Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema

img
STENBOL - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di merasîma bîranîna rojnameger Metîn Goktepe de axivî û wiha got: “Ji Gurbetellî Ersoz heta Apê Mûsa, Hrant Dînk, Metîn Goktepe û Nagihan Akarselan, heqîqet tu caran bêdeng nema.”  
 
Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ji bo şopandina merasîma definkirina girtiyên siyasî Orhan Ozen û Riza Boybaş ku li Girtîgeha Tîpa E ya Umraniyê hatibûn qetilkirin, di 8’ê çileya 1996’an de çû Alîbeykoyê û ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Polîsan, rojnameger Goktepe bir Eywana Werzîşê ya Eyupê û bi îşkenceyê qetil kir. Metîn Goktepe, di 27’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Goristana Esenlerê li ser gora xwe hate bibîranîn. Dayika Goktepe, Fadîme Goktepe, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Stenbolê Ahmet Şik, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglû, Serokê Giştî yê Dîsk Basin-Îş’ê Faruk Eren, Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş û gelek rojnameger û welatî di bîranînê de amade bûn. 
 
Rojnameya Evrenselê ya bi manşeta “Metîn hate qetilkirin em ê bêdeng nemînin” danîn ser gora Goktepe ku bi gulan hatibû xemilandin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û dovîzên “Metîn namirin Evrensel bêdeng nabe”, “Çapemeniya azad bêdeng nema, dê bêdeng nebe” û “Bi israr her yek ji me Metîn e” hatin hilgirtin. 
 
ROJNAMEGERÊN GIRTÎ NEHATIN JIBÎRKIRIN
 
Di bîranînê de ji ewil Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat axivî û 25 rojnamegerên kurd ên di nava 6 mehên dawî de li Amed û Enqereyê hatin girtin bi bîr xist. Polat, da zanîn ku tevî gelek meh bi ser re derbas bûne jî hêjta îdianameya rojnamegeran nehatiye amadekirin. Bi domdarî Polat bal kişand ser “Qanûna sansûrê” û got ku piştî vê qanûn zextên li ser rojnamegeran girantir bûne. 
 
HEQÎQET BÊDENG NEBÛ 
 
Piştre jî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û diyar kir ku kevneşopiya çapemeniya azad tu carî bêdeng nebûye û wiha got: “Dê tu caran bêdeng nebe jî. Ji Gurbetellî Ersoz heta Apê Mûsa, Hrant Dînk, Metîn Goktepe û Nagihan Akarselan, heqîqet tu carî bêdeng nema. Heke ji faîlên wan hesab bihata pirsîn, îro li Amedê 16 rojnamegerên kurd girtî nedibûn.” 
 
Gunay, piştre jî gul danî ser gora Goktepe. Gunay, diyar kir ku gulekî ji bo Goktepe û gulekî ji bo rojnamegerên bi awayekî derhiqûqî hatine girtin didane. 
 
Herî dawî jî Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz axivî û got ku dê bibin yek û bi saya berxwedana xwe ser bikevin û alaya çapemeniya azad li erdê nehêlin. 
 
Bîranîn, bi dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

13/01/2023
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin