Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê

img
 
MÊRDÎN - Paletiya garis a li Deşta Mezopotamyayê ber bi dawiyê ve tê û beriya çandina genim jî xetereya hişkesaliyê rû da. Cotkar dibêjin ku ne çareseriyên demkî lê yên mayînde dixwazin. 
 
Li Deşta Mezopotamyayê li rexekî paletiya garis didome û li rexa din jî cotkaran dest bi çandina genim kirin. Ji ber ku îsal hewa germ bû û heta niha jî baran nebarîne, paletiya garis jî dirêj ajot û vê jî mirûzê cotkaran nexweş kir. Hişkesaliya heyî fikarên mezin di serê cotkaran de çêdike. Makîneyên paletiyê hêj niha jî di nava zeviyan de dixebitin lê belê cotkar ji ber berhema kêm û rêjeya nêmê ya garis mexdûr dibin. Cotkar dibêjin ku fiyetên ji bo berhemên wan hatine diyarkirin li hemberî enflasyonê tu qîmet nake û xwestin ku ji bo pirsgirêkên cotkariyê çareseriyên mayînde bên peydakirin.
 
Cotkarê bi navê Beşîr Erbeyî ku li taxa çoltar a Melho ya navçeya Qoserê ya li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cotkariyê dike diyar kir ku ji ber hişkesaliyê garis berekî baş nedaye û wiha got: “Me ji îsal tiştek fêm nekir. Berhema me bi kêrî tiştekî nehat. Jixwe bazirganan jî erzan ji me standin. Me garisê xwe kom kir lê hişkesalî heye. Li hêla din jî DEDAŞ ceyranê dibire. Em nizanin dê çi bikin. Lîtreya mazotê bûye 20-30 lîre. Êdî hûn hesab bikin.”
 
Ji cotkaran Abdurrahman Erbeyî jî diyar kir ku rewşa wan baş nîne û ev tişt anî ziman: “Bihayê garis pir ketiye. Berhemdar nîne. Piranî gihayên biyanî di nav de ne. Gûbre û mazot biha ye û mesrefa xwe dernaxîne. Rewşa cotkaran gelek xerab e. Min 50 donimên erd kiribûn garis. Bo min 80 hezar lîre ceza hatiye nivîsandin. Zeviya min mîna xwe ma ye. Em li ser sînor in. Nizanin bê ka dê çi bikin.”
 
‘NEHATINA BARÎNAN XETERE YE’
 
Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî ku ji heman gundî ye jî got ku di nava salê de heta niha tenê du caran baran barîne û wiha dom kir: “Dê di rojên pêş de jî baran nebarin. Heke baran nebarin, dê cotkar neçar bimînin ku bi alîkariya ceyranê ji bîran avê bikişînin. Ev jî dê cotkaran mexdûr bike. Heke barîn bandorê nekin, dê li ser çandina genim xetereyeke mezin çêbibe. Êdî çinîna garis ber bi dawiyê ve tê. Lê fiyetê ku îktîdarê ji bo garis diyar kirî cotkar pir mexdûr kirin. Ji mazotê heta gubre, dermanê tov, ji avdanê heta karkeriyê, cotkar pir mexdûr bûn.” 
 
‘COTKAR KETINE DESTÊ FEBRÎQEYAN’ 
 
Erbeyî axaftina xwe wiha qedand: “Hikûmetê tenê fiyet diyar kir. Depoyên bilîsans ên girêdayî Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO)  garis wernegirt û vê jî kir ku cotkar neçarî bazirganan bibin. Cotkar gelek mexdûr bûn. Di piyasaya serbest de cotkar kete destê febrîqeyên mezin. Tona garisê ku em jê re dibêjin nêma sifir derdora 4 hezar û 800 - 4 hezar û 900 lîreyan de tê firotin. Lê niha li Deşta Mêrdînê rêjeya nem derdora 22-23 tê pîvan û wê demê jî derdora 140 lîreyan bihayê tê daxistin. Anku cotkar tê mexdûrkirin. Dema nêm tê daxistin derdora 3 hezar û 500 lîre pere bo cotkar dimîne. Ev jî cotkaran xelas nake. Diviya bû di demsala garis de îthalkirin bihata sekinandin. Lê her sal di demsala garis de garis ji derve tê û pir biha tê. Cotkar neçar dimînin ku erzan bifroşin. Pirsgirêka cotkaran bi piştgiriyên demkî çareser nabin. Jixwe piştgiriya heyî ji hêla DEDAŞ’ê ve tê bloqekirin. Ev piştevanî heta di dema pandemiyê de jî hatin bloqekirin. Em, ne çareseriyê demkî lê yên mayînde dixwazin. Daxwaza me ya sereke ew e ku GAP bê. Ji ber ku bo me ne ceyran lê av lazim e. Heta ku GAP tê jî divê ev şîrket (DEDAŞ) destê xwe bikêşe.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

14/01/2023
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye