Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan

img
ENQERE – Di Nobeta Aştiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û wiha hat gotin: “Ji bo tedawiyeke baş divê înfaza girtiyan were taloqkirin û mercên berdana wan bên afirandin.” 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) her mehê di roja înê de Nobeta Edaletê li dar dixe. Çalakiya vê hefteyê bi sernavê “Dawî li binpêkirinên li girtîgehan bînin! Bila mafê jiyanê were parastin” li Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate lidarxistin. Rêveberên Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tev li bûn. 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ Û AŞTÎ
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û got ku heta pirsgirêka girtiyên nexweş neyê çareserkirin dê pêvajoya aştiyê pêş nekeve. Turkdogan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bi daxwaza edaletê tên kirin û wiha domand: “Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dîsa dest pê kirin û grevên birçîbûnê bi dawî bûbûn. Di pêvajoya Osloyê de rewşa girtiyên nexweş dîsa bû rojev. Her ku pêvajo pêş ket, me dît ku bi gavên biçûk ev pirsgirêk çareser nabe. Wezerata Dadê herî dawî giştînameyek parve kir û divê di vê giştînameyê de cihêkarî neyê kirin. Divê Serokkomar dema rayeya xwe bi kar tîne cihêkariyê neke. Divê ATK cihêkariyê neke û raporên berfireh ên nexweşxaneyên dewletê esas bigire. Berdana girtiyên nexweş a di pêvajoyên aştiyê de girîng e. Gelek girtiyên siyasî hene û vesazkirinên ji bo girtiyan dê bi xwe re aştî, wekhevî, azadî û edaletê bîne.” 
 
HEZAR Û 517 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE
 
Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat jî diyar kir ku mafê jiyanê mafekî bingehîn e û wiha derbirî: “Parastina jiyana mirovan, bi parastina beden û psîkolojiya mirovan pêkan e. Ev maf, ji bo hemû girtiyan derbasdar e. Li gorî îstatîstîkên Wezareta Dadê ya 1’ê kanûna 2022’yan, 336 hezar û 315 girtî û hikûmxwar hene. Ji van 5 hezar û 513 kes ser temenê 65 re ne. Li gorî tespîtên komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê ya nîsana 2022’yan jî li Tirkiyeyê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.”
 
‘BILA BI GIŞTÎNAMEYÊ BIKIN’ 
 
Endama Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan jî destnîşan kir ku li girtîgehan lêkolîn kirine û ev tişt anî ziman: “Zextên li ser girtiyên siyasî ku di çarçoveya ‘têkoşîna li dijî terorê’ de tên darizandin zêde nayên dîtin. Girtiyên nexweş baş nayên xweyîkirin, nikarin ava paqij peyda bikin û zorê lê dikin ku di navbera rûmet û tedawiyê de tercîhekî bikin. Ev yek jî pirgirêka heyî girantir dike. Ji bo ku baş bên tedawîkirin, divê înfaza wan were taloqkirin. Divê bêyî ku cihêkariyê bikin, giştîname li hemû deveran bêşert û merc bikeve meriyetê û şert û mercên berdana girtiyên nexweş bên amadekirin.” 
 
‘HEKE TECRÎD RABE DÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BAŞ BIBIN’ 
 
Endama Komîsyona Mafên Mirovan a ATO’yê Ayşe Ugurlu jî got ku divê ji bo girtîgehan her cureyên tevdîran bên girtin û da zanîn ku girtî ji ber sepanên weke tedawiya bikelemçe, lêgerîna tazî û hwd. tedawiyê red dikin. Ugurlu got ku ew dixwazin rê bê dayîn ku li girtîgehan bi rehetî kontrolan bikin. Hevserokê SES a Enqereyê Kubîlay Yalçinkaya jî daxuyand ku xwenegihandina tenduristiyê pirsgirêkeke cidî ye û bang li wezaretê û midûriyetan kir ku li gorî rêgezên peymanên navneteweyî tevbigierin. Herî dawî jî li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê Munîbe Koç axivî û ev tişt anî ziman: “Heke tecrîda li Îmraliyê rabe dê aştî were, girtiyên nexweş baş bibin. Heke tecrîd ranebe, dê mercên girtîgehan jî baş nebin. Pirsgirêka girtîgehan girêdayî tecrîd û aştiyê ye.” 
 

Sernavên din

13/01/2023
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin