Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî

img
STENBOL – HDK ku erka “tifaqa dîrokî ya bindestan” didomîne, dê di serdema nû de xeta têkoşînê û Rêya 3’yemîn berfirehtir bike û li dijî feraseta yekperest dê bi feraseta piranîparêziya civakî tevbigere. 
 
Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 28’ê çileyê de bi dirûşma “Serhildana me li dijî serdestiya mêran, israra me ji bo jiyaneke azad û wekhev e” Konfera Jinan a Giştî li dar xist û di 29’ê çileyê de jî bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di meclisên demokratîk de bibin yek û civaka birêxistinkirî û azad re jiyana nû ava bikin” Lijneya Giştî li dar xist. 
 
Di Konferansa Jinan a Giştî û di Lijneya Giştî de hemû rengîniyên civakê cîh girtin. Di konferans û lijneyê de jinûavakirina jiyana nû ya bi azadiya jinê, têkoşîna hevpar a gelan a li dijî faşîzmê û avakirina Rêya Sêyemîn derketin pêş. 
 
DIYARÎ MARÎA SUPHÎ Û JÎNA EMÎNÎ HATE KIRIN
 
Konferansa Jinan a Giştî diyarî şoreşger Marîa Suphî û Jîna Emînî hate kirin. Di konferansê de bal kişandin ser girîngiya xurtkirina berxwedana jinan a li Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî êrişên pergala mêrserdest. Di konferansê de qala bandora destkeftiyên şoreşa jinan a Rojava ya li ser têkoşîna azadiyê ya jinan û girîngiya serhildana jinan a li îranê ya li dora dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li seranserî cîhanê belav bûyî hate vegotin. 
 
DÊ SERHILDANA JINAN BÊ MEZINKIRIN
 
Hat destnîşankirin ku Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an destkeftiya têkoşîna jinan e û AKP-MHP weke gefekî ewlekariyê dinirxîne û di tundiya mêr-dewletê de weke hêmaya sereke bi kar tîne. Hat gotin ku AKP-MHP bi kiriyarên xwe destkeftiyên jinan hedef digirin û hewl didin jinan bi tenêtiyê re rû bi rû bihêlin. Di heman demê de hate diyarkirin ku bi nîqaşên li ser makeqanûnê re êrişên li ser bedena jinan tên domandin. Jinan, di konferansê de got ku AKP-MHP tehemûla azadiya jinan nakin û Meclisa Jinan a HDK’ê li dijî polîtîkayên ser makeqanûnê disekine û dê serhildana jinan mezintir bikin. 
 
BANDORA TECRÎDÊ YA CIVAKÎ
 
Di konferansê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertek û hêrseke mezin hebû. Hat gotin ku Abdullah Ocalan dikare bibe damezirînerê wekheviya civakî û aştiyeke birûmet û tecrîda li ser Ocalan di serî de jin, bandorê li hemû derdorên civakê dike. 
 
RENGÊN CIVAKÎ DI LIJNEYA DÎWANÊ DE BÛN
 
Li gel nîqaşên di Konferansa Jinan a Giştî de hatine kirin, di roja duyemîn de jî tevahiya rengên civakê di Lijneya Giştî de cih girtin. Di Lijneya Dîwana Lijneya Giştî de ji gelê ereb Tulay Hatîmogûllari, ji gelê yoruk Sedat Şenoglû, ji tevgera jinên kurd Gurbet Aydogan, ji gelê çerkez Erdogan Yilmaz û weke şexs jî Mert Karaatli cih girt. Di nava beşdarên Lijneya Giştî de tevahiya derdorên civakê cih girtin, rexneyên xwe yê bo HDK’ê kirin û pêşniyarên xwe pêşkeş kirin. 
 
TIFAQA DÎROKÎ YA BINDESTAN
 
Di Lijneya Giştî bal kişandin ser rola HDK’yê ya “Tifaqa dîrokî ya bindestan” û israra di têkoşîna yekbûyî ya stratejîk de hate dubarekirin. Di Lijneya Giştî de xeta têkoşînê ya serdema nû hate nîqaşkirin û hat gotin ku dê armanc li gorî biryarên hatine girtin bê diyarkirin û ji bo bicihanîna van armancan jî îrade were nîşandan. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QIRKIRINA EKOLOJIYÊ
 
Di Lijneya Giştî de nîqaşên kolektîf hatin kirin û hat gotin ku bêyî xwe bi rojeva hilbijartinê bisînor bimînin, divê li dijî faşîzmê rêxistinî û piştevaniyeke civakî were pêşxistin û bal kişandin ser girîngiya kes û pêkhateyan a di têkoşînê de. Bang hat kirin ku li dijî talankirina xwezayê û qirkirina ekolojiyê bi hemû derdoran re têkoşîneke yekbûyî were dayîn û girîngiya çîna karker û kedkaran hate vegotin. 
 
LI DIJÎ FERASETA YEKPEREST PIRANÎPARÊZIYA CIVAKÎ
 
Her wiha hate destnîşankirin ku di vê bingeheke ku hemû gelên Tirkiyeyê bikarin bên ba hev were avakirin û li dijî feraseta yekperest a serdema nû, divê kongreyeke hemû cudahiyên civakê di nava xwe de dihewîne dest bi têkoşînê bike û bikeve nava tevgerê. 
 
GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN
 
Hat gotin ku îktîdara AKP’ê ji rewşa pevçûnî ya li Rojhilata Navîn û şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de sûd digire û konsepta şer a li dijî kurdan kûrtir kiriye. Beşdaran destnîşan kir ku ev rewş ji bo gelên Tirkiyeyê xetereyeke mezin bi xwe re tîne û ev tespît hate kirin: “Têkçûna li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, tê wateya tunebûna krediya hêzên navneteweyî ya ji bo îktîdara AKP’ê.” 
 
CIVAKÎBÛNA TÊKOŞÎNÊ
 
Di nîqaşên Lijneya Giştî de bandora teşeya têkoşîna gelê kurd a li ser Rojhilata Navîn hate nirxandin û beşdar li ser rol û erka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sekinînin. Di nîqaşan de girêdana pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ya bi konsepta şer re hate nirxsandin û hat gotin ku derdorên civakî jî ji van polîtîkayan para xwe digirin. Di Lijneya Giştî de hat bilêvkirin ku bi tecrîdê re zexta li ser muxalefeta civakî tê girankirin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna civakî ya li dijî vê rewşê. 
 
XETA TÊKOŞÎNÊ YA SERDEMA NÛ
 
Beşdaran bal kişandin ser têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê ya HDK’ê û hat destnîşankirin ku Rêya Sêyemîn, divê bibe armanca sereke ya xebatan. Her wiha hat gotin ku Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqeke dîrokî ye û heta niha bicihneanîna vê hate rexnekirin. Hat gotin ku bi mezinkirina Rêya Sêyemîn re dê armanca civakîkirina têkoşînê pêk were û divê ev yek bibe sernavê xeta têkoşînê ya serdema nû. 
 
FÎKRIYATA HDK’Ê SER SIYASETÊ RE YE
 
Di Lijneya Giştî de hat destnîşankirin ku fîkriyata HDK’ê ser partî û siyasetê re ye û azadiya gelê kurd bi azadiya gelên Tirkiyeyê re dibe û ev yek jî bi têkoşîneke rêxistinkirî pêkan e. 
 
MA / Ozgur Paksoy 
 

Sernavên din

03/02/2023
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir