Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze

img

ENQERE - Yakûp Brûkanli ku li dijî tecrîda giran û binpêkirinên mafan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê xwe şewitandibû wiha got: “Divê her mirov li dijî her cure êrişê nasnameya xwe, civakbûna xwe û rûmeta xwe biparêze.”

 
Li girtîgehan zext, tundî û tecrîd her ku diçe kûr dibin û binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin. Yakûp Brûkanli yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê ku bi tecrîda giran û binpêkirinên mafan hate rojevê li dijî binpêkirinên mafan di 28’ê cotmeha 2022’yan de xwe şewitandibû, bi nameya ji girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê weşand re tiştên jiyane vegotin. 
 
Brûkanli ku di nameya xwe de cih da binpêkirinên mafan ên pê re rû bi rû dimîne, anî ziman ku ji bo bêdengiyê şermezar bike laşê xwe şewitandiye. Beşeke nameya Brûkanli ku ji ber şewitîna laşê xwe pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî wiha ye; 
 
HATE SIRGUNKIRIN
 
“Di adara 2022’yan de ji Dîlokê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eregliyê hatim kirin. Nêzî 5-6 mehan li Tîpa T’yê mam. Weke li her derê ev pêvajo ji me re zehmet derbas bû. Em rastî xezeba Zeûs hatin. Dizanim taybetmendiya wî ya bingehîn cezakirine. Kesên ku wî û tiştên ew dixwaze qebûl nakin bi awayekî herî giran ceza dike. Tu qaîde û rêzikan nas nake. Ji ber kes bi ser wî de nîne. Dema ku rewş wisa be, herî dawî me xwe li vir dît. Dema ku Zeûs li her derê be, bêyî ku tu bêjî ‘merheba’ tu bi darê wî re rû bi rû dimînî. Her tim li pey tolhildanê ye. Merhebaya me ya ewil wiha dest pê kir û berdewama wê jî wiha bû.
 
KETE ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Em bi 15 hevalan re hatin vir. Di bin navê odeyan de em hemû xistin hucreyan. Ji ber weke ‘ode’ bi nav kirine pergal hemû wisa ye. di her korîdorê de 6 hucre li cem hev in. Em hemû di bloqekê de xistin heman hucreyê. Ji bo ku bêjim em vê rewşê qebûl nakin û derbasî odeyan bibin bi midurê girtîgehê re hevdîtin kir. Bi saziyên têkildar re daxwazname nivîsî. Piştî ku me bersiveke erênî negirt ji Wezareta Dadê re daxwazname nivîsî û ketim çalakiya greva birçîbûnê.  
 
JI BO HIŞMENDIYA JENGARÎ BIŞKINÎN… 
 
Piştî ku her kes li dijî vê mûameleya keyfî û bêhiqûqî bêdeng ma, min jî ji bo vê hişmendiya jengarî bişkînim ev rêbaz rast dît. Mirov bi nasnameya xwe, bi nirxên xwe yên civakî dijî. Dema ku ev nebin mirov nikare behsa hebûn û civakbûna mirov bike. Ev rewş girêdayî rewşa zanebûnê ye. Zanebûna mirovekî ya li dijî nirxên civakî çiqaş pêş ketibe, helwesta xwe ya pratîk jî li gor wê diyar dike. Ez wisa difikirim ku her kesê dibêje 'ez ez im' divê li dijî her cure êrîşan nasname, civakbûn û rûmeta xwe biparêze.
 
BIRÎN PÊÇANDIN Û PAŞ VE ŞANDIN 
 
Ez rewşa xwe ya tenduristiyê wiha vebêjim. Di laşê min de ji sedî 30-35 birîn hene. Di asta 1, 2 û 3’yemîn de şewat hene. Dema ewilî ez birim nexweşxaneyê min tedawî qebûl nekir. Tenê birîn pêçandin û paş ve şandin. Ez rojane li revîrê pansûmanan diguherînim. Şewatên di asta yekemîn de baş bûn. Şewatên asta sêyemîn ketin asta duyemîn û şewatên asta duyemîn jî berdewam dikin.” 
 
 

Sernavên din

13/01/2023
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin