Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin

  • rojane
  • 09:07 25 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Nazîfe Encu ku birayê wê di Komkujiya Roboskiyê de hat qetilkirin û hevjînê wê jî hatiye girtin got ku heya edaletê neyê Roboskiyê dê têkoşîna wan bidome. 
 
Di ser Komkujiya Roboskiyê re 11 sal derbas bûn ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê çêbûbû û 19 jê zarok 34 kes tê de hatibûn qetilkirin. Çendî 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûbûn jî, lê êşa wê hê wekî roja ewil e. 
 
Nazîfe Encu dema ku di komkujiyê de birayê wê Aslan Encu yê 15 salî hat qetilkirin, ew 12 salî bû. Niha bûye 23 salî û 3 zarokên wê hene. Birayê wê Aslan ku hem hevalê wê hem jî zarokatiya wê bû, di wî temenî de hemû barê malê girtibû ser milê xwe û bi bazirganiya li ser sînor debara malê dikir. Nazîfe Encu ne tenê birayê xwe, zarokatiya xwe û hevalê xwe jî winda kiriye bi vê komkujiyê re. Piştî ku 4 sal di ser komkujiyê re derbas dibin ew di 16 saliya xwe de bi Velî Encu re tê zewicandin. Zewaca wê di nav şînê de pêk tê. Piştre jî zarokên wê yên bi navê Rojîn û Rozerîn çêdibin. Dema ku keça wê ya herî biçûk Raperîn 3 mehî bûye, hevjînê wê Serokê Komeleya Roboskiyê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hat girtin, bi îdîaya, "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Raperîna biçûk bavê xwe di nava 4 dîwaran de nas dike. Velî Encû ku niha di Girtîgeha Samsûnê de ye, ji ber dûrbûnê salê tenê du caran dikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Raperîna biçûk ku bavê xwe li pişt paceya reş a girtîgehê dîtiye, hê jî wî nas nake. Tekane daxwaza Nazîfe Encuyê ku 3 keçên xwe bi tena serê xwe di şert û mercên dijwar de mezin kiriye, ew e ku demildest edalet bê Roboskiyê. 
 
BIRAYÊ WÊ HAT QETILKIRIN, HEVJÎNÊ WÊ HAT GIRTIN
 
Nazîfe Encuyê diyar kir ku birayê wê di wî emrê xwe de debara mala xwe kiriye û got ku wê di wê komkujiyê de ne tenê birayê xwe gelek tiştên xwe winda kiriye û wiha axivî: "Birayê min dema ku hat qetilkirin 15 salî bû. Debara malê birayê min dikir. Ew 34 kesên ku hatin qetilkirin hemûyan li ser vê debara xwe dikir. Debara malê li ser milê wan bû. Di vê komkujiyê de min hem birayê xwe hem jî birayê hevjînê xwe winda kir. Ji bo min tu ferq di nava wan 34 kesan de tune ye. Her 34 jî birayên min bûn. Piştî komkujiyê çend sal derbas bûn, ez zewicîm. Lê daweta min wekî şînê bû. Ne dawet bû. Ez weke niha ji mala bavê xwe derketim û hatim. Piştî ku ez zewicim 3 sal di ser re derbas bûn hevjînê min hat girtin. 5 sal cezayê girtîgehê lê birîn. Ev 4 sal in jî di girtîgehê de ye. Dema ku hevjînê min hat girtin keça min 2-3 mehî bû. Niha bavê xwe nas nake. Welî ji ber ku ji bo 34'an doza edalet dikir û ji bo ku edelet bê Roboskiyê hat girtin. Ji bo Roboskiyê edelet xwest û hat girtin."
 
'EZ BI VÊ ÊŞÊ MEZIN BÛM'
 
Encuyê bi lêv kir ku ew heta sax be heqê xwe li dewleta tirk helal nake û wiha domand: "Ji bo min gelek zehmet e. Çimkî hem birayê min qetil kirin hem jî hevjînê min hat girtin. Bi girtina hevjînê min re zehmetiya min zêdetir bû. Çimkî îdarekirina 3 zarokan gelekî zor e. Lê belê ez li ser xatirê zarokên xwe tekoşiyam û li ser pêyan mam. Heta ku edelet neyê Roboksiyê em ê doza xwe û têkoşina xwe bidomînin. Heta ku edelet neyê em qebûl nekin. Ez heqê xwe li vê dewletê helal nakim. Min parçeyên birayên xwe nedştin, ez ê çawa heqê xwe li wan helal bikim? Êşeke gelekî mezin me kişandin. Ez zewicîm jî min tu xweşî nedît. Zarokatiya min bi vê komkujiyê derbas bû. Me gelek êş dît. Ji ber wê jî niha çi bê serê me, em zêde ji xwe re nakin xem. Çimkî em êdî elimîne. Ji bo min êşeke gelekî mezin bû. Em bi vê êş ê mezin bûn. 
 
'EZ HEQÊ XWE HELAL NAKIM'
 
Encuyê diyar kir ku zaroka wê ya biçûk bavê xwe nas nake û got ku heta ku edelet neyê Roboskiyê dê têkoşîna wan bidome û got: "Dema ku Welî hat girtin di Girtîgeha Şirnexê de bû. Nêzîk bû, çûn û hatin ne zehmet bû. Lê piştre ew birin Samsûnê. Ew der gelekî dûrî me ye û çûn û hatin gelekî zehmet e. 3 zarokên min hene û gelek zehmet e, ez nikarim biçim. Zaroka min a biçûk li pişt camê bavê xwe nas kir. Dibe ku keça min vê qet jibîr neke. Bavê wê tenê edelet xwest. Ev tişta ku anîn serê wî jî komplo bû. Çimkî tu sûcê wî nebû. Tişta ku vê dewletê anî serê me tu kesî neaniye serê me. Ez heya sax bim, heqê xwe li wan helal nakim." 
 
MA / Zeynep Dûrgût - Ahmet Kanbal

Sernavên din

16/01/2023
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn