Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn

  • rojane
  • 11:11 28 Kanûn 2022
  • |

ŞIRNEX - Qurbaniyên Roboskiyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di merasîma bîranîna qurbaniyan de destnîşan kir ku heta kujer û yên ferman dane hesab bidin dê têkoşîna xwe bidomînin. 

Balafirên artêşa tirk di 28’ê Kanûna 2011’an de li ser sînorê gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve bomberan kirin û 19 jê zarok 34 qurbaniyên ji gundê Roboskî qetil kirin. Qurbaniyên komkujiyê di salvegera 11’emîn de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Beriya bîranîna li derdor Goristana Roboskî û tevahiya gund leşker hatin bicihkirin. Ji bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê şande hatin gund û serdana malbatan kirin. Malbat jî wêneyên zarokên xwe yên hatin qetilkirin vekirin û derbasî ser goristanê bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, parlamenterên HDP, CHP’ê û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê bûn. Girseyek qelebalix li Goristanê kom bû û wek her salê dîsa xemgînî xwe li goristanê da der. Girseyê bê navber dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.
 
Di bîranînê de pankarta ku wêneyên qurbaniyan li serê bû û nivîsa “Me Roboskî ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin” hat vekirin û ji bo qurbaniyan rêz hat girtin. Piştre beşdar axivîn û peyamên xwe parve kirin. 
 
‘LI ENQEREYÊ BETON RIJANDIN SER KOMKUJIYÊ’ 
 
Ji malbatên Roboskiyê Zekî Tosûn axivî û destnîşan kir ku Roboskî cihek biçûk e û dewletê edalet neanî vî gundî. Tosûn anî ziman ku rêya aştî û aramiyê di Roboskiyê re derbas dibe û ev yek jî bi temînkirina edaletê pêkan e. Tosûn got ew daxwaz dikin ku berpirsiyar werin eşkerkirin. 
 
Hevserokê HDP’a Bajarê Stenbolê Ferhat Encu ku birayê wî û xizmên wî hatin qetilkirin jî behsa 11 salên bêedalet kir û got: “Serokkomar Erdogan gotibû ku ew ê nehêlin komkujî li Enqereyê were veşartin. Lê îro Enqereyê betonê rijand ser komkujiyê.” 
 
‘ÎKTIDAR KOMKUJIYÊ DIPARÊZE’ 
 
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz jî diyar kir ku xeyalên her yek ji qurbaniyan hatin qetilkirin û berê jî li Şirnexê qetlîamên bi vî rengî hatin kirin. Dîlsîz got çawa ku qetlîamên din hatin parastin, qetlîama Roboskî jî ji aliyê îktidarê ve hat parastin û ne 11 sal heke 100 sal jî bi ser komkujiyê re derbas bibe ew ê têbikoşin da ku berpirsiyarên komkujiyê hesab bidin. 
 
‘PARA ME HEMÛYAN HEYE’ 
 
Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî axivî û destnîşan kir ku her cara ew tê Roboskî ji şerma nikarin li rûyê Malbatên Roboskiyê binêrin û wiha got: “Ji bo ku edalet pêk nehat û nehat temînkirin em hemû berpirsiyar in. Di kêmnekirina êşê de para me hemûyan heye. Yên ku digotin ‘em ê nehêlin komkujî li Enqereyê bê veşartin’ xwedî li soza xwe derneketin. Îro li Enqereyê ser qetlîamê hatiye girtin. Ji bo kujer derkevin holê û berpirsiyar bên darizandin çi ji destê me were em ê bikin.” 
 
‘GUHÊN XWE GIRTIN E’ 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku 100 sal in li ser kurdan qetlîam pêk tên û ji bo van qetlîaman polîtîkaya bêcezahiştinê ketiye dewrê û wiha got: “Her ku em tînin ziman, ew guhên xwe digirin. Lê bila her kes viya baş bizanibe em ê têbikoşin. Ez bang li hemû rêveberên dewletê û hiqûqnasan dikim, heke ku hûn me li vî welatî hemwelatî qebûl dikin, ji bo tesîskirina edaletê ya li gorî qanûna xwe ya bingehîn çi ji destê we tê bikin.” 
 
Serokê Baroya Êlihê û ji parêzerên malbatan Erkan Şenses jî têkildarî dosyeya qetlîamê agahî parve kirin û bang li darazê kir ku ji bo dosyeyê bikevin tevgerê da ku ji nûve doz bê destpêkirin. 
 
‘HEVHELALKIRIN TÊRÊ NAKE’ 
 
Endama Desteya Rêveberiya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca jî anî ziman ku tenê hevhelalkirin têrê nake û got: “Em ê hesabê vê qetlaîamê bipirsin.” 
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî got êşa malbatan êşa wan e û ew li ser navê partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê soz didin ku wê têbikoşin û ew ê hesabê Komkujiya Roboskî ji îktidarê bipirsin. 
 
‘EM Ê EDALETÊ PÊK BÎNIN’ 
 
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî bal kişand ser nêzîkatiya îktidarê ya li komkujiyê û got: “Rayedarên serfermandariya giştî yên wê demê û rayedarên îktidarê yên wê demê faîlên qetlîamê ne. Çi dibe bila bibe em ê hesab ji kujeran bipirsin û em soz didin ku edaletê pêk bînin.” 
 
‘TENÊ EDALET Û WÎJDAN LI HOLÊ TUNE YE’ 
 
Di dawiyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan destnîşan kir ku li gel 11 sal derbas bûn jî lêpirsînek bibandor nehatiye kirin, kujer nehatine eşkerekirin û niximandina ser qetlîamê şermek mezin a Tirkiyeyê ye û wiha got: “Roboskî birînek kûr e. 11 sal in tenê wêne di destê malbatên me de mane. Hêsiran ji çavê wan dibarînin. Yên ku ferman dan, yên ku qetlîamê kirin hemû diyar in û tên zanîn. Tiştek  tenê li holê nîne edalet, hiqûq û bêwîjdaniya rêveberên welat. Em bi zîhniyetek qetlîamker re rûbirû ne, divê ku ew hesab bidin lê radibin êrişî malbatan û yên ku hesab dipirsin dikin.” 
 
‘ŞIMAQ Û BOMBEYÊN HATIN BARANDIN HEMAN ZÎHNIYET E’ 
 
Bûldan axaftina xwe wiha domand: “Li şûna ku kujeran derxin holê û hesab bidin, malbatên me Roboskiyê didarizînin û diavêjin zindanan. Li naverasta Stenbolê êrişî Ferhat Encû dikin û şimaq lê didin. Ev şimaq di heman demê de li sekna gelê kurd hatiye xistin. Ev şimaq di heman demê de li nasnameya gelê kurd hatiye xistin. Ev zîhniyeta ku şimaqê diavêje û zîhniyeta ku bombeyan li ser 34 welatiyên me barandin heman zîhniyet e. Heke tu li vî welatî kurd bî, edaletê bixwazî, dibêjî ku demokrasî bila bê, her tim bi bêdaletiyê û bi bêhiqûqiyan re rûbirû dimînî. Li vî welatî hiqûq û yasa ji bo kurdan tune ye. Dema kurd û dozên xwe dibin mijara gotinê, hiqûq û yasa berovajî tên sepandin.
 
HETA KU KUJER HESAB BIDIN…  
 
Ji qetilkirina Denîz Poyraz a duh li Îzmîrê tenê berpirsyarek hat darizandin û cezayê muebedê lê hat birîn. Lê hêzên li pişt kujer, yên ku ferman dane û fînanse kirine bi tu awayî nehatin darizandin û eşkerekirin, tenê bi cezakirina kesekî hewl tê dayîn doz bê girtin. Ew qetlîam tenê nebi kujerekî hatiye kirin. Li pişt wê cînayetê hin navend û hêz hene. Lê îro em dibînin ku li Roboskî, di doza Denîz Poyraz û doza malbata Dedeogullari de di hemû qetlîaman de heman tişt tên kirin û heman rêbazan dixin dewrê. Kesek tê cezakirin, hewl tê dayîn ser dozan ango qetlîaman bê girtin. Em soz didin malbatên xwe; ev doz li vir bi dawî nabe! Heta ku hesab ji berpirsyarên vê qetlîamê neyê pirsîn, bi taybetî jî yên ku ev talîmat dane, wê têkoşîna me li dijî wan berdewam bike.
 
HETA EDALET PÊK NEYÊ WÊ BIRÎN JÎ BÊDERMAN BIMÎNIN 
 
Ev êş êşa me hemûyan e. Ev birîn birîna me hemûyan e. Heta ku edalet pêk neyê wê ev birîn jî bêderman bimîne. Ez carek dixwazim destnîşan bikim ku em bi malbatên xwe û gelê xwe re ne û em ê ji bo we têbikoşin. Ev lêgerîna edaletê û ev qêrîn a me hemûyan e. Hûn ne bi tenê ne. Li pey we bi milyonan kes, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê hene. Ez ji me hemûyan re sersaxî û sebrê dixwazim. Ez destên malbatên me maçî dikim û ez qurbaniyan yek bi yek bi bîr tînim.” 
 
KULÎLKAN DANÎN SER GORAN 
 
Piştî axaftinan beşdaran û malbatan kulîlkan danîn ser gorên qurbaniyan û dia hatin xwendin. Beşdaran paşê ji malbatan re yek bi yek sersaxî xwestin.   
 
 
 
 

Sernavên din

18/01/2023
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne
09:01 Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’
09:01 Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN
17/01/2023
23:59 Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin
20:31 Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj