenceyan, bi girtinan û bi gelek rêbazên bi vî rengî bi ser çapemeniya azad de hatiye û got: "Gava desthilat guherîn, diviyabû bidîtana ku Çapemeniya Azad natepise. Niha jî bi heman rêbazan hewl didin ku Çapemeniya Azad paş de gav biavêje. Me di operasyona îro de dît ku tenê ne Çapemeniya Azad, têkoşîna ji bo heq, hiqûq û demokrasiyê jî hedef hat girtin. Me îro careke din jî dît ku divê 'em dengê xwe derxin.' Me girîngiya dengderxistina li dijî desthilatê û dewleta mêr dît. Lewma em jib o piştevaniyê bang li hemû kedkaran û kesên ji bo demokrasiyê têdikoşin dikin."  

Sernavên din

28/04/2023
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye
10:03 'Bozdagê ku serok û amire dadgeran e gelo wê çawa edaleta hilbijartinê temîn bike?'
09:02 Baroya Îzmîrê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin
09:01 Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn