Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye

  • rojane
  • 15:48 31 Çile 2023
  • |
img
WAN - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî yê di panelekê de axivî, diyar kir ku çareseriya krîzên siyasî yên Tirkiyeyê bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e û bi lêv kir ku ew jî paradîgmaya ku Abdullah Ocalan daniye holê ye. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li eywaneke dawetê panela bi navê “Siyaseta Demokratîk û Rêya Sêyemîn” li dar xist. Weke axivîner parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî beşdar bûn. Ji bilî gel partiyên siyasî yên li bajêr, rêveberên rêxistinên sivîl ên civakî û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê beşdarî panelê bûn. Di panela ku bi rêzgirtinê dest pê kir de dirûşmeya “Şehît namirin” hate berzkirin. Moderatoriya panelê jî Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Wanê Veysî Dîlekçî kir. 
 
Sezaî Temellî yê ewilî di panelê de axivî, diyar kir ku li Tirkiyeyê krîzeke siyasî ya mezin heye lê vîna ku vê krîzê çareser bike nîne û wiha got: “Dema ku em dipirsin bê ka çima welat demokratîk nebûye, em bi arîşeyên binyadî yên Komarê yên 100 salî re rû bi rû dimînin. Her çend di serdemên cuda de bi navên cuda tê gotin jî, ev welat her tim erdnîgariyeke krîzan e. Ev pergal krîz bi xwe ye û ji bo derbaskirina vê jî pêwîstî bi afirandina pergaleke nû heye. Em dibêjin ku 'siyaseteke din pêkan e'. Ew rê 'rêya sêyemîn' e. Çareserî; Bi xwedî derketina wê paradîgmayê dest pê dike, ew paradîgma tezên Ocalan in. Ocalan tiştekî ji me re dibêje û tişta ku dibêje rêya derketina ji krîza ku em tê re derbas dibin e. Ocalan nîşanî me dide ku siyaseteke din çawa pêkan e.”
 
Piştî Temellî di axaftina xwe de behsa Abdullah Ocalan kir li eywanê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
TIFAQA MILET REXNE KIR
 
Temellî ku bi bîr xist dewlet niha di pêvajoyeke têkçûnê de ye, têkildarî metna mutabakata ku Tifaqa Milet aşkere kir jî wiha axivî: “Pirsgirêkên binyadî yên vî welatî nexistin nav metna ku wan ragihand. Her kes dizane ku pirsgirêka binyadî ya vî welatî pirsgirêka kurd e lê cih nedane vê. Dibêjin bêyî HDP nabe lê naaxivin ku dê bi HDP’ê re çawa be. Heta ku bi me re nekevin diyalogê tiştekî wiha nabe. Hebûna bi HDP'ê re tê wateya axaftina li ser pirsgirêka kurd, axaftina li ser tecrîdê, azadiya Ocalan, girtiyên siyasî, Rojava û Başûr. Yên ku me weke deng dibînin bêyî ku li ser van tiştan ji me re biaxivin divê zanibin ku di vê dengdanê de dîrokek, bedeleke 40 salan heye. Lewma rêya me 'rêya sêyemîn' e.” Axaftina Temellî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.
 
TIFAQA KURDAN
 
Dîlan Dîrayet Taşdemîr a piştî Temellî axivî jî wiha got: “Tifaqa ku kurd wê di nava xwe de ava bikin, wê li çar parçeyên Kurdistanê bibe rêyeke girîng. Li temamî van parçeyan polîtîkayeke zextê heye. Naxwazin kurd li ser lingên xwe bisekinin. Divê li her çar parçeyan tifaqek bê avakirin. Îro li Rojhilata Navîn pirsgirêkên herî mezin cihêbûn û marjînalkirina gelan e. Li Rojhilata Navîn ku bi sedsalan e di nava şer û zordariyê de ye, gelek dixwaze bi tepisandina gelekî din bijî.”
 
TÊKOŞÎNA TIRKIYEYA DEMOKRATÎK
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn paradîgmayeke nû derketiye holê û ev tişt got: “Gelê kurd pêşengiyê ji vê re dike. Di pêşengtiya kurdan de îro li Rojhilata Navîn hêviya jiyanek nû şîn bûye. Li Rojhilata Navîn gelek şoreş pêk hatin, lê em dibînin ku di qonaxa heyî de cihê xwe nedîtine. Îro li Rojhilata Navîn modeleke nû ya bi modela konfederalîzmê ji aliyê kurdan ve hatiye zindîkirin. Ev bi saya fikra Birêz Abdullah Ocalan e. Di pêşengtiya jinê de jiyaneke nû tê avakirin. Em dibêjin ku bi rêbaza sêyemîn re siyaseteke demokratîk a ku her bawerî, her nasname û her bawerî dikare pêk were, pêkan e. Em ne kesk û ne jî spî ne, alternatîfeke ku her kesên ji sîstemê dûr in bi afirandina tifaqeke nû ya bi rêya sêyemîn re pêşkêş dikin. Bi 'rêya sêyemîn' re jin weke vînekê daketin qadan. Îro ev 'rêya sêyem' bi pêşengtiya jinan pêk tê. Ji bo Kurdistana azad, Tirkiyeyeke demokratîk berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 

Sernavên din

06/02/2023
08:15 Li Elbîstanê 6 avahî hilweşiyan
07:52 Li Meletiyê 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:25 Piştî erdhejê banga alîkariyê ya navneteweyî hate kirin
06:37 Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan: 10 mirî, 110 birîndar
06:19 Li Amedê sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane
06:11 Li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan: 5 kesî jiyana xwe ji dest da
06:06 Li Amedê trafîk xitimî: Ji bo hestyariyê bang li gel hat kirin
05:59 Li Mêrdînê avahî xera bûn
05:53 Li Amedê gelek kes di bin kavilan de mane: Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
05:46 Li Rihayê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
05:39 Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne
05/02/2023
23:13 Derbarê polîsên ku tundî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
22:28 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê
22:19 Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir
21:30 Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû
19:18 Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye
18:55 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin