Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim

  • jin
  • 17:01 30 Çile 2023
  • |
img
AMED – Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku dadgehê bêalîtiya xwe winda kiriye û xwest ku dadger bê guherandin. Gokkan, wiha got: “Netewe dewleta mêr li dijî me şer daye destpêkirin. Ez red dikim ku li vê dadgehê parastinê bikim.” 
 
Di sala 2021’an de 30 sal cezayê girtîgehê li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hatibû birîn û ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate betalkirin. Bi vê yekê re doza Gokkan dîsa hate dîtin û danişîna wê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Gokkan û parêzerên wê Berfîn Gokkan, Ozûm Vurgun û Gozde Engîn beşdarî danişînê bûn. TJA, Komeleya Jinan a Rosayê, Yekîtiya Jinên Kurd, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Nûran Îmîr, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Dema Jinan e, Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar, endam û rêveberên HDP û DBP’ê û gelek parêzer jî tev li danişînê bûn. 
 
‘DADGEH BÊALÎ NÎNE’
 
Di danişînê de şandeya dadgehê ji bo betalkirina cezayê wê ji hêla Dadgeha Bilind ve nêrîna wê jê hat pirsîn. Gokkan, parastina xwe bi kurdî kir û ev tişt anî ziman: “Min berê jî daxwaza xwe ya redkirina dadger anîbû ziman. Lêbelê, nehat qebûlkirin. Bi gotineke hêsan, redkirina daxwazên min tê wê wateyê ku dewleta mêr vî mafî dide dadgerê mêr û ji jinê re tê gotin, 'ger ez bixwazim hûn dikarin vî mafî bi kar bînin.' Nûnerên saziyên sivîl, baro û temaşevan bûn şahidên vê dadgehê. Ev yek îspat dikin ku dadgeh bêalî nîne. Lê em nikarin vê rewşê îspat bikin.  Dadgeh ji me daxwaz dike ku em li dijî îfadeyên şahidên nepen, şahidên derewîn parastinê bikin. Ez nikarim vê rewşa ku her kesî li vê dadgehê şahidî jê re kiriye qebûl bikim. Kes van şahidên veşartî û şahidên derewîn nas nake û nizane. Her kes dizane ku destê dewletê di çi rewşê de hebe, ew bûyer ronî nabe.
 
‘NETEWEDELETA MER LI PIŞT SÛCDARAN BÛ’
 
Baş tê zanîn ku her çiqas kiryarên şerê li Kurdistanê aşkera bin jî, nehatine ronîkirin. Mînak kurê Mehmet Agar jinek qetil kir. Lê nehat darizandin. Ew kurê bavê xwe ye û beşek ji heyameke tarî ye. Tevî ku li Kurdistanê çekên kîmyewî hatin bikaranîn jî nehatin eşkerekirin. Li Roboskê, Silopiyayê û Parîsê qetlîam çêbûn. Lê belê yek ji van nehatin ronîkirin. Hevrîn Xelef, Jîna Emînî hatin kuştin. Der barê vê yekê de tiştek nehatiye eşkerekirin. Dîsa destdirêjî li zarokeke 6 salî hate kirin. Gulistan Doku winda bû, Îpek Er hat qetilkirin, Mûsa Orhan û kincên fermî yên dewletê lêbûn û yên mîna wî bi tu awayî nehatin cezakirin. Ji ber ku her tim li pişt wan netewdewleta mêr hebû.
 
‘DEWLETA NETEWEYÊ YA MÊR LI DIJÎ ME ŞER ÎLAN KIRIYE’
 
Her kes behsa hiqûqê, qanûnê dike. Ez ê îro ji we re vebêjim ku li vî welatî ka qanûn tê çi wateyê.  Tê wateya ku li aliyekî bajêr kerxane û li aliyê din jî girtîgeh bên avakirin. Di vê pergala mêr de fihûş, tiryak û çete hemû parçeyeke ji dewleta neteweya mêr in. Ev dewleta mêr jinan bi hinceta ku li bajêr fihûşê dikin digire û dişîne girtîgehan. Weke jinên kurd û kurdistanî ji ber ku em li dijî vê rewşê derdikevin weke terorîst tên ragihandin. Dîsa jinên li dijî vê rewşê bi 'alîkariya terorê' tên sûcdarkirin û me mehkûmî girtîgehan dikin. Em li hemberî vê rewşê li girtîgehan li ber xwe didin, lê dîsa jî bi sûcdariyan re rûbirû dimînin. Ji ber ku em jinên kurd û kurdistanî li dijî vê rewşê ne, dewleta netewe ya mêr li dijî me şer îlan kiriye. Ji ber ku dewletê li dijî me şer îlan kiribe, ez dixwazim li dadgeheke navneteweyî bi dewletê re rû bi rû bêm. Ez ji demokrasiyê re demokrasî, wekheviyê re wekhevî û ji azadiyê re azadî dixwazim. Ji ber ku di 5 salên ku ez li Nisêbînê dixebitîm, li bajarê min kerxane û girtîgeh tune bûn em terorîst îlan kirin. Ez tiştên li vê dadgehê bûne tînim ber çav û ez parastina xwe li vê dadgehê red dikim. Di vê der barê de daxwaznameyeke min a nivîskî jî heye. Ez li vir hemû jinan silav dikim. Jin, jiyan, azadi, zen, zendegi, azadî.”
 
PARÊZERAN PARASTIN RED KIR
 
Parêzera Gokkan, Berfîn Gokkan diyar kir ku lêpirsîna der barê miwekîla wê de piştî çalakiya rûniştinê ya Gokkan a li hemberî dîwarê ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de dihat çêkirin dest pê kiriye û  ji ber ku dadgehê bêalîbûna xwe winda kiriye, ew parastinê red dikin.
 
Parêzer Gozde Ergîn jî anî ziman ku dadgehê tu daxwazên wan qebûl nekiriye û ji dosyayê bi giştî 30 sal cezayê girtîgehê li Gokkan biriye û ev tişt anî ziman: “Dê li vê dadgehê hiqûq neyê nîqaşkirin.  Lewma em parastinê red dikin.”
 
Parêzer Ozum Vurgun jî ji dadgehê re got ku hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye lewma ew dadgehê nas nakin û parastinê red dikin. 
 
DOZGER DAXWAZA CEZA KIR
 
Dozger jî mûtalaaya xwe ya derheqê esasê de pêşkeş kir û xwest ku Gokkan bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “Alîkarî daye rêxistinê” were cezakirin. 
 
‘EZ PARASTINÊ RED DIKIM’ 
 
Piştî mutalaayê nêrîna Gokkan hate pirsîn û wê jî wiha bersiv da: “Ez parastinê red dikim.” Parêzerên Gokkan ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwestin. 
 
Dadgehê daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û doz talaoqî 22'yê Sibatê kir.
 
DAXUYANÎ HATE DAYÎN
 
Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Ji parêzerên Gokkan, Ozûm Vurgun pêvajoya darizandina Gokkan vegot. Li ser navê TJA’yê jî Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî û ev tişt anî ziman: “Dadgeh, dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan dide. Dixwaze di pêşengiya jinên kurd de têkoşîna jinan paşve bixe. Têkoşîna jinên kurd û jinên azad li tu eywanan nayê darizandin. Li Ayşe Gokkan gelek caran doz hatin vekirin û avêtin girtîgehê. Lê helwesta Ayşeyê li ber çava ye û Ayşe çawa natirse em jî natirsin. Em jin in, kurd in û kurdistanî ne û ji têkoşîna xwe gavê paşve navêjin.”  
 

Sernavên din

03/02/2023
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê