Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin

img
WAN -  Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fîkret Baransel diyar kir ku tevî zaman jî pirsgirêka dermanan didome û wiha got: “Ji sedî 25 kêmbûna dermanan tê wateya xelaya dermanan. Pergal êdî bi vî rengî nameşe.”
 
Pirsgirêka peydakirina dermanan zêde dibe. Tevî ku di meha sibatê de ji sedî 37’an zam hate kirin jî li dermanxaneyan gelek derman nayên peydakirin. Nexweşên ku ji ber vê rewşê gelek zêde mexdûr dibin, neçar dimînin dermanxane dermanxane bigerin. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fîkret Baransel, anî ziman ku bi taybetî di peydakirina dermanên zarokan de pirsgirêkên cidî hene.
 
JI 4 DERMANAN YEK NÎNE 
 
Baransel, bi lêv kir ku dermanfiroş jî bi pirsgirêka dermanan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Mixabin li bazara dermanan a li Tirkiyeyê bi ser ji sedî 25’an zêdetir derman nayên peydakirin. Berê dema ev derman nedihatin peydakirin me hin komên din ên dermanan didan. Lê belê ev pêvajoya em tê de derbas dibin peydakirina dermanan di asteke gelekî giran de ye û mixabin di her komeke dermanan de pirsgirêkên me hene. Em gelek dermanan, bi taybetî şirûbên pediatrik, antibiyotîkên ji bo zarokan tên bikaranîn, agirbir, tansiyon û gelek dermanên ji bo mezinan tên bikaranîn nikarin peyda bikin. Ji sedî 25 kêmbûna dermanan tê wateya xelaya dermanan. Di hin komên cîhanê de kêmasiya dermanan heye lê ya me gelekî taybet e. Tenduristî ji ber kêmbûna dermanan nikare xizmeta xwe bidomîne.”
 
‘EV PERGAL NAYÊN MEŞANDIN’
 
Baransel, da zanîn ku bi taybetî dermanxaneyên bi şev nobedar in ji ber nikarin dermanan peyda bikin pirsgirêkên cidî dijîn û wiha berdewam kir: “Welatiyekî me ji bo dermanekî bikire 7 an jî 8 dermanxaneyên nobedar digere. Dema li tu dermanxaneyan derman peyda nekir pirsgirêkeke gelek cuda derdikeve holê. Ev rewş hem ji bo nexweş hem ji bo bijîşk hem jî ji bo nexweşxaneyan dibe pirsgirêk. Elbet dema derman dibîne jî vê carê têkildarî kirîna derman pirsgirêk dijî. Zameke din ji dermanan re hat. Bihayê referansê yê ku em jê ra dibêjin cudahîya buhayê jî, lê zêde bû. Bi dermanên ku demekî dirêje nayên peydakirin re ferqa buhayan gihişt asteke gelek mezin. Ev ferqa bihayê mafê xwe gihandina dermanan ê mirovan ji destê wan digire. Ev pergal êdî bi vî şiklî nikare bimeşe û em vê bi rehetî dibînin. Mînak dema nexweş dermanan peyda nakin an jî dema bi biha dibînin bertekê nîşanî me didin. Sonda me ya ku em tenduristiyê bigihînin nexweşan heye. Em di navbera sonda xwe û şiyana me ya birêvebirina karê xwe da asê mane. Heke hûn derman nedin nabe, hûn bidin jî ji ber bihaye bertek digirin.”
 
WELATÎ NIKARE DERMAN BIKIRE
 
Emîr Çagan ê xwest dermanan bikire jî gazina bihayên zêde kir. Çagan, diyar kir ku bi taybetî ji ber peydakirina dermanên zarokan pirsgirêk dijîn û wiha got: “Beriya niha şirûb û dermanên zarokan erzan bûn. Lê niha em nikarin şirûbekê 60 70 lîreyan bikirin. Dema em tên dermanxaneyê her carê bi ser 200 lîreyî pere didin. Ji bo mirovên weke me yên ji bo mûçeyê kêmtirîn dixebitin, rewşeke gelekî zehmet e. Em di kirîna dermanan de zehmetiyê dikişinin û nikarin dermanan bistînin.”
 
 

Sernavên din

08/02/2023
10:09 Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye
10:06 Mexdûra erdhejê yê Bazarcixî: Gelo dê ro kengî derkeve?
10:05 Li Botanê seferberiya alîkariyê
09:07 Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin
01:13 2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne
01:04 Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
00:49 Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
00:46 HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
00:07 Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive
07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne