Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin

  • rojane
  • 12:35 23 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bi awayeke giştî bandorê li hemû civakên Tirkiyeyê dike û wiha got: “Li Girava Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.” 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 23’yan de berdewam kir. Di çalakiya îro de parlamenteran dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcekî li dijî  mirovahiyê ye” hilgirtin. Parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglû, Zeynel Ozen, Şevîn Coşkun, Mûrat Sarisaç, Kemal Pekoz, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Celadet Gaydali, Abdullah Koç û Habîp Eksîk tev li nobeta îro bûn. Parlamenteran têkildarî mijarê li pêşiya Meclisê daxuyanî dan. 
 
Di Nobeta Edaletê de Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû axivî û da zanîn ku tecrîd, bi mebesta îzolasyonê tê kirin. 
 
‘LI GORÎ MAKEQANÛNÊ TECRÎD SÛC E’ 
 
Kenanoglû diyar kir ku tecrîd mijareke piralî ye û wiha got: “Gelek aliyên tecrîdê hene. Yek ji van aliyê hiqûqî ye, ya din aliyê mirovî û ya sêyemîn jî aliyê siyasî ye. Ji hêla hiqûqî ve em dikarin bibêjin ku li gorî Makeqanûna Tirkiyeyê tecrîd sûc e. Mafên girtiyan ên hiqûqî hene ku hevdîtinên bi parêzer û malbatan re ji wan mafan in. Lê nahêlin ji van mafên xwe sûd bigirin. Li vir sûcekî hiqûqî tê kirin. Hevdîtinên bi parêzer û malbatan re tên astengkirin. Lewma jî Makeqanûna Tirkiyeyê û qanûnên wê li Girava Îmraliyê nayên bicihanîn.” 
 
‘LI GIRAVA ÎMRALIYÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN’ 
 
Bi domdarî Kenanoglû ev tişt anî ziman: “Ya din jî aliyê mirovî ye. Ji hêla mirovî ve tecrîd, dûrxistina kesekî ya ji civakê ye û bi vê yekê re sepaneke li dijî mirovahiyê ye.  Li Girava Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Ji hêla din ve tecrîd, îşkence ye. Lewma jî li Girava Îmraliyê îşkence li birêz Ocalan û girtiyên din tê kirin. Îşkence jî hem di qanûnên me de û hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Aliyê din ê girîng jî sedemên siyasî ye. Sedema tecrîdê, siyasî ye. Dema em li van sedemên siyasî dinihêrin jî dibînin ku pirsgirêka kurd û neçareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çendek ji van sedeman in. Ji ber ku tecrîd tenê li dijî şexsekî nayê kirin, aliyekî siyasî heye. Kesê tê tecrîdkirin kesekî jirêzê nîne. Ev tecrîd di serî de li gelê kurd û hemû civakên Tirkiyeyê tê ferzkirin.” 
 
BANDORÊ LI HEMÛ DERDORÊN CIVAKÎ DIKE 
 
Bi domdarî Kenanoglû diyar kir ku domandina tecrîdê tê wateya israra di şer de û wiha pê de çû: “Ji ber ku kengî li vî welatî bingeha axaftinê çêbibe, wê demê hevdîtin hatine kirin û ji hêla siyasî ve asayîbûnek çêbûye. Kengî polîtîkaya tecrîdê xistibin meriyetê jî, wê demê ew bermayiyên demokrasiyê jî ji holê radibin. Tecrîd, bandorê li hemû derdorên civaka Tirkiyeyê yên aliyê ked û azadiyê digirin dike. Em vê tecrîdê tenê sepaneke li dijî gelê kurd nabînin. Em niha li Tirkiyeyê di halekî wisa de ne ku yek bibêje ez birçî me û nikarim debara xwe bikim jî jê re dibêjin tu terorîstî. Ev sepan bi giştî nîşan didin ku tecrîd, encama sepanên antî-demokratîk in. Lewma jî em nikarin bibêjin tecrîd tenê di şexsekî de di meriyetê de ye lê em weke mijareke zilm, zordestî û zexta li ser gelê kurd dinirxînin. Tecrîd, bi awayekî giştî bandorê li hemû derdorên civakî yên Tirkiyeyê dike. 
 
HIQUQEKE DIN HEYE
 
Weke HDP’ê em di heman demê de vê tecrîdê weke tecrîdeke li dijî xwe dibînin. Ji ber ku heke polîtîkayên zext, zilm û zordestiyê li ser hemû derdorên civakê û mirovan hebe, ev yek nîşan dide ku cihê guftûgo lê tê kirin hatiye terikandin û demokrasî hatiye tunekirin. Ji bo ku siyaset û aboriya Tirkiyeyê bi ser xwe ve were û asayî bibe, daxwaza me ew e ku dev ji vê polîtîkaya tecrîdê berdin. Ji ewil divê mafên hiqûqî yên hevdîtina bi parêzer û malbatan re yên birêz Ocalan û girtiyên din bi cih bînin. Weke ku Girava Îmraliyê ne xaka Tirkiyeyê be tevdigerin û hiqûqeke pir cuda li wir heye. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û divê tavilê bi dawî bibe. Divê li gorî qanûn û makeqanûnê tevbigerin û birêz Ocalan û girtiyên din bikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin.” 

Sernavên din

28/01/2023
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin