Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!

img
WAN - Çalakî û berteka herî mezin a li dijî komploya navdewletî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bû. Bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da û çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" tenê ne li girtîgehan, li bajaran jî belav bû.
 
Komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derxistina ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî bi radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê dewam kir, 24 sal li dû xwe hiştin. Ocalan ku piştî radestî Tirkiyeyê hat kirin, ew xistin Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê, têkildarî komploya li hemberî xwe îşaret bi NATO'yê kiribû û gotibû: "Armanc afirandina PKK'yeke bê Apo û bê kurdan e." 
 
Di 24 salên borî de, têkoşîna kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê û seranserê cîhanê, komploya navdewletî pûç kir. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û li dijî komployê, bi beşdarbûna bi milyonan kesî çalakî û serhildan çêbûn. Ev çalakiyên ku gava Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin dest pê kirin, her çûn zêde bûn. 
 
‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN'
 
Çalakiya ewil, bi dirûşmeya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bû. Ê ku çalakiya ewilî li dar xist jî Mehmet Halît Oral bû. Oral, di şeva 9'ê Cotmeha 1998'an de li Mereşê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da. Ev çalakiya ewil, paşê li hemû deverên ku kurd lê dijîn belav bû. Di van çalakiyan de ku li girtîgehan dest pê kirin û paşê li gelek bajar û welatan belav bûn, di ser 100'î re mirov agir bi bedena xwe xistin. Bi çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" re çalakiyên mezin ên gel dest pê kirin. 
 
‘PIR BI HÊRS IM'
 
Oral, berî çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dar bixe, nameyek nivîsîbû û di wê nameya xwe de gotibû: "Hêrsa min, kerba min û tola min mezin e. Lê di zindanê de, nikarim vê yekê verêşim ser dijmin. Ez dixwazim bi vê çalakiya xwe, careke din girêdana xwe ya ji bo we nîşan bidim. Ez negiham wê şeref û rûmetê ku we bibînim. Lê min tim û tim we di dilê xwe de his dikir. Bê guman wê ev çalakiya min nikaribe bike ku TC paş de gav biavêje. Lê wê vî tiştî baş bibînin; ger bi qasî serê derziyê jî zirar bigihê we, dê gelê me cîhanê li wan bike zindan. Ji lew re îro ro cîhan behsa me dike û me bi tiştekî dihesibîne. Ev jî encama wê ked û hewldana we ya mezin e." 
 
ÇALAKÎ BELAV BÛN
 
Piştî çalakiya Oral, çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" berbelav bûn. Di çalakiyan de ku li girtîgehan dest pê kirin û li derve belav bûn, zêdetir, 100 kesî agir berdan bedena xwe. Piştî çalakiya Halît Oral, Mûrat Kaya di 19'ê Cotmeha 1998'an de li Girtîgeha Bartinê û Mehmet Gul jî di heman rojê de li Girtîgeha Amasyayê agir berdan bedena xwe. 
 
Alî Aydin jî di 21'ê Cotmeha 1998'an de li Girtîgeha Bartinê agir bi bedena xwe xist. Aydin di nameya xwe de ku li dû xwe hiştibû gotibû: "Serokê min; min pir dixwest te bibînim. Lê ez dibînim ku nahêlin ez te bibînim. Lewma ez ê van astengiyan ji holê rakim. Eynî wekî hevrê Sema, wekî Fîkrî, wekî Mîrat Kaya, wekî M. Halît Oral û Mehmet Gul ez ê jî xwe feda bikim. Û hêrsa min a li hemberî dijmin zêde dibû. Ez berxwedana gelê kurd û mezinbûna PKK'ê dibînim. Bijî Rêberê me yê mezin. Serok APO!" 
 
Paşê jî çalakî dewam kirin. Li Girtîgeha Çanakkaleyê Mehmet Aydin di 13'ê Mijdara 1998'an de agir bi bedena xwe xisti. Aydin di nameya xwe de ku li dû xwe hiştibû, gotibû: Ji 9'ê Cotmehê heya niha lê fikirîm ku kêliyek bêyî Apo ji bo PKK'ê, ji bo me çi ye? Encamên ku ez giham wan pir xeternak in. Hêzên tarî ji ber ku baş bi vê dizanin, lewma berê xwe didin we. Hûn yekîtiya me, sedema hebûna me, hinceta hebûna me ne. Cewhera tevahiya êrişan ev e." 
 
PEYAMA OCALAN
 
Gava Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, di hefteya ewil de Zehra Çelîk a 11 salî jî di nav de 63 kesan agir bi bedena xwe xist. Piştî ku çalakî berbelav bûn, Ocalan di 19'ê Mijdara 1998'an de ev peyam belav kir: "Di rojê dawî de çalakiyên xweşewitandinê didomin. Gelek hevrêtên me yê hêja agir bi bedena xwe xistin. Bi taybetî li Romaya ku bi dilgermî nêzî gelê me dibe, cardin dixwazim bang bikim ku demildest divê dawî li çalakiyên xweşewitandinê bê. Ez vê girêdana ji bo me û vê egîdiyê ji dil û can silav dikim. Lê kesên bi rastî jî girêdayî me, qethiyen divê serî li çalakiyên bi vî rengî nedin û ez bidawîbûna van çalakiyan wekî fermanekê diyar dikim." 
 
VÎYAN SORAN
 
Piştî peyama Ocalan, çalakî demekê sekinîn. Lê hêrsa li dijî komployê bi çalakiyên cur bi cur dewam kir. Komplo û tecrîda li dijî Ocalan kir ku cardin çalakiyên "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" dest pê bikin. Fatoş Saglamgoz, di 11'ê Mijdara 2003'yan de li bajarê Goteborgê yê Swêdê agir bi bedena xwe xist. 
 
Çalakî bi girtîgeh û bajaran sînorkirî neman. Li Heftenînê Vîyan Soran (Leyla Walî Hesen) jî di 2'yê Sibata 2006'an de agir bi bedena xwe xist û bû yek ji sembolên çalakiyên "Hûn nikarin Roja me tarî bikin". Soran ku li dû xwe nameyek hiştibû, di nameya xwe de gotibû: "Dibe ku hûn min rexne bikin ji ber vê çalakiya min. An jî dibe ku Rêber Apo çalakiyek bi vî rengî qebûl neke. Lê di her şeva 15'ê Sibatê de dilê min bi yê heval Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Berîvan, Ronahî, Rahşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdar û bi hezaran hevrêyên min ên şehîd re hildavêje. Ew dirûşmeya wan a 'Bijî Serok Apo' tim li nav dilê min berz dibe. Dibe ku hûn vê çalakiyê qebûl nekin û rexne bikin. Lê em ji we fêr bûn ku azadî bê bedêl nabe." 
 
Gelê kurd bi van çalakiyan û berxwedana xwe li dor Ocalan bû xelek û hewl da tecrîdê bi dawî bike. Lê di sala 2007'an de komploya li dijî Ocalan cardin dewam kir. Piştî xebera "Ocalan jehrî bû" ji Îmraliyê hat, çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" cardin dest pê kirin. 
 
Di çarçoveya çalakiyên "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" de li navçeya Kopê ya Mûşê di 18'ê Tîrmeha 2011'an de Evrîm Demîr a 18 salî û di şeva 15'ê Sibata 2018'an de li navçeya Konak a Îzmîrê Nazelîn Korkût a 21 salî ji bo komployê şermezar bikin agir bi bedena xwe xistin. 
 
NIRXANDINA OCALAN
 
Piştî li Semsûrê xwendekarê Lîseya Fenê ya Semsûrê Ebû Muslum Dogan ê 18 salî yê ji Meletiyê di salevgera komployê de agir bi bedena xwe xist, Ocalan bi rêya parêzerên xwe ev tişt ragihandin: "Dixwazim têkildarî hevalê ciwan ê ji Meletiyê Ebû Muslum Dogan ê agir bi bedena xwe xist çend tiştan bibêjim. Min berê kurdbûna Meletiyê rexne kiribû. Min bi awayekî tund rexne kiribû. Lê dixwazin di şexê vî hevalê ciwan û Zeynep Kinaciyê de nirxandinek nû bikim. Ev rûmeta kurdbûna Meletiyê ne. Ez bi xwe jî xwe li ber van hevalan qels û pir xwedî berprisiyar his dikim. Berê min dengê Zeynep Kinaciyê bihîstibû. Bi ya min divê li Meletiyê ji bo van hevalan bîrdariyek bê çêkirin. Kurdên Meletiyê divê xwedî li bîranîna van hevalan û kesayetiya wan a bilind derkeve." 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ AGIR BI BEDENA XWE XISTIN
 
Herî dawî jî Bûbû Taş û Mehmet Akar, ji ber ku zêdetirî 22 mehan xeber ji Ocalan nayê girtin, agir bi bedena xwe xistin û tecrîd û komployê şermezar kirin. Bûbû Taş, di 12'ê Çileya 2023'yan de li navçeya Artûklû ya Mêrdînê agir bi bedena xwe xist. Taş, berî ku çalakiya xwe li dar bixe dîmenek belav kiribû û di dîmenê de diyar kiribû ku ew vê çalakiyê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dar dixe.
 
Mehmet Akar jî di 16'ê Çileya 2023'yan de li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî tecrîdê agir bi bedena xwe xist. Akar di nameya xwe de diyar kiribû ku hêviya wî ew e ku ev çalakiya wî bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan. 
 
ÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Mehmet Halî Oral: Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li Mereşê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Mehmet Gul: Di 19'ê Cotmeha 1998'an de li Manîsayê di girtîgehê de aagir bi bedena xwe xist. Gul, di 27'ê Cotmeha 1998'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Bulent Bayram: Di 21'ê Cotmeha 1998'an de li Semsûrê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Alî Aydin: Di 21'ê Cotmeha 1998'an de li Bartinê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Hesen Îsa Hesen: Di 22'yê Cotmeha 1998'an de li Qamişloyê agir bi bedena xwe xist. Hesen di 25'ê Cotmeha 1998'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Selamet Menteş: Di 23'yê Cotmeha 1998'an de li Midyadê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Aynûr Artan (Rotînda): Di 23'yê Cotmeha 1998'an de li Midyadê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Mîrze Sevîmlî: Di 26'ê Cotmeha 1998'an de li Erziromê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Berzan Ozturk (Mûrat): Di 1'ê Mijdara 1998'an de li bajarê Stammheîm ê Almanyayê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist. Ozturk di 4'ê Çileya 1999'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Mehmet  Aydin: Di 13'ê Mijdara 1998'an de li Çanakkaleyê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Erdal Çeçen: Di 14'ê Mijdara 1998'an de li Midyadê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Kadrî Îlhan: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li li Sêrtê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Adnan Karataş: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Mêrdînê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Ahmet Yildirim: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Moskovayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Remzî Akkûş: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Moskovayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Emrûllah Damlaci (Seyîd Bayram): Di 18'ê Mijdara 1998'an de li Dêrikê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Cemîl Ozalp: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Amedê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Mîrza Çûbûkçû: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Êlihê di girtîgehê de piştî rojiya mirinê jiyana xwe ji dest da. 
 
Yavûz Guzel: Di 30'yê Mijdara 1998'an de li Bartinê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Hatîce Falay: Di 13'ê Kanûna 1998'an de li navçeya Bagcilar a Stenbolê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Taylan Ozgur Kahraman: Di 21'ê Kanûna 1998'an de li Almanyayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Kahraman Denlî: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Amedê li ser sûrên li hemberî Ordûeviyê bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" agir bi bedena xwe xist. Denlî, piştî 10 rojan li Nexweşxaneya Nûmûne ya Edeneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Serpîş Polat: Di 17'ê Sibata 1998'an de li Sakaryayê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Mûrat Yeşîlgoz: Di 8'ê Tebaxa 1999'an de li Amasyayê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Yavûz Guzel: Di 30'yê Mijdara 1999'an de li Bartinê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Hukmiye Seyhan (Rûken Berîtan): Di 23'yê Kanûna 1999'an de li Rûsyayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Mahmût Yener: Di 22'yê Hezîrana 2000'î de li Amedê agir berdan bedena xwe û di 8'ê Tîrmeha 2000'î de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Nesrîn Teke: Di 9'ê Tîrmeha 2000'î de li Amedê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Esen Aslan: Di 3'yê Tebaxa 2000'î de li Îzmîrê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Erdogan Kahraman (Yekta): Di 28'ê Adara 2004'an de li Qamişloyê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Serdar Arî: Di 25'ê Cotmeha 2005'an de li Îzmîrê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Fatoş Saglamgoz (Sema): Di 11'ê Mijdara 2003'ayna de li Qada Gûstaf Adolf a bajarê Goteborg a Swêdê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Aynûr Yaşli: Di 30'yê Adara 2006'an de li Antalyayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Leyla Walî Hasan (Viyan Soran): Di 1'ê Sibata 2006'an de li herêma Heftanînê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Veysî Kaya: Di 28'ê Sibata 2006'an de li Edeneyê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Elefteriya Fortûlakî: Di 24'ê Adara 2006'an de li paytexta Yûnanîstanê Atînayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Ebû Muslum Dogan: Di 15'ê Sibata 20210'an de li Semsûrê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Mûstafa Malçok: Di 15'ê Sibata 2011'an de li Amedê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Evrîm Demîr: Di 14'ê Tîrmeha 2011'an de li navçeya Kop a Mûşê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Firat Îzgîn: Di 12'ê Kanûna 2011'an de li navçeya Midyad a Mêrdînê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Mehmet Şerîf  Sakali: Di 4'ê Hezîrana 2012'an de li navçeya Mûdanya ya Bûrsayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Mehmet Yalçin: Di 1'ê Tebaxa 2012'an de li ber Edliyeya Qoserê ya Mêrdînê 
 
Serdal Yektaş: Di 9'ê Cotmeha 2012'an de li Rihayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Abdûlkadîr Atîlla: Di 11'ê Adara 2012'an de li Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edeneyê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Mahsûn Ozen: Di 22'yê Kanûna 2012'an de li Îzmîrê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Hadîka Dogrû (Hêvîdar Serhed): Di 15'ê Sibata 2016'an de li Kobanê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Nazelîn Korkût: Di 14'ê Sibata 2018'an de li Îzmîrê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Umît  Acar: Di 27'ê Îlona 2018'an de li bajarê Munîh ê Almanyayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Yonca  Akici: Di 9'ê Adara 2019'an de li Şakranê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Zulkuf Gezen: Di 17'ê Adara 2019'an de li Tekirdagê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Ûgûr Şakar: Di 22'yê Adara 2019'an de li bajarê Krefeld ê Almanyayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Ayten Beçet: Di 23'yê Adara 2019'an de li Gebzeyê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Zehra Saglam: Di 24'ê Adara 2019'an de li Otlûyê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Medya  Çinar: Di 25'ê Adara 2019'an de li Mêrdînê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Sîraç Yuksek: Di 2'yê Nîsana 2019'an de li Osmaniyeyê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
Mahsûm Pamay: Di 5'ê Nîsana 2019'an de li Xarpêtê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da. 
 
* Bûbo Taş: Di 12'ê Çileya 2023'yan de li navçeya Artûlşû ya Mêrdînê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da. 
 
* Mehmet Akar: Di 16'ê Çileya 2023'yan de li navçeya Sûrê ya Amedê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
 
 ÊN BIRÎNDAR BÛN
 
Mûrat Kaya: Di 18'ê Cotmeha 1998'an de li Bartinê di girtîgehê de,
 
Meral Kaşotûracak: Di 20'ê Cotmeha 1998'an de li Çanakkaleyê di girtîgehê de,
 
Îsmet Înanç: Di 22'yê Cotmeha 1998'an de li Yozgatê di girtîgehê de,
 
Fetah Karataş: Di 22'yê Cotmeha 1998'an de li Amedê, 
 
Mehmet Bagiran: Di 23'yê Cotmeha 1998'an de li Elbîstanê di girtîgehê de,
 
Cennet Guneş: di 24'ê Cotmeha 1998'an de li Dîlokê di girtîgehê de,
 
Seyrî Îpek: Di 24'ê Cotmeha 1998'an de li Sakaryayê di girtîgehê de,
 
Aysel Ceylan: Di 24'ê Cotmeha 1998'an de li Sakaryayê di girtîgehê de,
 
Samet Okay: Di 24'ê Cotmeha 1998'an de li Konyayê di girtîgehê de,
 
Muslum Mûhammet: Di 26'ê Cotmeha 1998'an de li Dîlokê di girtîgehê de,
 
Kenan Karahasanoglû: Di 26'ê Cotmeha 1998'an de li Erziromê di girtîgehê de,
 
Abbas Sertkaya: Di 14'ê Mijdara 1998'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,
 
Îsmet Akay: Di 14'ê Mijdara 1998'an de li Semsûrê di girtîgehê de,
 
Muhyettîn Sevîmlî: Di 15'ê Mijdara 1998'an de li Amedê di girtîgehê de,
 
Omer Şen: Di 15'ê Mijdara 1998'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,
 
Adanan Ozcan: 15'ê Mijdara 1998'an li Bûrsayê di girtîgehê de,
 
Siracettîn Hassas: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Bûrsayê di girtîgehê de,
 
Ramazan Malkoç: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,
 
Azîme Înan: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Êlihê di girtîgehê de,
 
Remziye Zengîn: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Êlihê di girtîgehê de,
 
Îdrîs Başaran: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Ceyhanê di girtîgehê de,
 
Hanîfî Kûzû: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Sêrtê di girtîgehê de,
 
Hamdûllah Daşçi: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Mêrsînê di girtîgehê de,
 
Alî  Erbek: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Mêrdînê di girtîgehê de,
 
Mûstafa Şahîn: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Semsûrê, 
 
Mehmet Tûrgay: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Konyayê di girtîgehê de,
 
Zeynî  Arap: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Dîlokê di girtîgehê de,
 
Ramazan  Adibellî: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Konyayê di girtîgehê de,
 
Suleyman Gultekîn: Di 18'ê Mijdara 1998'an de li Trabzonê di girtîgehê de,
 
Seyît Bayram: Di 18'ê Mijdara 1998'an de li Dêrikê, 
 
Zulkîf Yilmaz: Di 18'ê Mijdara 1998'an de li paytexta Îtalyayê Romayê, 
 
Fethiye  Abdûllah: Di 18'ê Mijdara 1998'an de li Meletiyê di girtîgehê de,
 
Osman Tînît: Di 18'ê Mijdara 1998'an de li Meletiyê di girtîgehê de,
 
Fazil  Suluk: Di 19'ê Kanûna 1998'an de li Dîlokêdi girtîgehê de,
 
Halîl  Akinci: Di 19'ê Mijdara 1998'an de li Bûrsayê di girtîgehê de,
 
Cengîz  Kaya: Di 19'ê Mijdara 1998'an de li Agiriyê di girtîgehê de,
 
Zehra Rizgar: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Îranê li herêma kurdan, 
 
Nurî Acar: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Ordûyê di girtîgehê de,
 
Cemîl  Ozalp: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Amedê, 
 
Mîrza Çûbûkçû: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Êlihê di girtîgehê de,
 
Hasan Taşkin: Di 3'yê Kanûna 1998'an de li Almanyayê, 
 
Cîhat  Şêxo: Di 10'ê Kanûna 1998'an de li Qibrisê, 
 
Takîbe  Gultekîn: Di 12'ê Kanûna 1998'an de li Sêwazê di girtîgehê de,
 
Gulîstan Taş: Di 16'ê Kanûna 1998'an de li Êlihê, 
 
Mûyettîn  Işik: Di 24'ê Kanûna 1998'an de li Dîlokê,
 
Mazlûm Oncel: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Amedê di girtîgehê de,
 
Ramazan Atabay: Di 5'ê Sibata 1999'an de li Sêrtê di girtîgehê de,
 
Bîlal Ekîncî: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Amedê di girtîgehê de,
 
Arzû Demîralp: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Êlihê di girtîgehê de,
 
Yahya Fîgan: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,
 
Nûrhak Polat: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,
 
Bayram  Kaymaz: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Nazîllîyê di girtîgehê de,
 
Veysel  Çinar: Di 17'ê Sibata 1999'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,
 
Huseyîn Çig: Di 18'ê Sibata 1999'an de li Mereşê di girtîgehê de,
 
Mûrat Coşkûn: Di 18'ê Sibata 1999'an de li Ceyhanê di girtîgehê de,
 
Ahmet Tep: Di 18'ê Sibata 1999'an de li Semsûrê di girtîgehê de,
 
Bengîn  Kûrt: Di 19'ê Sibata 1999'an de li Ceyhanê di girtîgehê de, 
 
Çîgdem Dûman: Di 22'yê Sibata 1999'an de li Elbîstanê di girtîgehê de, 
 
Pîro Ecer: Di 22'yê Sibata 1999'an de li Mêrsînê, 
 
Bulent Akman: Di 25'ê Sibata 1999'an de li Erziromê di girtîgehê de,
 
Kenan  Camelan: Di 3'yê Adara 1999'an de li Yûnanîstanê,
 
Nukhet Noyan: Di 29'ê Hezîrana 1999'an de li Stenbolê,
 
Oktay Guvenç: Di 14'ê Tebaxa 1999'an de li Bayrampaşayê di girtîgehê de, 
 
Bedriye Yildiz: Di 23'yê Cotmeha 1999'an de li Gebzeyê di girtîgehê de,
 
Resûl Aslan: Di 27'ê Kanûna 1999'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de, 
 
Halîl Goneylî: Di 27'ê Kanûna 1999'an de li Umraniyayê di girtîgehê de çalakiyek li dar xist û birîndar bû. 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû
 
Sibê: Kurd û dostên wan 24 sal in li ser pêyan e

Sernavên din

06/02/2023
08:15 Li Elbîstanê 6 avahî hilweşiyan
07:52 Li Meletiyê 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:25 Piştî erdhejê banga alîkariyê ya navneteweyî hate kirin
06:37 Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan: 10 mirî, 110 birîndar
06:19 Li Amedê sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane
06:11 Li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan: 5 kesî jiyana xwe ji dest da
06:06 Li Amedê trafîk xitimî: Ji bo hestyariyê bang li gel hat kirin
05:59 Li Mêrdînê avahî xera bûn
05:53 Li Amedê gelek kes di bin kavilan de mane: Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
05:46 Li Rihayê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
05:39 Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne
05/02/2023
23:13 Derbarê polîsên ku tundî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
22:28 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê
22:19 Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir
21:30 Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû
19:18 Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye
18:55 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin