Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin

  • rojane
  • 13:21 25 Nîsan 2023
  • |
img

AMED - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, binçavkirina rojnameger, siyasetmedar û parêzeran protesto kirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin got: "Qethiyen em ê paş de gavneavêjin û em ê di 14'ê Gulanê de vê desthilatê bişînin." 

 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Amedê de rojnameger, parêzer, siyasetmedar, şanoger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de zêdetirî 110 kes hatin binçavkirin. Li Amedê binçavkirin bi awayekî girseyî hatin protestokirin. Endam û nûnerên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl têkildarî binçavakirinan xwestin daxuyaniyê dan. Polîsan hewl da daxuyaniyê asteng bikin. Girseya ku li Kuçeya Hunerê ya li Semta Ofîsê ya navçeya navendî Yenîşehîrê kom bû, polîsan ew dorpêç kirin. Piştî vê girse xwest bimeşe. Polîs jî neçar man ku rê vekin. Polîsan destûr da ku girse li ber Buroya Hilbijartinê ya Ofîsê ya Partiya Çepên Kesk daxuayniyê bide. 
 
'EM QEBÛL NAKIN'
 
Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî ku di nava dorpêçê de daxuyanî da, got: "Desthilata siyasî ku nikare li hemberî hevokên me, li hemberî gotinên me û siyaseta me siyasetê bike, tenê dikare parêzeran, rêveberên partiyê, şanogeran binçav bike. Em vê protetso dikin. Qethiyen em vî tiştî qebûl nakin." 
 
'EM Ê WE BIŞÎNIN'
 
Paşê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî. Akin wiha axivî: "Em li her derî dibêjin: Em bi hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne. Tevî her tiştî jî, tevî hemû operasyon û astengiyan jî em ê li vir gotina xwe bibêjin û em ê dengê gelê xw eragihînin. Belê, îro di serî de Amed li gelek bajarên me operasyon hatin kirin. Hunermend, parêzer, cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP'ê hatin binçavkirin. Me û van hevalan bi hev re xebatên hilbijartinê dikirin. Em li vir bang li desthilatê dikin: Ya ku hûn dikin dek û dolabeke hilbijartinê ye. Hûn bi binçavkirinan kampanyaya hilbijartinê li dar dixin. Em li hemberî we gotina xwe dibêjin. Em li vir in û em ê di 14'ê Gulanê de we bişînin." 
 
Akin anî ziman ku AKP'ê fêm kiriye ku di hilbijartinê de têk çûye û ji ber vê zext û zoriyê zêde dike û wiha domand: "Ev rejîma qesrê baş dizane li her derê welêt têk şikiyaye. Êdî qîmeta gotina wê nemaye. Riziyaye, qediyaye. Êdî tu tiştî tamûl nake. Va hûn dibînin: Em ê li vir daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, lê em bi her cure astengiyan re rû bi rû ne. Aliyek hemû derfetan bi kar tîne û aliyekî jî bi baweriya xwe, bi biryardariya xwe dixebite û têkoşînek heye. Aha, gelê me li vir e. Em gelê xwe temsîl dikin. Em li seranserê welêt têdikoşin. Qethiyen em ê paş de gavneavêjin û em ê di 14'ê Gulanê de vê desthilatê bişînin." 
 
2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Piştî axaftina Akin, girse bi berzkirina dirûşmeya bi tirkî "Dîrene dîrene kezanacagiz" (Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin) belav bû. Gava girse belav bû, polîsan ew dirpêç kir. Lê polîsan xebatkarê çapemeniyê yê HDP'ê Tumen Anli û endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Serhat Eren binçav kirin. 
 
 

Sernavên din

28/04/2023
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye
10:03 'Bozdagê ku serok û amire dadgeran e gelo wê çawa edaleta hilbijartinê temîn bike?'
09:02 Baroya Îzmîrê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin
09:01 Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye