Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin

  • rojane
  • 14:45 25 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên civaka sivîl têkildarî binçavkirinên îro di danê sibehê de li 21 bajaran hatine kirin daxuyanî dan û wiha gotin: “Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne. Em ê serî li ber van zextan netewînin û careke din dibêjin ku dê bi tu awayî dev ji têkoşînê bernedin.”  

 
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de îro di danê sibehê de li 21 bajaran bi ser malan de hate girtin û zêdetirî 100 rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin binçavkirin. Tawanbariya “endamtiya rêxistinê” li binçavkiriyan tê kirin. Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de ji bo gelek kesên din jî biryara girtinê heye. 
 
Bi mebesta protestokirina binçavkirinan, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. 
 
ENQERE
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqereyê, Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Hiqûqa Civakî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê û rêveberên Baroya Enqereyê têkildarî binçavkirinên dawî li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî dan. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 3’yemîn a Enqereyê Alîşan Şahîn û Hevseroka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Ozdogan jî tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê, gelek polîs sewqî pêşiya edliyeyê hatin kirin. Parêzerên ku dixwestin daxuyaniyê bidin rastî êrişa polîsan hatin û pankarta wan a “Parastin nayê darizandin” jî ji destê wan hate derxistin. 
 
Parêzerên ku rastî êrişa polîsan hatin, pankarta xwe dîsa ji polîsan standin, di hundirê edliyeyê de meşek li dar xistin û çûn qata 5’emîn ku Baroya Enqereyê li wir e. Di dema meş û daxuyaniyê de pankarta “Parastin nayê astengkirin” hate vekirin û bênavber dirûşmên “Parastin bêdeng nema û dê bêdeng nemîne” û “Zext dê nekarin me têk bibin” hatin berzkirin. 
 
 
‘HER KU 14’Ê GULANÊ NÊZ DIBE TACÎZA DARAZÊ JÎ ZÊDETIR BÛ’ 
 
Di daxuyaniyê de Endama Lijneya Rêveber a OHD’ê Arzu Kurt axivî. Kurt, diyar kir ku heke agahî ji hempîşeyên wan re bihata şandin, ew bi xwe dê ji bo îfadeyê biçûna û wiha got: “Pêvajoya derhiqûqî ya bi serdegirtina malan û binçavkirinê do1miya, bi biryara nepeniya li ser dosyayê û qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re a ji bo 24 saetan hate domandin. Bi qasî ku em li ser çapemeniyê hîn bûn; li gel endamên komeleya me, her wiha kedkarên çapemeniya kurd, siyasetmedar û hunermend jî hatine binçavkirin. Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, rejîm jî bêhtir bi hilweşîna xwe rû bi rû dimîne û hewl dide zextên xwe zêdetir bike. Tacîza xwe ya darazê ku li dijî tevahiya civak û derdorên muxalîf didomîne; li ser kedkarên çapemeniyê yên heqîqetê derdixin holê û siyasetmedaran didomîne. 
 
Em ê darizandina parastinê qebûl nekin. Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne û em li vir careke din dibêjin ku dê bi tu awayî serî li ber van zextan netewînin û dê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em li vir in. Em ê bi ser kevin û hûn dê têk biçin.” 
 
RIHA
 
Şaxa OHD’a Rihayê jî li pêşiya Edliyeya Rihayê daxuyanî da. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Rihayê, Şaxa Odeya Bijîşkan a Rihayê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
'EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’
 
Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, îktîdara siyasî ya ku dibîne rejîma wê bi dawî dibe; ji bo têkbirina têkoşîna mafên mirovan, bi destê darazê hewl dide mafê agahîgirtinê yê gel binpê bike û muxalefetê bêbandor bike. Vê tacîza xwe ya darazê li ser tevahiya derdorên muxalîf ên civakê, parastvanên mafên mirovan, kedkarên çapemeniyê û siyasetmedaran didomîne.”
 
Oyke, got ku îktîdara siyasî bi hewldanên dawî re hewl dide rejîma xwe bidomîne û ev tişt anî ziman: “Em careke din li vir diqîrin û dibêjin ku dê serî li ber zextan netewînin û bi tu awayî ji têkoşîna xwe tawîz nedin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Parastin bêdeng nebû û dê bêdeng nemîne” û “Zext dê nekarin me têk bibin” bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa OHD’a Îzmîrê jî bi heman boneyê li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li hemberî operasyonên siyasî serî netewînin. Hûn dê winda bikin” hatibû vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Zext dê nekarin me têk bibin”, “Parastin bêdeng nebû, dê bêdeng hebe” û “Binçavkirin, girtin û zext dê nekarin me têk bibin” berz kirin. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Coşkun Ustercî, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îzmîrê, rêveberên rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê, nûnerên partiyên siyasî û saziyan ên bajar û gelek parêzer jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê Şaxa OHD’a Îzmîrê Velat Zeren di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Açıklamada konuşan ÖHD İzmir Şubesi Eş Başkanı Velat Zeren, "Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, rejîm jî bêhtir bi hilweşîna xwe rû bi rû dimîne û hewl dide zextên xwe zêdetir bike. Tacîza xwe ya darazê ku li dijî tevahiya civak û derdorên muxalîf didomîne; li ser kedkarên çapemeniyê yên heqîqetê derdixin holê û siyasetmedaran didomîne.  Em ê darizandina parastinê qebûl nekin. Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne û em li vir careke din dibêjin ku dê bi tu awayî serî li ber van zextan netewînin û dê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
Her wiha rêveberên ÎHD, ÇHD û Baroya Îzmîrê jî diyar kirin ku binçavkirin bi mebesta ewlehiya hilbijartinê hatine kirin. Rêveberan destnîşan kirin ku dê li dijî van êrişan paşvegavê neavêjin û dê heta dawiyê ji bo ewlehiya hilbijartinê bixebitin. 
 
SÊRT 
 
Li Sêrtê jî li pêşiya avahiya navçeya navendî ya Partiya Çepên Kesk daxuyanî hate dayîn. Namzetên parlamenteriyê Tuncer Bakirhan, Abdullah Çetîn, Sebahat Erdogan Saritaş û Parlamenterê HPP’ê Sidik Taş tev li daxuyaniyê bûn. Taş, di daxuyaniyê de axivî û binçavkirinên heyî weke operasyona qirkirina siyasî nirxand. Taş, wiha domand: “Tirsa AKP’ê heye. Ji ber ku ditirse û hilbijartin nêz bûn, ev binçavkirin operasyoneke hilbijartinê ye. Ev yek nîşaneya têkçûna wan e. Em ê li hemberî van operasyonan tenê yek gavê jî paşve neavêjin. Em vê operasyona li dijî gelê me, çapemeniyê û hevalên me hatiye kirin şermezar dikin.” 
  
DÎLOK
 
Şaxa OHD’a Dîlokê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Li gel rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk û DBP’ê yên bajar, her wiha gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Dîlokê Mûstafa Yalçin di daxuyaniyê de axivî. Di daxuyaniyê de Yalçin wiha got: “Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, rejîm jî bêhtir bi hilweşîna xwe rû bi rû dimîne û hewl dide zextên xwe zêdetir bike. Tacîza xwe ya darazê ku li dijî tevahiya civak û derdorên muxalîf didomîne; li ser kedkarên çapemeniyê yên heqîqetê derdixin holê û siyasetmedaran didomîne. 
 
Em ê darizandina parastinê qebûl nekin. Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne û em li vir careke din dibêjin ku dê bi tu awayî serî li ber van zextan netewînin û dê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
WAN
 
Şaxa OHD’a Wanê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Gelek parêzerên OHD’î tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Mehtap Işik ve hate xwendin. Işik, diyar kir ku binçavkirinên heyî ne li gorî rêgezên bingehîn ên mafên mirovan e. 
 
Işik, diyar kir ku her ku hilbijartin nêz dibe, îktîdar bi tirsa windakirinê tevdigere û darazê ji bo tirsandinê bi kar tîne. Işik, da zanîn ku weke parêzerên OHD’î dê bi tu awayî serî li ber zextan netewînin û têkoşîna xwe bidomînin. 
 
MANÎSA 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Manîsayê jî bi heman boneyê li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’a navçeya Saruhanliyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê HDP’a Manîsayê Giyasettîn Eralp di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Banga me ew e ku li şûna her kesê hatiye binçavkirin bi hezaran kes, bi dehhezaran kes bi berpirsyartiya xwe rabin û tev li xebatên hilbijartinê bibin, xwedî li sindoqan derkevin û li dijî darbeyan tev li têkoşîna çalak bibin. Em li vê derê ne û dê teqez bi ser kevin.”
 
MÊRSÎN
 
Şaxa OHD’a Mêrsînê û Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê jî di heman çarçoveyê de daxuyanî da. Daxuyanî, li Parka Zarokê Azad hate dayîn û dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz diyar kir ku dê operasyon bi tu awayî negihijin armanca xwe û ji bo bidawîbûna îktîdarê tenê 19 roj mane. 
 
Hevserokê Şaxa OHD’a Mêrsînê Îbrahîm Kaya jî wiha got: “Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, rejîm jî bêhtir bi hilweşîna xwe rû bi rû dimîne û hewl dide zextên xwe zêdetir bike. Tacîza xwe ya darazê ku li dijî tevahiya civak û derdorên muxalîf didomîne; li ser kedkarên çapemeniyê yên heqîqetê derdixin holê û siyasetmedaran didomîne.  Em ê darizandina parastinê qebûl nekin. Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne û em li vir careke din dibêjin ku dê bi tu awayî serî li ber van zextan netewînin û dê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca jî binçavkirinên heyî weke operasyona qirkirina siyasî nirxand û ev tişt anî ziman: “Tevî hemû zextên îktîdarê jî em ê serî li ber wan netewînin. Çi dikin bila bikin lê em ê hevalên xwe yên bi operasyona qirkirina siyasî dîl hatine girtin dîsa ji nava lepên wan derxînin.” 
 
ÎDIR
 
Partiyên siyasî yên Îdirê li Buroya Hilbijartinê ya Zagrosê daxuyaniyek dan û bertek nîşanî serdegirtinan dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em qirkirina siyasî şermezar dikin” hat vekirin û dirûşmên “Hûn bi zextan nikarin me bitirsînin” hatin berzkirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Aysel Aras û Yilmaz Hûn, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li daxuyaniyê bûn.
 
Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hûn metna daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku li Kurdistanê bûne partiyên tabelayan fêm kirine ku dê 14’ê gulanê de winda bikin. Hûn, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Pergala ku bi salan e bi kuştinên kiryarnediyar, girtinên dijhiqûqî û girtinên partiyan nekarî tevgera siyasî ya kurdan ji holê rake, vê serê sibehê li gelek bajaran di sergirtinên malan de parêzer, rojnameger, hunermend, şanoger, rêveberên saziyên sivîl û xebatkarên partiyên me binçav kirin. Ev operasyonên siyasî yên qirkirinê dîsa di pêvajoya hilbijartinekî de hatin destpêkirin. Bi dosyayên îbareya veşartî nêzî 150 hevalên me hatin binçavkirin. Bila deshilat vê yekê baş bizane ku bi zextên siyasî û operasyonan nikarin li pêşiya me bibin asteng. Pêşiya niha jî gelek operasyon li me hatin kirin. Lê me her tim bi sekna xwe ya bibiryar ev operasyonên tirsonek têk birin. Em soz didin gelê xwe ku em ti car li hember vê desthilata faşîst sekna xwe xerab nakin. Teqez em ê serbikevin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
 
ŞIRNEX
 
Bi heman boneyê li Şirnexê jî bi tevlibûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr, endam û rêveberên rêxistina Partiya Çepên Kesk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên MEBYA-DER'ê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hate dayîn. 
 
Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş di daxuyaniyê de axivî û binçavkirinên dawî weke provakasyona beriya hilbijartinê nirxand. Ozguneş, axaftina xwe wiha domand: “Bi vê operasyonê dixwazin ku pêşiya provakosyonê vekin. Ji ber ku di sala 2015'an di 7'ê hezîranê de me dît ku dema ku desthilatdariya AKP'ê winda kir, nehişt ku hikûmetek pêk bê û di nava gel de pêşiya aloziyeke mezin vekirin. Û ji aliyê hêzên tarî ve gelek bûyer pêk anîn. Niha jî dibînin ku dê winda bikin û dibînin ku gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û xizanan biryara xwe daye. Ji ber wê dixwazin ku desthilatdariya xwe û zilma xwe ya 21 salan ku dane meşandin dîsa birêve bibin. Ev hêzên tarî dixwazin ku ji van êrişan sûd bigirin lê belê ew ê tu encamekî nestînin. Heta niha gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Lê me dev ji têkoşînê berneda. Divê gelê me di van 20 rojan de li dijî provaksyonan hişyar be. Hikûmeta AKP'ê bila bizanibe ku çi bike bila bike dê bisernekeve. Gelên Tirkiyeyê biryara xwe ji bo demokrasiyê daye û em ê nehêlin ku bi provakasyonan pêşiya vê bê girtin.” 
 
BURSA 
 
Şaxa OHD’a Bursayê jî di heman çarçoveyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, rejîm jî bêhtir bi hilweşîna xwe rû bi rû dimîne û hewl dide zextên xwe zêdetir bike. Tacîza xwe ya darazê ku li dijî tevahiya civak û derdorên muxalîf didomîne; li ser kedkarên çapemeniyê yên heqîqetê derdixin holê û siyasetmedaran didomîne.  Em ê darizandina parastinê qebûl nekin. Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne û em li vir careke din dibêjin ku dê bi tu awayî serî li ber van zextan netewînin û dê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
MÊRDÎN
 
Parêzerên Baroya Mêrdînê jî li pêşiya Edliyeya Qoserê hatin ba hev û têkildarî binçavkirinan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de banga berdana binçavkiriyan hate kirin. 
 
Li ser navê parêzeran, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk metna daxuyaniyê xwend. Elîk, diyar kir ku endamên Baroya Mêrdînê jî di nav de gelek parêzer, kedkarên çapemeniyê, hunermend, rêxistinên civaka sivîl û parastvanên mafan hatine binçavkirin û wiha got: “Ev binçavkirin û girtin, bi awayekî keyfî tên kirin. Bi vê yekê re parêzer, parastvanên mafên mirovan, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl bi destê darazê hedef hatine girtin. Her wiha tevdîrên parastinê yên binçavkirin û girtinê jî weke gefekê hatine bikaranîn. Em van binpêkirin û derhiqûqiyên li dijî hempîşeyên xwe, parastvanên mafan, kedkarên çapemeniyê, hunermend û endamên rêxistinên civaka sivîl qebûl nakin û bang dikin ku tavilê dawî li van sepanên keyfî yên derhiqûqî bînin.” 
 
EDENE
 
Tifaqa Ked û Azadiyê têkildarî binçavkirinan li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyaniyek da. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, DBP, TJA, ÎHD û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Binçavkirin, girtin û zext nikarin me têk bibin” hatibû vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” û “Dê AKP hesabê bide gel” berz kirin. 
 
'EM Ê TEQEZ BI SER KEVIN’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya ve hate xwendin. Kaya wiha got: “Îktîdara AKP-MHP’ê di erefeya mezintirîn têkçûna xwe de ye. Bi vê tirs û xofê jî êrişî partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û muxalefetê dike. Dê ev êriş bibin dawiya îktîdarê. Ditirsin. Ji ber ku dê biçin û ew bi xwe jî bi vê dizanin. Hêvî û ronahiya ku Tifaqa Ked û Azadiyê di nava civakê de belav kiriye, dê dawî li tarîtiya qesrê bîne.” 
 
OPERASYONA QEZENCKIRINA HILBIJARTINÊ
 
Piştî Kaya jî namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari axivî û ev tişt anî ziman: “ÎktKîdara AKP’ê li ber têkçûnê ye. Lewma bi serî li van operasyonên serê sibehê dide. Ev operasyon, nîşaneya bêhêziya AKP’ê û têkçûna wê ye.”
 
Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Edeneyê Mehmet Karakiş axivî û got ku dê li dijî binçavkirin, girtin û qirkirina têbikoşin û bi ser kevin. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa OHD’a Colemêrgê jî têkildarî binçavkirinan li pêşiya Edliyeya Geverê daxuyanî da. Endamên Şaxa OHD’a Colemêrgê û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê girseyê Hevserokê Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahîr Agralî axivî û ev tişt anî ziman: “Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, rejîm jî bêhtir bi hilweşîna xwe rû bi rû dimîne û hewl dide zextên xwe zêdetir bike. Tacîza xwe ya darazê ku li dijî tevahiya civak û derdorên muxalîf didomîne; li ser kedkarên çapemeniyê yên heqîqetê derdixin holê û siyasetmedaran didomîne.  Em ê darizandina parastinê qebûl nekin. Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne û em li vir careke din dibêjin ku dê bi tu awayî serî li ber van zextan netewînin û dê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
WAN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî têkildarî mijarê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Pêkhateyên platformê, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, rojnameger û bi dehan welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Zext nikarin me êk bibin”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Parastin nayê bêdengkirin” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de her wiha rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê jî hatin hilgijrtin. Li ser navê platformê, endamê Şaxa OHD’a Wanê parêzer Ebrû Demîrtepe daxuyanî xwend. 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê hunermend û şanogeran ji bo binçavkirinên îro li hev kom bûn. Hunermendên ku li ber Yenî Sahneyê hatin ba hev, bi daxuyaniyekê binçavkirin şermezar kirin. Li ser navê hunermendan Bahoz Ozsûnar metna daxuyaniyê xwend. 
 
Ozsûnar di daxuyaniyê de bal kişand ser qedexe û astengiyên li ber hunera kurdî û got: "Ev bûyer ne skandala ewil e ne jî ya dawî ye, em baş dizanin. Em ji qedexekirina lîstikên şanoyên kurdî, şewitandina Sînemaya Yılmaz Guney, binçavkirin û îşkencekirina hunermendên kurd dizanin û em ji bîr nakin."
 
Ozsûnar di berdewama daxuyaniyê de ev tişt gotin: 
 
"Em şanoger û xebatkarên hunera kurdî, dildarên zimanê kurdî vê rûreşîyê şermezar dikin Em mûxatabên vê rûreşîyê bibînin jî nebînin jî em ê li ser dikan, li hemberê kamerayan li kolanan û li qadan têkoşîna xwe ya hunerî pêşkêşî gelê Kurd bikin.  Em tirsa wan dizanin. Bê çawa hunera kurdî wan ji xewên şeva bi tirs radike. Weke ku kurda di kabûsên xwe de dibînin, berê sibehê fermana binçavkirinê li dardixin. Her çiqas çavên xwe li kurd û kurdî sor bikin jî, bila baş bê zanîn ku em ê ne kêmî wan bimînin û ji sekna xwe qet nayên xwarê. Gelî xebatkarên çapemenî, hunermend û hezkirîyên hunera kurdî, ev barê pêşketinê, li ser pişta me teva ye. Tenê em dikarin dengê xwe bigihînin. Ji Batmanê li ser navê hunermendê Kurd Bangawazîyê dikim. Divê hemî gel û sazî bi vê bêedaletîyê bihisin. Di vê rêya hişyarîyê de em gelê xwe silav dikin û daxwazîya piştgiriya wan dikin."
 
 

Sernavên din

28/04/2023
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye
10:03 'Bozdagê ku serok û amire dadgeran e gelo wê çawa edaleta hilbijartinê temîn bike?'
09:02 Baroya Îzmîrê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin
09:01 Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin