Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin

AMED - Kenan Tûlgay, birayê Mehmet Tûlgay ku li ber avahiya HDP'ê hatiye rûniştandin, diyar kir ku bi pereyan birayê wî birine ber HDP'ê. Kenan Tûlgay bilêv kir ku birayên wî Alî û Menaf di 93'yan de bi vîna xwe tev li PKK'ê bûne û got: "Çi eleqeya wan bi HDP'ya ku di sala 2012'an de hatiye avakirin re heye?"
 
Bi fermana Wezareta Karên Navxweyî û organîzasyona polîsan komek mirov li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê hatine bicihkirin. Ji van kesan yek jê jî Mehmet Tûlgay e. Tûlgay di 10'ê çileyê de ji Edeneyê anîne ber avahiya partiyê. Derket holê ku Tûlgay ji berê de bi dewletê re dixebite û bi "niviştan" sextekariyê dike. 
 
Ji malbata Tûlgay, Kenan Tûlgay diyar kir ku birayên wî Alî û Menaf Tûlgay di sala 1993'yan de bi vîna xwe tev li PKK'ê bûne û got ku malbata wan Mehmet Tûlgay yê li ber HDP'ê hatiye rûniştandin qebûl nake. Kenan Tûlgay da zanîn ku Mehmet Tûlgay ji salên 90'î ve bi dewletê re dixebite û bi "nivîştan debara xwe dike û tu pirsgirêkeke malbata wan bi HDP'ê re tune ye. 
 
'KESEKÎ TARÎ YE'
 
Kenan Tûlgay destnîşan kir ku ji malbata wan tu kes têkiliyê bi Mehmet Tûlgay re danayne û got: "Ew tenê bi awayekî biyolojîk birayê me ye. Her kes dizane ku tu têkiliya malbatê pê re tune ye. Tu pêwendiyek me pê re nîn e. Tu eleqeya me bi anîna wî ya ber HDP'ê re tune ye. Wî ji sala 89'an ve cerdevantî kiriye, bi JÎTEM'ê re xebitiye, sîxurtî kiriye û ji bo dewletê xebitiye. Malbatê ew red kiriye. Mirovekî paşeroja wî tarî ye. Hê jî heman tiştan dike. Em dixwazin her kes bi vê rastiyê zanibe. Birayên min Alî û Menaf rêya xwe bijartine û di 93'yan de çûne. Çi eleqeya wan bi HDP'ya ku di sala 2012'an de hatiye avakirin re heye?"
 
Kenan Tûlgay da zanîn ku mala Mehmet Tûlgay li Edeneyê ye û diya wî ew red kiriye û wiha got: "Beriya ku bavê min bimire, digot 'înşele li axretê wekî kurê leqayî min neyê.' Ew bêyî pereyan tu tiştî nake. Bi pereyan ew birine ber HDP'ê. Du birayên min çûne, lê tenê ji bo Alî dixwazive. Nexwe tenê ji bo kesekî pere wergirtine." 
 
'KESEK BI HEYSIYET NAÇE WIR' 
 
Kenan Tûlgay bilêv kir ku axaftina Mehmet Tûlgay a li ber HDP'ê cihê şermeke mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li ber HDP'ê axiviye. Ew axaftin ne axaftineke bi zanebûnî ye. Çi qas hînî wî kiribin ew qasî diaxive. Li vê erdnîgariyê siyaseteke qirêj tê kirin. Em li ser navê malbata xwe, lêborînê ji gelê kurd dixwazin. Me nedixwest wisa bibe. Kesekî bi heysiyet naçe wir. Kesên zane bi vî awayî xeber nadin. Diyar e ku çi qas pere wergirtibe ew qas axiviye." 

Sernavên din

06/02/2023
08:15 Li Elbîstanê 6 avahî hilweşiyan
07:52 Li Meletiyê 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:25 Piştî erdhejê banga alîkariyê ya navneteweyî hate kirin
06:37 Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan: 10 mirî, 110 birîndar
06:19 Li Amedê sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane
06:11 Li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan: 5 kesî jiyana xwe ji dest da
06:06 Li Amedê trafîk xitimî: Ji bo hestyariyê bang li gel hat kirin
05:59 Li Mêrdînê avahî xera bûn
05:53 Li Amedê gelek kes di bin kavilan de mane: Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
05:46 Li Rihayê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
05:39 Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne
05/02/2023
23:13 Derbarê polîsên ku tundî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
22:28 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê
22:19 Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir
21:30 Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû
19:18 Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye
18:55 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin