Salîha Aydenîz: Divê birêz Ocalan azad bibe

img

WAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di Newroza Wanê de axivî û got: “Israra di tecrîdê de israra di şer de ye. Ji bo ku birêz Ocalan dikaribe bi rola xwe ya dîrokî rabe, pêwîste azad bibe. Azadiya birêz Ocalan ji bo gelê kurd jêveneger e.” 

Li Wanê bi sedhezaran kes bi tîna azadiyê li dora agirê Newrozê bûn xelek. Kêliyek jî dirûşma “Bijî Serok Apo” bêdeng nebû. Bi germahiya agirê Newrozê re Koma Sorjiyan derket ser dikê û strî. 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkizak axivî û got: “Meha adarê meha berxwedan û têkoşînê ye. Gelê kurd serê xwe netewand. Wê ji niha şûn ve jî netewîne. Berxwedana gelê me destan û dîrokê dinivisîne. Em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Tecrîd gelê kurd jî tecrîd dike.” 
 
‘EV HILBIJARTIN HILBIJARTINA BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE’ 
 
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku Newroz destpêkek nû ye û bi berxwedanê tije ye û got: “ Ev Newroz newrozek şînî ye. Bi deh hezaran kes mirovên me canê xwe ji dest dan. Şîna me heye û hêrsa me zêde ye. Em ê piştî Newrozê ji vê îktidara faşîst rizgar bibin û em ê wan di sindoqan de têk bibin. Ev hilbijartin hilbijartina hesabxwestinê ye. Ev hilbijartin hilbijartina jêrizgarbûna vê îktidara ku 24 meh in li Îmraliyê tecrîdê disepîne ye. Di dinyayê de tecrîdek wiha nîne û nebûye jî. Îktidar ji bo şer bidomîne tecrîdê disepîne. Ev hilbijartin hilbijartina bidawîkirina tecrîdê ye.” 
 
‘SILAV LI MÎMARÊ JIN JIYAN AZADÎ BE’ 
 
Paşê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz derket ser dikê û xîtabî bi sedhezaran kir. Aydenîz wiha axivî: 
 
“Agirê Kawayê Hemdemîn Mazlûm Dogan, Rahşan, Zekiyeyan îro gihîşt bi milyonan kes. Newroz cejna serî rakirina li ber zaliman e. Heta kurd û Kurdistan azad bibe wê Newroz bi raperînê bidome. Newroz cejna yekitiya gelê kurd e. Silav li mîmarê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ be. Silav li birêz Abdullah Ocalan be. 
 
FELAKET ÎKTIDAR BI XWE YE 
 
Di vê navberê de em qurbaniyên erdhejê jî bi bîr tînin. Sedemê ewqas mirinan îktidar e. Felaketa rastî îktidar bi xwe ye. Em ê we helal û efû nekin. 
 
EFRÎNA KURDAN E 
 
Xelk di bin kavilan de ye lê ev îktidar êrişî rojavayê Kurdistanê dike. Em gazî vê îktidara ku neyarê gelê kurd e dikin; Efrîn a kurdan e û wê ya kurdan bimîne. Dixwazin kurdan bi kîmyasalê tune bikin. Em viya qebûl nakin. Em dibêjin, tavilê dest ji vî şerî berdin. 
 
DIVÊ OCALAN AZAD BIBE 
 
Pêwîste êdî birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Bi şer tecrîda li ser birêz Ocalan dijwartir dikin. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Israra di tecrîdê de israrkirina di şer de ye. Israra di tecrîdê de israrkirina di dijminatiya kurdan, neçareseriyê û bênasname hiştina kurdan de ye. Tekane sedemê vê tecrîdê ew e ku bawerî û fikrên birêz Ocalan xurt in. Du sal in tu xeber ji Îmraliyê nayê. Dixwazin birêz Ocalan bi gelê kurd bidin jibîrkirin. Hûnê qet nikaribin birêz Ocalan bidin jibîrkirin û hûnê encamê negirin. Ji ku birêz Ocalan dikaribe bi rola xwe ya dîrokî rabe pêwîse azad bibe. Azadiya birêz Ocalan ji bo gelê kurd xetek jêveneger e. Sala 2023’yan wê bibe sala azadiya fizîkî ya birêz Ocalan. Em bi dil û can ji israra berxwedan û aştiyê ya birêz Ocalan bi bawer in.” 
 
Pîrozbahiyê li ber stranên hunermend Bajar berdewam kir. 
 

Sernavên din

23/03/2023
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê