Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku li cihekê ku 60 hezar kes lê jiyana xwe ji dest didin ne teror lê şer heye û ev tişt anî ziman: “Di halê hazir de tenê rêyek li ber Tirkiyeyê heye ku ew jî demokratîkkirina komarê ye.” 

 
Hevdîtinên têkildarî xalên Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan ên li Lijneya Giştî ya Meclisê tên kirin, berdewam in. Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel li ser xala 6’an a pêşniyara budçeyê mafê axaftinê girt. Temel, bal kişand ser texrîbata di Şerê 3’yemîn ê Cîhanê de û li ser pêşniyarên çareseriyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. 
 
ŞERÊ SAR LI HER DEVERÊ BELAV BÛ
 
Temel, diyar kir ku siyaseta kurewî ketiye nava lêgerîna pergal û paradîgmayeke nû wiha got: “Di pêvajoya heyî de bi taybet jî ji hêla siyasî û civakî ve gelek fragmanên qiyametê tên dîtin. Hêzên hegemonîk li hemberî gefên mezin bêçareserî ma ne. Di serî de konsepta Pergala Dinyaya Nû ya di civîna dawî ya NATO’yê de hatiye ragihandin, ji geşedanên li Ûkraynayê heta hewldanên DYA’yê yên li Tayvanê, ji civînên Şangayê heta hevdîtinên G20’ê û heta li gelek deverên Rojhilata Navîn, liv û tevger bênavber didome. Rageşiya ku li her çar aliyan xizmetê ji şerê sar re dike, li her deverê berbelav bûye. Her çend ku li şûna polîtîkaya dost-dijmin siyaseta demokrasî-dîktatorî girtibe jî, şer û dagirkeriyên ku weke derman tê dîtin rê li ber dijminatiyên domdar vedike. 
 
HIŞYARIYA KAOSÊ 
 
Di encama van polîtîkayan de jî hişyariya kaosê lê dide. Di nava van geşedanan de ku serdest tevde ber bi çiravê ve ketine nava pêşbirkê, welatên ku ji hêla îstîqrara aborî, civakî û hiqûqî ve qels jî diştewitîne. Weke ku di mînaka Tirkiyeyê de jî tê dîtin, welatan ji hêla darayî û deynan ve têxe nava krîzê û felc dike. Di rewşeke ku hevrikiyên nava pergalê ewqas zêde bûyîn û dîrok di asta herêmê de hatiye bilezkirin de, girîngiya Rojhilata Navîn careke din derdikeve pêş. Weke ku tê zanîn, Rojhilata Navîn hem navenda berxwedanên bêhempa û hem jî navenda dîktatorên zalim e. Teraziya hesas a  veguherînên kûrewî ye. Hêzên kûrewî li vê derê hem bi hêzên herêmî û hem jî di navbera hev de şer dikin. Her çend ku şerê di navbera Rûsya û NATO’yê yê li Ûkraynayê bal kişandibe ser xwe jî, hêj niha jî piranî Şerê 3’yemîn ê Cîhanê li Rojhilata Navîn didome. Heta ku hevsengiyên siyasî li Rojhilata Navîn ne rûnin, mimkin nîne ku şer bi dawî bibin. 
 
TIRKIYE WEKE ENSTRÛMANÊ TÊ BIKARANÎN 
 
Şerê 3’yemîn ê Cîhanê herî giran li Sûriye û Rojava didome. Hevrikiya gelek hêzan a li ser Sûriyeyê didome. Ji bo tesfiyekirin û kontrolkirina Şoreşa Rojava, gelek hêzên mezin di nava hewldanan de ne. Bêguman li Sûriyeyê hêza ku bi rola herî neyînî radibe jî Tirkiye ye. Hem DYA û hem jî Rûsya ji bo ku armancên xwe hasil bikin, Tirkiye li ser Sûriye û Rojava veguherandine enstrumanekê. Tirkiye naxwaze Sûriye demokratîk bibe. Lewre Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku sedema neçareserkirina pirsgirêkan, Tirkiye ye. Ji ber ku heke Sûriye demokratîk bibe, dê destkeftiyên kurdan çêbibin û ev yek jî dê bike ku Tirkiye nekare polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan bidomîne. Giranahiya şerê li Herêma Federe ya Kurdistanê dane ser vê herêmê û niha jî hewl didin momentên nû yên îdeolojîk biafirînin. Lewma jî piştgiriyê didin çeteyên li dijî demokrasiyê û gotinên weke ‘asayîbûn-hemnîjadî’ têxin dewreyê. Sedema xebatên hevpar ên bi HTŞ’ê re ku wezîrê parastinê li xwe mikûr hatibû jî ev e. 
 
SERHILDANA LI DIJÎ PERGALÊ YA LI ÎRANÊ
 
Geşedanên li Îranê, yek ji sedemên bingehîn e ku bandorê li ser hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn dike. Li Îranê êdî hinek tişt ji dest derketin û êdî zehmete ku Îran mîna berê be. Çalakiyên ku li her çar aliyên welêt belav bûyîn, her çend ku weke bertekên li dijî laçikan derketin xuya bikin jî, di esasê xwe de raperîna nirxên demokratîk ên komunal û dayiksalar e. Serhildana li dijî pergala nedemokratîk e. Lewma jî dê encamên siyasî, civakî û aborî yên vê serhildana bi pêşengtiya jinan a li Îranê çêbibin. Veguherîneke çandî û civakî teqez dê çêbibe.
 
DÊ TIRKIYE ÇAWA TEŞE BIGIRE?
 
Yek ji astengiyên bingehîn ên li pêşiya demokrasî û azadiyên li Rojhilata Navîn, pozîsyona êrişkar a Tirkiyeyê ya li dijî Sûriye û Iraqê û îdeolojiya wê ya Neo-Osmanî ye. Di vê çarçoveyê de dê teşeya siyasî ya Tirkiyeyê, bandoreke giran li ser encama Şerê 3’yemîn ê li Rojhilata Navîn bike. Û dê pirsgirêka kurd biryarê bide bê ka dê Tirkiye çawa teşe bigire. Ev formul, formuleke ku aqilê dewletê dibîne lê hewl dide bi retorîka tundî-înkarê çareser bike û girêka Gordîon e. 
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Di navenda siyasetê de gelê kurd heye. Serdema şerê sar û statûkoyên hişk ên li Rojhilata Navîn, li pêşiya têkoşîna azadiyê ya kurdan bûne astengî. Gelê kurd ev kompas dît, bi saya birêxistinkirina pêzan ku xwe dispêre hêza xwe ya cewherî ev astengî ji holê rakirin. Têkiliya di navbera alav û armancê ya di pirsgirêka kurd de, aliyê herî hesas ê krîz û krîtîkê ye. Pirsgirêka kurd îro di bin mekanîzmaya înkarê de tê kûrkirin û hewl didin di şeveqa sedsala nû de bi qurbanî blokên retkar bê kirin. Bersiva li hemberî vê hewldanê jî siyaseta Rêya 3’yemîn e. Di vê pirsgirêka dîrokî de li şûna ku rêbaza siyaseta aştiyane û demokratîk esas were girtin û bi vê pirsgirêkê re hevrû bibin, hewl didin bi zindîkirina kurdê berê re vê pirsgirêkê bidomînin. Lê em li vir radigihînin; kurdê berê êdî tune ye. 
 
PÊŞNIYARÊN ABDULLAH OCALAN
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1993’yan heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li ser bingeheke demokratîk, hewl da rêyên guftûgoyê veke. Di nava 20 salên dawî de gelek caran projeyên çareseriyê pêş xist û di vê çarçoveyê ‘Nexşerê’ pêşkeş kir. Dermannameya ji bo çareserkirina hemû pirsgirêk û krîzên îro ne. Tevek jî di arşîvên dewletê de hene. Gelo tenê bersiva yek ji wan jî hate dayîn? Na. Gelo wê demê yên ku çareseriyê naxwazin û hewl didin asteng bikin kî ne? Di nava 40 salên şer û pevçûnan de ku hewl dan kurdan têk bibin, her tim mêrxasên sexte derxistin û bi gotinên ‘dê wan tune bikim’, ‘min tune kirin’, ‘tu kes nema’ û hwd. civak xapandin. Heman rêbaz bi dehan caran hate ceribandin û hewl dan encamekî cuda bi dest bixin. Dawiya hemû mêrxasên sexte jî bû têkçûn, qirêjîbûn û çetebûn. 
 
LI CIHEKÊ KU 60 HEZAR KES LÊ DIMIRIN ŞER HEYE
 
Banga min ji bo hemû rayedarên partiyên siyasî ev e; li cihekî ku 60 hezar kes lê dimirin qala ‘terorê’ nayê kirin, li wir şer heye. Yên ku jê bawerin ku siyaset bawerî, ked û hewldaneke mezin e, dê fêm bikin ku Tirkiye ketiye qonaxeke hesas û rêya xelasiya ji vê rewşê jî demokratîkkirina komarê ye. Rêya vê ya herî hêsan jî guftûgo û muzakereyên di navbera aliyan de ne. Rêya vê şer, pevçûn û komkujî nîne. Di dawiya dawî de li her devera cîhanê piştî şer û pevçûnan encam bûye ev lê çima li hemberî vê ewqas israr tê kirin? Bersiva wê pir hêsan e. Ji ber ku dê muzakere dê derxînin holê bê ka kî çareseriyê dixwaze, kî aştiyê dixwaze, kî aliyê edalet û hiqûqê digire û kî Tirkiyeyeke tarî dixwaze. Yên ku di salên 1993’yan de rê li ber guftûgo û hevdîtinan girtin eşkere ne. Pirsgirêka kurd, di nava çareseriya demokratîk û mekanîka darbeyê de asê ma ye. Birêz Abdullah Ocalan gotibû; ‘heke dewlet rast nêzî min nebe dê nekare encamekî rast bi dest bixe’ û hişyarî dabû. Ne tenê ev, her wiha gotibû; ‘dê Sûriye qedera hikûmeta AKP’ê diyar bike’ û ‘înkarkirina hebûna kurdan, tê wateya înkarkirina hebûna tirkan.’ Ev hişyariyên wî hêj li bendê ne ku bên fêmkirin. 
 
Weke ku em her carê dibêjin, em ê dîsa dubare bikin; an dê pirsgirêka kurd were çareserkirin û çareseriya demokratîk pêş bikeve yan jî îktîdar kî dibe bila bibe dê her tim mekanîka darbeyê wan dîl bigire. Îktîdara ku di halê hazir de pêwendiya xwe bi kurdan û dinyayê re qut kiriye û di nav xafletê de ye, ji bo pirsgirêka kurd pênaseya ‘kirasê dînan’ dike. Êdî di tûrikê wan de gotineke ku bikin nema ye. Pirsgirêka kurd heye, rastiyeke kurd a li derveyî qanûnan hatiye hiştin, ji hiqûqê bêpar hatiye hiştin û rejîmeke tecrîdê ya çavkaniya xwe ji vê digire heye. 
 
HEVKÊŞA TECRÎD Û ŞER 
 
Tecrîd ne tenê girtina kesekî ya di nava çar dîwaran de û qedexekirina hevdîtinan a bi malbat û parêzeran re ye. Ji van tevekan pir wêdetir e. Tecrîd, pergaleke îşkenceyê ye ku hewl dide mirov ji cewhera xwe dûr bixe, mekanê diqerisîne û demê neguher dike. Îmrali, ciheke pir cuda ye ku ‘hiqûqeke taybet’, ‘rejîmeke taybet’ û ‘qanûnên taybet’ li wir di meriyetê de ne. Her ku tecrîd tê girankirin û her ku şer mezin dibe jî welêt winda dike. Bi taybet jî bêeslî û bêsiyasetiya bi rêya tecrîdê li ser civakê tê ferzkirin jî em bi vekirî red dikin û divê ev yek bê zanîn. Di vê çarçoveyê de; divê derfet bên amadekirin ku birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze. Ev çareserî dê yekitiya gelan a li ser bingeha demokratîk jî bihêztir bike. 
 
DÊ KÎ VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNE?
 
Divê hemû kesên bi îdiaya siyaseteke alternatîf û peymaneke civakî radibin bi du tiştan baş bizanin; Ya yekemîn ew e ku HDP ne partiyeke wisaye ku ji jiyana rojane hatibe qutkirin û bi tenê dengên werdigire bê pênasekirin. Guhertineke ku nekare pergala zextker bişikîne û hêza dewletê ji bo maf û azadiyên şexs û civakê bi kar bîne, tenê dibe guhertina nobeta ji bo tîraniyê. Ev Meclis bû şahid ku partiyekê ji bo girtina HDP’ê siyaset kir. A rast wê partiyê di demên berê de ji bo girtina AKP’ê jî kampanya meşandin. Em, anku weke baxçeyê gelan HDP’ê dibêjin ku 7 qat di bin erdê de xumuniyek tê û gelek elamet nîşan didin ku êdî wext hatiye. Dibêjin ku alîkarî tune ye li paş xwe nenihêre. Em ne xweşbîniyê lê daxwaza wekheviyê dikin. Ji ber ku li cihekê ku wekhevî lê nebe azadî jî nabe. Qanûna ewil a azadiyê ev daxwaz e. Daxwazên me zelal in. Di nava civakekê de yan hemû kes xwedî heman mafan in an jî mafên tu kesî nînin. Ev kelehe li dijî bagerên kompasê û gefên girtin li ser pêyan e. Dixwazim gotinên xwe bi gotinên Minoo Majîd ê ku di protestoyên li Îranê de hatiye qetilkirin bi dawî bikim; ‘Heke ez dernekevim kolanê û vê pergalê biguherînim, wê demê dê kî biguherîne?’ Heke jin, ciwan, HDP û em vê pergalê neguherînin, baş e dê kî vê pergalê biguherîne?” 
 

Sernavên din

30/12/2022
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN