Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê

img
WAN - Rojnamevan-nivîskar Îkram Balekanî ku çalakiyên li Îran û Rojhilat didomin ji nêz ve dişopîne anî ziman ku çalakiyên bi mehan e didomin dest bi afirandina yekîtiyeke di navbera gelan de kirine û destnîşan kir ku ev yekitî xwedî wê îmkanê ye ku veguhere şoreşeke mîna Şoreşa Rojava. 
  
Jina kurd Jîna Emînî di 13’ê îlona 2022’yan de li paytextê Îranê Tehranê ji aliyê Gaştî Îrşad ku weke “polîsên exlaqê” tên zanîn ve bi îşkenceyê hate binçavkirin. Emînî ku rakirin nexweşxaneyê, di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiyên şermezarkirinê ku bi qetilkirina Emînî dest pê kirin didomin. Hate diyarkirin ku di çalakiyên ku di meha xwe ya 5’emîn didomin de herî kêm 522 kes hatine qetilkirin û bi dehan kes hatin darve kirin. Di nava hezaran kesên hatin binçavkirin û girtin de 172 aktîvîst, 61 rojnamevan, 50 siyasetmedar, 32 parêzer, 26 şanoger û sînemahez, 24 nivîskar, 23 parêzvanên jin, 21 werzîşvan, 14 hunermend, 5 helbestvan û 8 akademîsyen hene. Rojnamevan-nivîskar Îkram Balekanî ku çalakiyên li Îranê dewam dikin ji nêz ve dişopîne, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
ÇALAKÎ DI MEHA 5’EMÎN DE BERDEWAM DIKIN
 
Balekanî yê da xuyakirin ku li Rojhilat û Îranê çalakî berdewam dikin, anî ziman ku çalakî weke “Şoreşa Jinan” tên penasekirin û bi lêv kir ku bi destpêkirina çalakiyan re rejîmê têkiliyên înternet û telefonê qût kirin. Balekanî, diyar kir ku rejîmê bi birîna têkiliyên înternetê ketiye pêş çalakiyan û wiha got: “Lê tevî hemû astengiyên rejîmê jî gel geşkirina agirê şoreşê û çalakiyên xwe didomîne. Her çiqas xwepêşandan pêşî li seranserê Îranê belav bibin jî niha piranî li Kurdistan û Belucistanê berdewam dikin. Li Belucistanê bi taybetî piştî nimêja înê çalakî û meş tên lidarxistin. Li bajarên Îranê gel bi taybetî li ser banên xaniyên xwe bi dirûşmeyan piştgiriyê didin çalakiyan û li dijî rejîmê dengê xwe bilind dikin. Li Kurdistanê jî gelemperî li kolanan kom bi kom çalakî tên kirin.”
 
AZADÎ Û JIYANA HEVPAR
 
Balekanî, destnîşan kir ku gel bi çalakiyan daxwaza azadiyê dike û wiha berdewam kir: “Daxwaza azadiyê ji aliyê hemû gelên Îranê ve tê xwestin. Bêguman kurd jî vê daxwaza azadiyê dikin lê belê ji feraseta azadiyê ya gelên din ên Îranê azadiyeke cuda ye. Azadiya ku kurd dixwazin bi naskirina nasname, ziman û çanda xwe bi rengê jiyana hevpar a gelan e. Ji ber vê yekê li gelemperiya Îranê daxwaza azadiyê heye, lê belê ev daxwaz li gorî herêm an jî gelan diguhere. Ji bilî daxwaza azadiyê, dîsa gel Komara Îslamî ya Îranê naxwazin. Guhertina rejîmê dixwazin.”
 
‘GEL JI REJÎMÊ NATIRSE’
 
Balekanî, bi lêv kir ku rejîm bi tundiyê nêzî çalakiyên gel dibe û wiha pê de çû: “Bi rastî ji ber rejîm dizane li Sûriyeyê çi qewimî hewl dide dozaja tundiyê ya li dijî gel bi zanebûn zêde neke. Tevî vê heta niha nêzî 600 kesan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin. Di nava kesên hatine qetilkirin de bi dehan jê zarok in. Rejîmê armanc kir ku bi zext, îşkence û kuştinan çalakiyan bi dawî bike lê gel tevî hemû pêkanînan jî bi paş ve gavê naavêje. Ji ber ku gel 44 sal in di bin zexta vê rejîmê ye û êdî naxwaze bêdeng bibe. Ji ber vê yekê darvekirin, îşkence, kuştin û girtin ji bo gel ne tiştên nû ne, lewma êdî gel ji rejîmê natirse. Xaleke din a ku divê were zanîn ew e ku nêzîkatiya rejîmê ya li Kurdistanê û Belûcistanê û nêzîkatiya wê ya li deverên din an ku farisan ne yek e. Li van her du eyaletan rejîm zêdetir êrîşî gel dike. Ewqas jî ku heta niha piraniya kesên hatine kuştin li parêzgehên Kurdistan û Belûcistanê ne.”
 
KONSEYEKE HEVKAR 
 
Balekanî, da zanîn ku niha bi tarzên cuda çalakî tên meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne gel gelê kevn e, ne jî rejîm rejîma kevn e. Di destpêkirina çalakiyan re em dibînin ku gel tirsa mirinê ji ser xwe avêtiye. Tevî ku rejîmê gelek caran ragihand ku wê 'polîsên exlaqê' ji holê rake jî, gel êdî guh neda rejîmê. Ji ber ku gel pê hesiya ku rakirina 'polîsên exlaqê' wê pirsgirêkê çareser neke. Ji ber ku gel niha xwedî daxwazeke cuda ye; Gel guhertina rejîmê û jiyaneke azad dixwaze. Çalakî hêj jî dewam dikin. Bêguman dema mirov li pêvajoya derketinê ya destpêkê dinêrin, di navbera mezinahiya çalakiyan û ya heyî de cudahî heye. Lê belê ev çalakî eger bi rengê xwe yê heyî dewam bikin, wê têra nekin. Lê belê eger mûxalîf û kurdên li Îranê li hev bicivin û bi hev re konseyekê ava bikin, wê çalakî xurtir bibin. Eger ev bibe, wê şoreşa pêk were ne tenê li Îranê li tevahiya cîhanê bê slavkirin.”
 
WEKE ŞOREŞA ROJAVA…
 
Balekanî diyar kir ku binçavkirin, girtin, darvekirin û komkujiyên ji aliyê rejîmê ve tên kirin nîşaneyên wê yekê ne ku çalakî li tevahiya Îranê belav bûne û têkoşîna gelan a bi hev re dikare bê dîtin û wiha pê de çû: “Di van çalakiyan de beşên ji rêzê yên gel an jî gelek bi tenê li ber xwe nadin. Ji ber ku dema em li binçavkirin û girtinan dinêrin, dibînin ku aktîvîst, rojnamevan, siyasetmedar, parêzer, şanoger û sînemager, nivîskar, parêzvanên jin, sporvan, hunermend, helbestvan û akademîsyen hene. Ev yek nîşan dide ku di rastiyê de şoreşeke gelan heye. Ev ji bo Kurdistana Rojhilat destkeftiyeke mezin e. Çawa ku ev enerjiya rê li ber şoreşa li Rojava vekir û şoreşa Rojava li tevahiya cîhanê hat silav kirin, pêkane ku rewşeke bi vî rengî li Îranê jî rû bide. Bi şoreşa Rojava re gelên li Îranê îro hîn bêhtir sempatiyê ji kurdan re hîs dikin. Rastiya ku hemû Îran îro dest bi gotina 'Jin jiyan azadî' kiriye, di rastiyê de nîşaneya herî mezin a vê yekê ye.”
 
Îkram Balekanî, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ev çalakî weke çalakiyên berê nînin. Ji ber ku di rejîma Îslamî ya 44 salan de yekemcar gelan ewqas li hev kom bûn û her kes, heta zanîngeh jî piştgirî dan van çalakiyan. Ev çalakiyên ku bi taybetî bi pêşengiya jinê dest pê kirin, yek ji nîşaneyên herî mezin in ku ev sedsal sedsala jinê ye. Têkoşîna jinê xwedî wê hêzê ye ku dikare hemû faşîst û dîktatoran hilweşîne. Ev kiryar ducanî ne ku veguherin şoreşê. Gengaze ku ev çalakî veguherin şoreşekê.”
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

06/02/2023
08:15 Li Elbîstanê 6 avahî hilweşiyan
07:52 Li Meletiyê 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:25 Piştî erdhejê banga alîkariyê ya navneteweyî hate kirin
06:37 Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan: 10 mirî, 110 birîndar
06:19 Li Amedê sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane
06:11 Li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan: 5 kesî jiyana xwe ji dest da
06:06 Li Amedê trafîk xitimî: Ji bo hestyariyê bang li gel hat kirin
05:59 Li Mêrdînê avahî xera bûn
05:53 Li Amedê gelek kes di bin kavilan de mane: Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
05:46 Li Rihayê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
05:39 Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne
05/02/2023
23:13 Derbarê polîsên ku tundî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
22:28 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê
22:19 Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir
21:30 Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû
19:18 Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye
18:55 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin