Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in

  • rojane
  • 10:25 31 Kanûn 2022
  • |
img

STENBOL - Nivîskar û rewşenbîran bertek nîşanî neberdana Şebnem Korûr Fîncanci dan û gotin: “Heke li vî welatî vegotina rastiyan sûc be, em jî sûcdar in. Divê em têkoşînek hevpar bikin.”

 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Danişîna duyemîn a doza Fincnci di 29’ê kanûnê de li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Hevpîşeyên Fîncanci, nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedar û nûnerên sazî û dezgehên navnetewî danişînê şopandin. Heyeta dadgehê danişînê taloqî 11’ê çile kir. 
 
Rewşenbîr, nivîskar û hiqûqnasan bertek nîşanî neberdana Fîncanci dan û diyar kirin ku biryara neberdanê siyasî ye û xwestin Fîncanci tavilê bê berdan. 
 
DARIZANDINEK POLÎTÎK 
 
Ji parêzerên dozê Merîç Eyupoglû diyar kir ku miwekîla wan Fîncanci bi awayek polîtîk tê darizandin û got: “Biryara danişînê beriya danişînê hatibû dayîn. Dadgeh neserbixwe û bêalî ye. Me xwest heyeta dadgehê were redkirin. Lê daxwaza me hat redkirin. Em ê li ber heyeta dadgehê rabin, lê wisa xuya dike ku wê heyet biryarê bide. Ji roja roj ve dozek biguman e.”
 
‘BIKARANÎNA KÎMYASALÊ SÛC E’ 
 
Nivîskar Temel Demîrer jî da zanîn ku Fîncanci jinek zanist e û gotinên Theodor W. Adorno, “Heke zanist dubarekirina tişta ku serdest dibêjin be, ew zanist ne zanist e, tenê zimanbazî û sûtalî ye” bi bîr xist û got: “Şebnemê wek pisporekê nêrîna xwe aniye ziman. Ez jî pir zelal dibêjim, bikaranîna kîmyasalê sûc e. Kê kîmyasalê bikar anîbe sûcdar e û sûcê şer kiriye. Kîmyasal di peymanên ku Tirkiyeyê îmze kiriye de qedexe ye. Fîncanci heqîqetê anî ziman. Heke li vî welatî vegotina rastiyan sûc be, Şebnem jî û min jî vî sûcî kiriye. Kes nikare Şebnemê bidarizîne. Çimkî cezayek ku wê lê bê birîn nîne. Divê ku madalya rûmetê bidin Şebnemê. Şebnem rûmeta me ye.” 
 
‘ŞERMA DEMORKASIYÊ YE’ 
 
Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten jî diyar kir ku girtin û darizandina Fîncanci şerma demorkasiyê ye û got: “Neheqiya li welat ji berê ve ji aliyê îktidaran ve tê kirin. Êdî ev neheqî bûne polîtîk. Zanist jî êdî li vî welatî bêyî ku sûc bikin tên girtin. Mamoste Şebnem mînaka vê yekê ye. Du meh in tevî hemû neheqiyan jî girtî ye û tê darizandin. Îktidar bi ser mamoste Şebnem re dixwaze TBB’ê ji holê rake û çavê hemû rêxistinên pîşeyî ditirsîne. Tevî hemû zextan jî em ê her rastiya nbêjin. Li dijî van neheqî û zextan hewcedariya me bi têkoşînek hevpar heye.”
 
‘WÊ TTB BÊDENG NEBE’ 
 
Delegeyê Kongreya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosmanoglû jî pêvajoya tê birêvebirin wek “operasyonê” nirxand û destnîşan kir ku hedefa bingehîn ew e ku bi ser Fîncanci re TTB’ê ji holê rakin û rêxistinbûna wan bê bêdengkirin û bêbandor were hiştin. Kuçukosmanoglû anî ziman ku têkoşîna TTB’ê îktidara siyasî aciz dike û lewma her tim rêveberên konseya navenda TTB’ê her tim di hedefa darazê de ne û ew ê TTB’ê li gel hemû zextan jî bêdeng nebe û wê her demokrasî, maf^ne mirovan, aştî û mafê tenduristiyê biarêze. 
 
 

Sernavên din

21/01/2023
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû