Maseya Îslama Demokratîk civiya

img
ENQERE - Maseya Îslama Demokratîk a Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê ji bo nirxandina kampanyaya “Di Îslamê de ked, aştî û edalet” civiya. 
 
Maseya Îslama Demokratîk a Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna xwe ya 7’ê çileyê de kampanyaya xwe ya “Di Îslamê de ked, aştî û edalet” nirxand. Maseya Îslama Demokratîk di danezana encamnameya civîna xwe de diyar kir ku dê li dijî doza girtina HDP’ê xwedî li partiya xwe derkevin û wiha got: “Di serdemeke ku lez dane hewldanên bo girtina partiyê, AYM’ê bi awayeke derhiqûqî biryar da ku hesaba alîkariyê ya partiya me were bloqekirin. Vê biryarê weke qirêjiyekê di dîrokê de cih girt. Îktîdara AKP-MHP’ê ku nikare ji hêla siyasî ve partiya me têk bibe, hewl dide bi rêya çoyê darazê têk bibe û ev yek bêhiqûqî ye, bêwijdanî ye. Lê tu qîma vê hewldanê di nezera gel de nîne. Îradeya gel, mafê wan ê bijartin-hilbijartinê, bacên kesên deng didin HDP’ê û pêvajoya hilbijartineke adilane û demokratîk tên xespkirin. Dê dînamîkên civakî li dijî vê bêhiqûqî û bêwijdaniyê xwedî li partiya xwe derkevin û bi baweriyeke hîn mezintir têbikoşin.” 
 
‘DIVÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BI DAWÎ BIBE’
 
Bi domdarî qala astengkirina berdana girtiyên nexweş hate kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Nahêlin girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Girtiyên ku zêde nexweş û zêde kal ku nikarin di girtîgehê bimînin nayên berdan. Giştînameya dawî ya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û pîr jî di pratîkê de nayê bicihanîn. Divê edaleta ji bo girtiyên nexweş û pîr tavilê bicih bê. Her wiha divê tecrîda li Îmraliyê didome tavilê bi dawî bibe ku weke şêweyeke rêveberiyê ya îktîdara zalim tê bikaranîn. Ne Makeqanûn û ne jî bawerî û wijdana me vê neheqiyê ranake. 
 
EM Ê EDALET Û WIJDANÊ SERWER BIKIN
 
Hem ji bo civaka îslamî û hem jî ji bo hemû mirovahiyê rêza li hemberî mirî û mafê definkirinê pir girîng e. Lê ev îktîdara ku di zilmê de tu sînoran nas nake dest li mafê definkirina mirî wer dide û bi vê yekê re zilma xwe mezintir kiriye. Tiştên di dema definkirina cenazeyê Mîr Perwerde hatine jiyîn ku di Komkujiya Parîsê de hatibû qetilkirin, nîşan dide ku ev êriş bi destê dewletê sîstematîk tên kirin. Tu ol, mezheb, bawerî, mirovahî û wijdan vê qebûl nakin. Em vê pergala zaliman bi tu awayî qebûl nakin. Em ê li dijî vê pergalê jî hiqûq, edalet û wijdanê serwer bikin. 
 
DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ ÎKTÎDARÊ BIDOME 
 
Li welêt krîzeke mezin a aboriyê heye û welatî birçî ne û nikarin fatûreyên xwe bidin. Qesr û derdora wê di nava luksê de dijîn. Li dijî vê îktîdara ku heta ‘Nass’ê mîna pêlîstoka zarokan bi kar tîne û di nava keyfê de dijîn, em ê edalatê biparêzin û heta ku tevahiya welatî têr dijîn jî dê têkoşîna me bidome. 
 
EM JÎNA EMÎNÎ BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN
 
Zext û tundiya ku rejîma Îranê li dijî maf û azadiyên jinan pêk tîne, di şexsê Jîna Emînî de veguherî raperînê. Di gelek ayetan de jin û mêr bi hev re tên bilêvkirin û tê gotin ku ji hêla maf û berpirsyartiyan ve wekhev in. Tevî vê yekê jî feras/rejîmên ku hewl didin Îslamê siyasî bikin zextê dikin û qetil dikin. Têkoşîna jinan a li her devera ku zext lê hene xurt dibe. Em Jînayê birêdarî bi bîr tînin. 
 
KAMPANYA DIDOME
 
Kampanyaya me ya ‘Di Îslamê de ked, aştî û edalet’ ku di 23’yê cotmehê de hatibû destpêkirin didome. Di çarçoveya kampanyayê de bi gel re hevdîtin hatin kirin û pirsgirêkên di mijara ked, aştî û edaletê de hîn bêhtir hatin dîtin. Civak dixwaze bixebite, xwe bihewîne, zikê wan têr be û zarokên xwe bi dil aramî bişîne dibistanê. Civak dixwaze ku pirsgirêka kurd were çareserkirin û edalet bi cih bê. Daxwaza gelan, edalet e. Li dijî pergala serdest a yekperest, înkarger û asîmîlasyonkar em ê ji bo ku hemû gel, nasname, ziman, çand û bawerî wekhev û azad bijîn, ji bo ku azadiya ol û wijdanê û edalet pêk bê bi israr têbikoşin. Em bi vê zanebûn û baweriyê kampanyaya xwe didomînin.” 
 

Sernavên din

13/01/2023
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin