Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye

img

ŞIRNEX - Li Şirnexê welatiyê ku li dijî birîna daran a li Şirnexê berdewam dike daxwazname ji Midûriyetên Daristanên 5 bajarên cuda re şandibûn bê bersiv man. Ji serlêdaran Abdulezîz Gungen bertek nîşanî Midûriyetên Daristanan da û got: "Midûriyeta Daristanan piştgiriyê dide birîna daran. Şirîkê vê birînê ne.” 

 
Li herêma Besta û çiyayên Cûdî, Gabar û Çilênimêja yên li Şirnexê birîna daran ku ji aliyê cerdevanên bajarokê Sêgirkê ya bi ser navçeya Qilêbanê ya Şirnexê ve di binçavderiya leşkeran de hatiye destpêkirin berdewam dike. Heta niha li herêmê bi sed hezaran dar hatine birîn û derveyî bajêr tên firotin. Lê tevî hemû nerazîbûn û hewledanên şêniyên herêmê û partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî talana dar û daristanan berdewam dike. Yek ji welatiyên ku bêyî destûra wî darên wî tên birîn jî Abdulezîz Gungen e. 
 
Gungen têkildarî birîna daran ên li gundên wan Çalyan, Mehûjk û Xirbkêbestê bê sekinandin heta niha ji Midûriyeta Daristanan a Şirnex, Sêrt, Bedlîs, Riha û Fermandariya Cenderme ya Bajêr re daxwazname şandin. Lê belê her 5 daxwazname jî bê bersiv man. Gungen derbarê mijarê de axivî. 
 
DAXWAZ BÊBERSIV MANE 
 
Abdulezîz Gungen diyar kir ku di salên 1990'î de gundên wan hatin valakirin û niha jî darên wan tên birîn û wiha axivî: "Ez ji gundê Xirbkêbestê me. Gundê me yê ji wî kevintir jî Çalyan û Mehûjk in. Di sala 1990'î de em ji wir koçber bûne û hatine Şirnexê. Dewlet dibêje ku ew ji bo ewlehiyê daran dibirin û ji me re dibêje ku, 'em dora qereqolan 500 metre dibirin' lê belê bi yek carê hemû qada daristanê dibirin û tune dikin. Em naxwazin ku darên me bên birîn. Me daxwaznameyên xwe ji Midûriyeta Daristanan a Bedlîsê re, ji Sêrtê re, ji Rihayê re, Şirnexê re û Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr re şandiye. Lê cihekî jî bersiva daxwaznameyên me nedan. Em naxwazin ku darên me bên birîn. Em sibê vegerin ser axa xwe, em nikarin li wir bisekinin. Em naxwazin ku darên me bên birîn. Kî dibe bila bibe bila ew be, bila darên me nebirin. Ev birîna daran warê me wêran dike. Li gel birîna daran xwezaya me tune dibe.” 
 
'MIDÛRIYETA DARISTANÊ DESTÛRÊ DIDE’ 
 
Gungen da zanîn ku Midûriyeta Daristanan û cerdevan di encama peymanekî de birîna daran dane destpêkirin û wiha got: “Midûriyeta Daristanan û ev kesên ku daran dibirin navbera xwe de li hev hatinekî dikin û daran dibirin. Min carekî xwest ku biçim herêma me ya ku dar tên birîn, lê nehiştin ku ez biçim. Fermandariya Cendermeyan ji me re got, ‘herin ji Midûriyeta Daristanan destûr bixwazin, heke ku ew destûr bide ez ê bihêlim ku hûn biçin'. Midûriyeta Daristanan piştgiriyê dide birîna daran. Ji wan re ferman tê nizanim, lê ew destûra birînê dide. Kes nikare bikeve qada kesekî. Daristan Midûriyeta Daristanan eleqeder dike. Tiliya wan di birîna daran de heye. Destûra wan nebe kesek nikare van daran bibire. Her kengê şewat derdikeve jî Midûriyeta Daristanan mudaxile nake û tenê temaşe dike. Daxwaza me ew e ku em vegerin ser axa xwe û bes darên me bên birîn. Em bimrin jî bila em li ser warê xwe bimirin. Bila van qedexeyan ji ser gundên me rakin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

14/01/2023
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin