Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû

img
MÊRDÎN - Li ser rêya di navbera Mêrdîn-Mîdyatê de heta niha gelek caran qezayên trafîkê çêbûn û 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku li rê weke du şerîd bên çêkirin û ji hev bên cudakirin ev 2 sal in xebat tên kirin lê hêj jî bi dawî nebûye. Wezîrê AKP’î soza “rêwîtiya biewle” dabû lê ev soz pêk neanî. 
 
Li ser rêya di navbera navçeyên Mîdyad û Mehsertê yên Mêrdînê de wesayîteke ku xebatkarên walîtî û zanîngehê tê de bûn ji kontrolê derket û wergeriya. Di encamê de 6 xebatkarên cemaweriyê jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn. Cenazeyên kesên mirîn rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê. Kesên birîndar jî li nexweşxaneyên Mîdyad û Mêrdînê tên tedawîkirin. 
 
BI DERFETÊN XWE KIRÊ KIRIN
 
Hat zanîn ku wesayîta qeza kirî, wesayîta bazirganiyê ya sivik e û xebatkarên cemaweriyê bi derfetên xwe kirê kiriye. Hat zanîn ku berevajî wesayîtên ku ji bo xebatkarên walîtî û zanîngehê tên kirêkirin, ev wesayît bi kapasîteya 11 rêwiyan e û ji ber ku bo xebatkaran wesayît nehatiye kirêkirin, xebatkaran bi derfetên xwe ev wesayît kirê kirine. 
 
WEZÎR TEV LI VEKIRINA RÊ BÛ
 
Hat zanîn ku beriya niha jî li gundê Xirbêtagu yê Mehsertê gelek qeza çêbûne. Rêya behsa xeberê tenê bi qasî 18 kîlomîtroyan weke coşerîdên jihev cudakirî hatiye çêkirin û 41,1 kîlomîtroyên wê jî tenê yek şerîd e. Her wiha parlamenter û wezîrên AKP’ê gelek caran ji bo vê rêyê propagandayê dikin. Li gel ku her carê dibêjin dê rêyê weke du şerîdên ji hev cudakirî çêbikin jî ev pêvajo tu carî neqediya. Xebatên di vê çarçoveyê de di hezîrana sala 2021’an de bi navê “Rêya Jihevcudakirî ya Mêrdîn-Mîdyatê” hatibûn destpêkirin. Hîmê projeyê jî di 16’ê hezîrana 2021’an de bi tevlibûna Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglû hatiû avêtin. Wezîr wê demê soza “rêwîtiya beewle” dabû lê tu carî ev soz bi cih ne anî. Tevî ku bi ser re 2 sal derbas bûne jî ev rê hêjta nehatiye temamkirin. 
 

Sernavên din

30/01/2023
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê