Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne

ENQERE - Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû ku li Meclisê bi HDP’ê re hevdîtin kir, diyar kir ku dê li vî welatî şer bi dawî bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî Meclis weke navnîşan destnîşan kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî gotin ku ew li gel wê yekê ne ku pirsgirêka kurd li Meclisê bê çareserkirin lewma hevdîtin li Meclisê li dar xistine. 
 
Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû çû serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar. Hevdîtin li Koma Meclisê a ya HDP’ê hate kirin. Li gel Kilçdaroglû, her wiha Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel, Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke û Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Oguz Kaan Salici jî tev li hevdîtinê bûn. 
 
Kiliçodaroglû û şandeya pê re ji hêla Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Hevdîtin nêzî 50 deqeyan dom kir û piştre jî Kiliçdaroglû, Buldan û Sancar derbasî meqamê li Meclisê. Li vir jî hevdîtineke duyemîn a bi 10 deqeyan hate kirin. Piştre jî Kiliçdaroglû, Buldan û Sancar li odeya Koma Meclisê ya HDP’ê daxuyanî dan.  
 
METNA MUTABEQETA HEVPAR RADEST KIRIN
 
Kiliçdaroglû têkildarî hevdîtinê wiha got: “Me dokumanter û metna xwe ya têkildarî guhertinên makeqanûnê û pergala parlamenteriyê ya xurtkirî radestî wan kir. Di heman demê de me li ser gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê hevdîtin kir û xistin rojeva xwe. Divê darazeke serbixwe û bêalî teqez hebe. Divê teqez dewleta hiqûqê hebe. Divê pirsgirêkên di mijarên dewleta sosyal û belavkirina dahatê de tavilê bên çareserkirin. Her du alî jî di mijara parastina maf û azadiyên bingehîn de xwedî heman daxwazan in. Parastina mafên bingehîn û azadiyan, parastina hawirdorê û guherîna avhewayê di rojeva me de bû. Guherîna hawirdor û avhewayê heye. Divê ji bo vê mijarê amadekariyên cidî bên kirin. Di vê mijarê de tevahiya cîhanê tevdîran digire lê Tirkiye bi qasî tê xwestin nagire rojeva xwe. Ev yek jî dike ku welatê me li hemberî karesatên xwezayî amade nebe.” 
 
‘EM TAYÎNKIRINA QEYÛMAN RAST NABÎNIN’
 
Bi domdarî Kiliçdaroglû bal kişand ser rêveberiyên herêmî û tayînkirina qeyûman û wiha domand: “Em li ser mijara rêveberiyên herêmî sekinîn û me ji birêz hevserokan re got ku tayînkirina qeyûman bi tu awayî rast nabînin. Di mutabeqeta me ya hevpar de tê gotin ku divê tayînkirina qeyûman nebe, kesên bi rêya hilbijartinê hatî divê bi rêya hilbijartinan biçe û ev yek ji rêgezên sereke ya demokrasiyê ye. Heke hûn demokrasiyê îpotek bikin, bibêjin ez dengên we qebûl nakim, ez kê bixwazim dê wî tayînî vê derê bikim, heke hûn bibêjin ez ê kesekî li vir tayîn bikim, ev yek nabe sepaneke rast. Heke em demokrasiyê biparêzin, divê em di her mercan de biparêzin. Parastina demokrasiyê, parastina mafên mirovan e, parastina wekheviya jin û mêran e, parastina hawirdor û avhewayê ye. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka texrîbatan, avakirina îradeyê ye. Her wiha me got ku yek ji rêgezên me yên sereke jî demokrasî ye.” 
 
‘EM AMADE NE KU BI HEV RE TEVBIGERIN’
 
Bi domdarî Kiliçdaroglû ev nirxandin kir: “Divê pêşiya siyasetê bê vekirin. Divê pêşî lê were vekirin û siyaset nebe cihê şer û pevçûna.  Gelo ma ev welat êdî ji şeran bêzar nebû? Dê hinek televîzyonên vî welatî îşev dîsa gelek tiştan binivîsin û biweşînin. Gelo ma hûn ji şeran bêzar nebûn? Li cihê ku mirov hev hembêz bike, mirov were ba hev û mîna mirovên hemdem nîqaşan bike, em çima şer dikin? Em bi kîjan sedemê şer dikin? Em çima civakê dabeş dikin û çima ji hev parçe dikin? Em li gel yekitiyê ne. Em amade ne ku ji bo ev welat xwe komî ser hev bike û hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Divê siyaset pirsgirêkan dernexîne. Divê siyaset, pirsgirêkên heyî çareser bike. Heke siyaset pirsgirêkan biafirîne, wê demê bandoreke neyînî li ser pêşketin, mezinbûn, mafên mirovan, wekheviya jin û mêran dike. Em di sedsala 21’an de ne û hêjta li pey girtina partiyan ne. Ev yek rast nîne. Helwesta ‘ka ez filan partiyê bigirim da ku dengên wê bo min bên’, feraseteke xelet e. Em tevek jî dizanin ku partiyên tên girtin bi navê partiyeke din derdikevin ser dika siyasetê û gel piştgiriyê dide. Di metna mutabeqeta hevpar de têkildarî girtina partiyan sererastkirin hene û ev yek hatiye zehmetkirin. Divê ji ewil Meclis biryarê bide û di vê mijarê de qanûn hene. Min nêrîna xwe ya di vê mijarê de bi hevserokên giştî re parve kir. Divê tundiya li dijî jinan teqez bi dawî bibe. Di vê mijarê de civak bihestiyar tevdigere û divê saziya siyasetê jî di ruhê xwe de hîs bike. Heke hûn tundiya li dijî jinan bi awayekî teşwîq bikin, ev yek rast nîne. Divê tundiya li dijî jinan teqez bi dawî bibe û saziya siyasetê jî xwedî helwestekî zelal be. 
 
EM LI BENDÊ NE KU LI DIJÎ ZEXTÊN ÎKTÎDARÊ BISEKININ 
 
Divê saziya siyasetê têkildarî hemû komên dezavantaj peywira xwe bi cih bîne. Di sedsala 21’an de paşguhkirina mafên wan hêjayî Tirkiyeyê nîne. Ji bo tevahiya mafên wan radestî wan bên kirin, ji bo ku di her qada jiyanê de cih bigirin, divê em bo wan rê vekin. Îktîdarê daraz siyasî kiriye, li wir mirovên xwe bi cih kirine û li dijî siyasetê wekî ço bi kar tîne. Em vê nêzikatiyê teqez qebûl nakin. Li gorî xala 138 a Destûra Bingehîn, dadger li gorî hiqûqê û qenaeta wijdana xwe biryarê dide. Bendewariya me ya ji dadgeran jî ev e. Bendewariya me ya ji wan ew e ku li dijî zextên îktîdarê li ber xwe bidin. Heke ev yek bibe em dikarin bibêjin dê demokrasiyeke rasteqîn ava bikin. 
 
Em têkildarî erdhejê jî axivîn. Hevserokên giştî diyar kirin ku di mijara erdhejê de pêdivî bi bernameyeke sererastkirinê ya lezgîn heye. Em jî tev li nêrînên wan dibin. Divê ji bo vê herêmê bernameyeke taybet bê derxistin. Dema çûm herêmên erdhejê min ji bo vê bang li hikûmetê kir. Ez heman bangawaziyê li vir jî dubare dikim. Divê bernameyeke taybet bi lezgînî bikeve meriyetê. 
 
NAVNÎŞANA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD MECLIS E 
 
Hevalên hêja, çareseriya hemû pirsgirêkan, pirsgirêka kurd jî di nav de, Meclis e. Ez dîsa dibêjim. Çareseriya hemû pirsgirêkan, pirsgirêka kurd jî di nav de Meclis e. Hebûna TBMM'ê ji ber wê yekê ye ku parlamentoya çareseriya pirsgirêkan e. Ji damezrandina xwe heta niha pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê di TBMMê de hatine çareserkirin. Em amade ne û hemû pirsgirêkên heyî li gel parlementerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, xwe bispêrin aqilê netewî çareser bikin. Hûn ê bibînin ku tu pirsgirêkên ku neyên çareserkirin nemînin. Yanî ev hemû pirsgirêk bi îradeya Meclisê û gel dikare bê çareserkirin. Çima her kes dikare pirsgirêkên xwe çareser dike, lê em ê nikaribin çareser bikin. Ma kapasîteya TBMM’yê têra çareserkirina pirsgirêkan nake? Na, bes e ezbenî. Navnîşana çareseriyê ji bo her pirsgirêkê ev der e.
 
WEKHEVIYA JIN Û MÊRAN 
 
Di beyannameya xwe ya banga sedsala duyemîn de, me bi zelalî û eşkere destnîşan kir ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e û ev biryar hemû di kongreya me de bi yekdengî qebûl bû. Em demokrasiyê diparêzin, em mafên mirovan diparêzin, em di wê baweriyê de ne ku divê tu kes neyê paşguhkirin. Em ji bo wekheviya zayendî têdikoşin û vê diparêzin. Bifikirin, ji hawirdorê bigire heya hewayê, ji mafên mirovan bigire heya demokrasiyê û heya serxwebûna dadweriyê, ji desteserkirina mafên komên dezavantaj bigire heya wekheviya jin û mêran, em ê yan demokrasiyê bînin vî welatî an jî em ê bînin. Nîveka vî karî nîne, ne jî şer heye. Em ê bi azadî nîqaş bikin, em ê bi hev re nîqaş bikin. Em rûniştin û axivîn, me nekarî li hev bikin. Heke em li hev nekin, em ê dîsa biaxivin. Li vî welatî mirovên zane û rêzdar hene, ji cîhana akademîk, ji civaka sivîl, li her bajarî rûspî hene. Siyaset bi serê xwe ne saziyek e, hêza xwe ji rayadarên civakê û zanayên civakê digire. Bi wê piştgiriyê em dikarin hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin. Pirsgirêkeke ku nayê çareserkirin nîne.
 
EZ Ê LI VÎ WELATÎ ŞER BI DAWÎ BIKIM 
 
Wîsa xuya dike ku ev serdan ji bo we çapemeniya rêzdar jî pir girîng e. Hemî kamera, bi kêmasî û zêdebûna xwe li vir in. Bi taybetî ez ji endamên çapemeniyê daxwaz dikim ku xwe ji zimanê ku civakê parçe dike dûr bixin. Ji zimanê ku civakê dike dubendî û neyarê hev dûr bixin. Berpirsiyariya medyayê jî heye. Divê medya hay ji vê berpirsiyariyê hebe. Li şûna ku hembêzkirin hebe, destgirtin hebe, parvekirina rojên me yên xemgîn hebe û di rojên me yên bextewar de şahî hebe, çima şer bê gurkirin. Em ê şer bi dawî bikin. Weke namzetê serokomariyê yê 13’emîn ez ê li vî welatî şer biqedînim. Ez soz didim. Ez soz didim miletê xwe, nasnameya wan, baweriya wan çi dibe bila bibe, terza jiyana wan çi dibe bila bibe, mirov mirov e û cihê wî li ser serê min heye. 
 
ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA KURDÎ
 
Cihê xemgîniyê ye. Binihêrin, ji we re qala bûyereke din a bi êş bikim. Beriya bi demekê li Meclîsê axaftin tê kirin. Gotinek dema bi Îngilîzî tê bikaranîn di nava kevanê de dinivîsîne 'Ev gotin bi Îngilîzî ye'. Bi Fransî û hwd. be hemû têne nivîsandin. Lê belê di nava axaftinê de dema hevokek, gotinek bi Kurdî derbas dibe, hingî weke 'zimanê nayê zanîn' tê nivîsandin. Ji bo Xwedê; ez ji wijdanê mirovên li vî welatî re dibêjim. Qenaleke TRT'ê bi navê TRT Kurdî heye ku weşanê dike. Çawa dibe ku hûn li vê derê dinivîsînin 'zimanekî nayê zanîn'. Zimanekî nayê naskirin. Hûn çima radibin zimanekî ku bi hezaran sal in pê tê axaftin weke zimanekî nayê zanîn dinivîsînin. Ez niha ji her mirovekî xwedî wijdan û exlaq dipirsim: Gelo cotstandartî li dewletê tê? Lê nayê. Hûn ê hurmetê nîşanî zimanê her kesî bidin. Belê zimanê me yê fermî Tirkî ye, li ser seran, kes tiştekî ji vê re nabêje. Lê belê hûn weke dewlet nabe ku bi cotstandartî nêzîk bibin. Dema hûn bi cotstandartî nêzîk bûn, hingî hûn cihêkariyê dixin nava welatiyên me.
 
HÛN Ê BI ÇAVÊ DIJMINATIYÊ LI KESÎ NENIHÊRIN
 
Tê wê wateyê ku hûn komek ji mirovan weke dijmin dibînin. Ev yek lîstikeke hêzên emperyal e ku li ser Tirkiyeyê tê lîstin. Em ê Tirkiyeyê ji vê lîstikê rizgar bikin. Dilê her kesî wê rehet be, li vî welatî hûn ê kesî weke dijmin nebînin, hûn ê kesî cihê nekin. Weke ku min beriya niha got, hûn ê bi rêzdarî nêzî bawerî, nasname û rêbaza jiyanê ya her kesî bibin. Em ê dest bi destpêkeke nû bikin. Destpêkeke demokratîk a bi exlaq. Em ê destpêkeke ku her kesî hembêz dike pêk bînin. Civakek dûrî şer û pevçûnê. Bala civakê wê li ser vê yekê be; em ê çawa mezin bibin, em ê çawa bi pêş bikevin, em ê çawa bêkariyê çareser bikin, em ê çawa nekweheviya navbera herêman çareser bikin. Li herêma erdhejê pirsgirêk heye. Pirsgirêka bi hezaran, bi milyonan mirovî heye, em ê van pirsgirêkan çawa çareser bikin. Divê civak bala xwe bide ser vê yekê. Dikeve nava nîqaşên bêkêr. Di vir de jî wezîfeyeke mezin dibe para kedkarên çapemeniyê. Birêz Serokên Giştî, gelo min hinekî dirêj kir? Ez ji dil spasiya we hemûyan dikim. Ji ber ku pêşwazî li me kir, li pêşiya we hemûyan spasiya Serokên Giştî dikim."
 
BÛLDAN: ME NÎŞAN DA KU EM ALÎGIRÊ ÇARESERIYÊ NE
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî li ser sedema lidarxistina hevdîtinê ya li Meclisê got, wan xwestine ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îşaretê bi navnîşana çareseriyê bikin. Pervîn Bûldan wiha axivî: "Beriya her tiştî em spasiya we hemûyan dikin. Ji ber vê baldariyê mala we ava be. Me îro bi birêz Serok û heyeta wî re hevdîtinek kir. Nêzî saetekê em li ser mijarên ku birêz Serok qalê kir, bi hev şêwirîn, li ser pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê em axivîn. Her wiha em li ser bendewariya civaka Tirkiyeyê, bendewariya gelên Tirkiyeyê ya ji me axivîn. Lewma em careke din spasiya Birêz Serok dikin ku di çarçoveya van bendewariyan de ev agahî bi me re parve kir. Mebesta me ya pêşwazîkirina birêz Serok li vê derê ew e ku me xwest nîşan bidin, em alîgirê wê ne ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li bin sîwanê Meclîsê pêk bînin. Ji ber vê yekê me xwest Birêz Serok û heyeta wî li parlamentê pêşwazî bikin, malovaniyê jê re bikin. Me xwest bibe wesîleya vê yekê. Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemûyan, her wiha bendewariyên civaka Tirkiyeyê û karên piştî hilbijartinê em bi hev şêwirîn. Em careke din spasiya birêz Serok û heyeta wî dikin. Qawet be ji we re birêz Serok."
 
SANCAR: PIŞTÎ KU ME HEVDÎTIN NIRXAND EM Ê DAXUYANIYÊ BIDIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku ew hevdîtinê girîng dibînin û got: "Di hevdîtinê de me gelek mijar nirxand. Beriya niha birêz Kiliçdaroglû bi kurtasî qalê kir. Tirkiye di nava krîzeke gelekî giran de ye. Erdhejê bi êşeke giran nîşanî me da ku em di nava hilweşîneke çawa de ne. Xwedî ev erdhej bi êşeke ewqasî giran neketibûya rojevê, lê bû sedem ku em bikevin nava pêvajoyeke nû. Nabe ku êş ji nedîtî ve bê dayin û bi nedîtina vê êşê siyaset bê meşandin, kar bê kirin. Me hevdîtineke çêker kir. Partiya me di wê baaweriyê de ye ku pêwîstiya civakê ya xisareke mezin ji vê hilweşîna li Tirkiyeyê dîtiye, her wiha di mijara jinûve avakirina avahiyan de pêwîstiya xwe bi bernameyeke lezgîn heye. Yanî bi rengekî bi lez pêwîstiya xwe bi avakirinê heye, pêwîstiya xwe bi destpêkeke nû heye. Destpêkeke nû jî li ser bingeha azadî, edalet, mafên mirovan û demokrasiyê bi avakirina sîstem û jiyanekê dibe. Me di vê mijarê de nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Sedema pêkanîna vê hevdîtinê li Meclisê ew bû ku destnîşan bikin; em Meclîsê weke cihê çareseriyê dibînin. Mîna ku Birêz Serok jî destnîşan kir, pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemû divê bi lihevkirineke berfireh a civakî bêne çareserkirin, dikarin bêne çareserkirin. Li aliyê din em ê naveroka vê hvedîtinê, mijarên ku em li ser axivîne li desteyên xwe yên pêwendîdar binirxînin, bi hêzên xwe yên tifaqê re vê hevdîtinê binirxînin û bêyî ku dereng bimîne di demeke nêz de daxuyaniyeke hîn berfiren bi raya giştî û çapemeniyê re parve bikin. Em spasiya we hemûyan dikin."
 
 

Sernavên din

23/03/2023
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!