Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin

  • rojane
  • 18:44 25 Nîsan 2023
  • |
img

ÇEWLIG - Partiya Çepên Kesk di mîtînga xwe ya Çewligê de destnîşan kir ku wê gel di 14'ê Gulanê de mohra xwe li Partiya Çepên Kesk bixe û Tirkiyeyeke nû ava bike. 

Partiya Çepên Kesk li Çewligê bi dirûşmeya “Em ê bi îradeya bi hêz a gel jiyanê biguherînin” mîtîngek li dar xist. Mîtînga saet di 11:00'an de li Qada PTT'ê dest pê kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetullah Aştî, Parlamenterê Çewligê Erdal Aydemîr, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Omer Faruk Hulakû, Cemîle Turhallî û Faruk Aris, xwişka Mazlûn Dogan Serap Mûtlû û Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Alimên Olî û gelek welatî beşdarî mîtîngê bûn.  
 
Ewilî Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr axivî. Aydemîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa salên dawî û ev tişt anîn ziman: "We tu carî têkoşîna me bi tenê nehiştiye. Em zanin ku hûn ê di 14'ê Gulanê me û hevalên me yên namzet bi tenê nahêlin û hûn ê wan bişînin parlementoyê." 
 
'17 HEZAR CÎNAYETÊN KIRYAR NEDIYAR NEHATINE RONÎKIRIN'
 
Paşê namzetê parlementeriyê yê Çewligê yê Partiya Çepên Omer Farûk Hulakî bal kişand ser komkujiyên salên 1990'î. Hulakî da zanîn ku ew ê di 14'ê Gulanê deshilata heyî bişînin ser sergoyê dîrokê û wiha got: "Ez dibînim ku hûn îro vê qadê bi bawerî, hêvî û îradeya asayî tijî dikin. Partiyên me gelek caran hatin girtin, îro hewl didin ku HDP’ê bigrin. Partiya me ya nû wê li ser rêya kesk bidome."
 
Hulakî wiha domand: "Zîhniyeta ku di salên 90'î de digot kurd tune ne, îro jî dibêj pirsgirêka kurd tune ye. Ma hûn dizanin pirsgirêka kurd çi ye? 17 hezar cînayetên kiryar nediyar nayên ronîkirin. Pirsgirêka kurd Dayikên Şemiyê ye, pirsgirêka kurd Roboskî ye. Pirsgirêka kurd girtiyên me yên siyasî ne. Ev gel wê di 14'ê Gulanê de biçe ser sindoqan, wê mohra xwe li çepa kesk bixe û Tirkiyeyeke nû ava bike. Em ê li vî welatî di nava aştî û biratiyê de bijîn, bi hev re em ê bi ser bikevin."
 
'EM TU TIŞTEKÎ JI HIKUMETAN NAXWAZIN'
 
Namzeta parlementeriyê ya Çewligê ya Partiya Çepên Kesk Cemîle Tûrhalliyê jî destnîşan kir ku ev pergal her tim li ser wan polîtîkayên xwe yên qirêj dide meşandin. Tûrhalliyê diyar kir ku dê di 14'ê Gulanê de dawî li desthilata heyî bê û ev tişt anîn ziman: "Heta ku zimanê me yê dayikê bibe zimanê fermî em ê têkoşîna xwe bidomînin. 14'ê Gulanê ji bo me rojeke girîng e, em vê wek hilbijartineke asayî nabînin, ji ber ku ev hilbijartin di organên rêvebirinê yên vê dewletê de ye." 
 
Tûrhaliyê destnîşan kir ku 14'ê Gulanê ji bo wan û vîna wan e û got: "Ji niha û pê ve em tên qadên hêşîn."
 
Namzetê parlementeriyê yê Çewligê yê Partiya Çepên Kesk Farûk Arîs jî di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Xwişk û birayên çewligî, ev hilbijartin wê bibe hilbijartinek ku welat an şîn bibe an jî hişk bibe. Em di wê baweriyê de ne ku 14’ê Gulanê wê bibe rojek ku vîna gel di sindoqan de cih bigire û bibe serwer. "
 
'KURD Û TIRKAN BI HEV RE KOMARÊ AVA KIRINE'
 
Serok Giştî yê Partiya Azadiyê Ayettûllah Aşitî jî diyar kir ku ji roja ku ev dewlet hatiye avakirin heta îro bênavber dijminatiya kurdan dike û wiha got: "Di dîroka cihanê de û di hemû olên semawî de ya herî pîroz mirovahî ye. Mixabin nêzî hezar sal in, bi destê birayên me yên ku em dibêjin misilman in rûmeta gelê kurd hatiye perçiqandin, înkarkirin û hatiye qedexekirin. Ev dewleta ku niha em jê re dibêjin Komara Tirk kurda û tirka bi hev re ew ava kiriye. Ji roja ku ev dewlet hatiye avakirin heta niha me dixapînin."
 
'WÊ BIÇIN'
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê jî bal kişand ser rewşa kesên ku îro hatine binçavkirin û wiha got: "Wan heya niha bi operasyonên siyasî bi paş de gav bi me nedane avêtin û ji niha û pê ve jî wê nikaribin bidin avetin. Ger hûn me ji e bi sedhezaran bigirin, em ê bi milyonan dakevin qadan. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal, tax bi tax xebatên xwe bikin. Bi van binçavkirinan dixwazin rastî negihê gel û sindoq neyên parastin. Ew ji têkoşîn û yekîtiya jinan gelek ditirsin, ji ber wî wan binçav dikin. Ji sala 2009'an heta niha van kiryaran ji xwe re kirine tiştekî rûtîn. Dawiya wan hatiye, wê winda bikin. Ji ber vê ew qas ditirsin. Ew jî mafdar in, ji ber ku ew ê biçin."
 
PIştî axaftinan Koma Rîtmên Azad derket ser dike. Mîtîng bi stranên Koma Rîtmên Azad û bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. 

Sernavên din

28/04/2023
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye
10:03 'Bozdagê ku serok û amire dadgeran e gelo wê çawa edaleta hilbijartinê temîn bike?'
09:02 Baroya Îzmîrê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin
09:01 Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn