Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin

img

STENBOL - Hanîfî Can ê ku birayê wî li peyarêya Goristana Kilyosê hatibû veşartin diyar kir ku di encama têkoşîna du salan de cenazeyê birayê xwe wergirtiye û bang li malbatên din kir ku ji bo wergirtina cenazeyan serlêdanê bikin. 

 
Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a bi ser navenda Bedlîsê ve leşkeran bi makîneyên goristanê rûxandibûn û 282 cenazeyên aydê endamên PKK’ê ji gorên wan derxistibûn. Demek dirêj nedihat zanîn ku cenaze birine ku. Di 2’yê çileya 2018’an de Walîtiya Bedlîsê daxuyanîd a û ragihandibû ku cenaze birine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Li ser vê agahiyê malbatan serlêdan kir ku cenazeyên zarokên xwe werbigirin. Ji van cenazeyan tenê hin cenaze hatine wergirtin. Herî dawî cenazeyê endamê PKK’ê Nîzamettîn Gokalan ku di 1999’an de li Herêma Xerzanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, di 14’ê kanûnê de hat wergirtin. Di nava van 5 salan de heta niha 23 cenaze hatine wergirtin. Hewldanên malbatên din jî berdewam dikin. Paşê derketibû holê ku cenazeyên li Goristana Kilyosê li peyarêya goristanê hatine veşartin. 
 
Hanîfî Can cenazeye birayê xwe Serhat Can (Serhat Doktor) di encama têkoşîna 2 salan de ji peyarêya Goristana Kilyosê di sala 2019’an de wergirt. Hanîvî can bang li malbatên din jî kir ku biçin cenazeyên zarokên xwe werbigirin. 
 
LI GORISTANA BÊKESAN HATIYE VEŞARTIN 
 
Can bi bîr xist ku birayê wî di sala 2005’an de ji bo şerê li Kurdistanê bê rawestandin tev li çalakiya “Mertalên Zindî” bû û ji ber çalakiya wan encam negirt tev li PKK’ê bûye. Can da zanîn ku birayê wî di şerekî sala 2012’an de jiyana xwe ji dest dabû û dewletê cenaze wê heyamê biribû li Goristana Bêkesan a Meletiyê veşartibû. 
 
Can diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de wî di encama serlêdanê de cenazeyê birayê xwe ji Meletiyê wergirtiye û biriye li Goristana Xerzanê veşartiye û wê heyamê jî cenaze di encama testa DNA’yê de wergirtine. 
 
HIQÛQA DIJMINANE 
 
Can anî ziman ku beriya Goristana Xerzanê bê xerakirin walîtiyê herêmê wek “qada ewlehiyê” ragihandiye û 15 roj şûn ve cenaze hatine derxistin. Can diyar kir ku kes nikaribû biçûya herêmê û lewma tu kesî xeberê nedigirt û wiha go: “Bifikirin dewlet ji miriyên te jî ditirse û operasyonê li ser miriyan li dar dixe. Cenaze bi operasyonekê ji wir hatine derxistin. Gelo bi vê hovîtiyê îşkence li cenazeyan tê kirin? Hiqûqa dijminatiyê li me ferz dikin.” 
 
‘BÊHURMETÎ LI MIRIYAN TÊ KIRIN’ 
 
Can da zanîn ku piştî haya wan ji meseleye çêbûye serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê û Serdozgeriya Stenbolê dane û carek din nimûneya xwînê bo DNA’yê ji bavê wî hatiye girtin û got: “Hem îşkence li me û hem jî li cenaze hat kirin. Bêhurmetî li miriyan tê kirin. Tu ravekirina vê tune ye.” 
 
CENAZE 4 CARAN HATIYE VEŞARTIN!
 
Can bi bîr xist ku ji roja birayê wî jiyana xwe ji dest daye heta niha li Goristana Bêkesan a Meletiyê, li Goristana Xerzanê, li Goristana Kilyosê û herî dawî cenaze wergirtine dîsa birine li Bedlîsê veşartine û heta îro 4 caran cuda cuda hatiye veşartin û ew vê rewşê sepana dijmirovî şîrove dike. 
 
BANG LI MALBATAN KIR 
 
Can anî ziman ku li gel 5 sal bi ser derxistina cenazeyan re derbas bûye jî gelek cenaze nehatine wergirtin û vê bangê li malbatan kir: “Ji vê muameleyê wêdetir wê êdî çiqas muameleya xerab pêk were. Divê hemû malbatên me serlêdan bikin û zextê li dozgeriyê bikin ku cenazeyên xwe werbigirin. Heta ku serlêdanê nekin wê nikaribin cenazeyên xwe werbigirin.” 
 

Sernavên din

11/01/2023
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin