‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’

  • rojane
  • 10:39 30 Çile 2023
  • |
img

STENBOL - Hevberdevkên jin ên partiyên siyasî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek “sûcê mirovahiyê” nirxandin û gotin tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin. 

 
Hevberdevk û serokên jin ên partiyên siyasî ku tev li Konferansa Jinan a 12’emîn ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bûn tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin û bertek nîşanî astengkirina hevdîtinan û agahînegirtina ji Ocalan û girtiyên cem wî dan û banga têkoşîna li dijî tecrîdê kirin. 
 
TECRÎD Û CIVAK 
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Tûran diyar kir ku ew li dijî tecrîda bi salane li Îmraliyê bi awayek “dij mirovî” tê birêvebirin radibin û got: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye. Divê ku ji bo azadiya gelê kurd û xwişk û biratiya gelan demildes tecrîd bê rakirin û azadî pêk were. Bi tecrîd û agahînegirtinê dixwazin bi temamî têkiliya birêz Ocalan û civakê ji hev qut bikin û bi tecrîdê welat ber bi bêçareseriyê ve bibin.” 
 
‘ÇALAKÎ ÎSYANEK BÛ’ 
 
Torûn bal kişand ser çalakiya şewitandinê ya Bubo Taş û Mehmet Akar ku li dijî tecrîdê pêk anîn û got: “Çalakiya her duyan gelek girîng e û îsyana li dijî tecrîdê ye. Ev peyama ku divê demildest tecrîd were rakirinê bû.” 
 
TECRÎD Û ASÎMÎLASYON
 
Berdevka Meclisên Jinan a Sosyalîst Çîçek Otlû jî anî ziman ku bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan dixwazin şerê li dijî gelê kurd dijwartir bikin û tecrîda li ser Ocalan parçeyek polîtîkaya asîmîlasyon û tunekirina bi salan e. Oltû da zanîn ku her rejîma ku ber bi têkçûnê ve diçe êrişî girtîgehan dike û qetlîaman pêk tîne û got: “Niha jî li girtîgehan tecrîd berbelav kirine. Girtiyên nexweş bernadin, girtiyên cezayê wan qediyaye bernadin. Dibêjin ‘ya hûnê teslîm bibin an jî em ê rêberê we Abdullah Ocalan wisa tecrîd bikin û bêagahî bihêlin û em ê we bêrêber bihêlin’. Vê peyamê didin gelê kurd û dostên wan.” 
 
VEKIRINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ 
 
Otlu destnîşan kir ku vekirina deriyê Îmraliyê tê wateya çareseriya pirsgirêka kurd a sed salî, têkbirina plana hilweşînê, bidestxistina mafên kurdan li ser esasê wekheviyê û avakirina aştiyeke bi rûmet û wiha got: “Sedemên ku deriyê Îmraliyê nayê vekirin ev in. Vekirina derî tê wateya ji holê rakirina polîtîkaya înkarê, polîtîkaya qirkirin, kolonyalîzm û şer û pêkhatina daxwazên azadiyê yên neteweya kurd. Ev jî tê wateya qebûlkirina daxwazên tevgera neteweyî ya kurd li ser bingeheke rewa û li gorî xeta xwe.”
 
‘TECRÎD BI BERXWEDANÊ DIKARE BÊ RAKIRIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce diyar kir ku ew li dijî tecrîda bi salan didome têdikoşin û wiha got: “Divê li dijî tecrîda li ser Ocalan li her qadê têkoşîn bê meşandin. Ev tecrîd ji polîtîkayên AKP'ê qut nîne. AKP niha li her qadê xistimî ye û şer û zextan ferz dike. Em vê yekê di wê yekê de dibînin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, dê polîtîkayên şer, zêdekirina înkar, îmha û zextan pêk were. Di rastiyê de aliyekî din ê zilmê yê li vir tê dîtin tecrîda li Îmraliyê ye. Tecrîda li ser birêz Ocalan jî ev demeke dirêj e heye. Lê ev 2 sal in tecrîd di asteke bilind de tê meşandin. Ev rêbaza polîtîkayên giştî ye ku hikûmeta AKP’ê ji bo xwe li ser desthilatdariyê bihêle ye. Helbet ev tecrîd ne tenê li vir tê kirin. Em bi êrişên mezin re rûbirû ne. Îro dewlet ji her derê êrişî me dike. Em dikarin tecrîd û êrişan bi berxwedanê têk bibin.” 
 
SERDANA DELEGASYONÊ 
 
Yuce da zanîn ku Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji bo agahînegirtina ji Ocalan hat Tirkiyeyê serdana partiya wan jî kiriye û got: “Delegasyonê li me guhdar kir. Me derbarê tecrîdê û rewşa heyî ya Tirkiyeyê de me agahî bi wan re parve kir. Gotin ku ew ê raporekê derbarê vê yekê de parve bikin. Me bêtir li ser tecrîdê nîqaş kir û me metirsiya tecrîdê anî ziman û me got ku meseleya tecrîdê ne meseleya îro ye.” 
 
‘EM Ê HER TÊBIKOŞIN’ 
 
Yuce anî ziman ku heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê çareserî û azadî pêk neyê û got: “Em ê li dijî vê tecrîdê li her qadê têbikoşin. Em carek din dibêjin heke tecrîd were rakirin dê rêya hevdîtinan vebe û wê şerê 40 sal zêdetire li vî welatî didome bi dawî bibe.” 
 

Sernavên din

03/02/2023
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê