Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin

  • rojane
  • 14:53 12 Kanûn 2022
  • |
img

STENBOL - Malbatên girtiyan ku dê  Nobeta Edaletê di 18’ê mijdarê de bi meşeke girseyî bi dawî bikin, ji bo meşa ku dê balê bikişînin ser tecrîda girankirî banga tev li bûnê kir. 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Malbatên girtiyan, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (Marmara TUHAY-DER), Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) û Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî têkildarî meşa girseyî ku dê di 18’ê kanûnê saet 15.00’an de li navçeya Kadikoyê were lidarxistin daxuyanî dan. Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin dabûn destpêkirin wê bi vê meşê bi dawî bibe. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hate vekirin de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ CPT’YÊ DA
 
Yek ji malbata girtiyan Kûmrî Akgul a di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku piştî  mirinên li girtîgehan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di 2’yê sibatê de dane destpêkirin. Akgul, qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe em hemû jî dê di bin tecrîdê de bin.” Akgul, bal kişand ku bi mehane agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin, bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê kir û got: “Te got ‘Ez hatim ez ê biçim Îmraliyê’. Te çima Ocalan nedît? Heta ku em agahiyê ji Îmraliyê bigirin em ê li ser piyan bin. Înfaza girtiyên nexweş dişewitînin. Sedemê wê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Heta ku tecrîda li Îmraliyê ranebe tecrîd jî ranabe.”
 
BANG LI MALBATÊN GIRTIYAN KIR
 
Akgul, diyar kir ku girtiyên nexweş an nayên dermankirin an jî bi kelemçe tên dermankirin, Tahîr Gurdal ê piştî 13 rojan înfaza wî hate taloqkirin jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Em dayik em ê van kelemçeyan, tecrîdê bişikînin. Em dibêjin ‘Edalet’ ew dibêjin ‘Şer’. Em hemû li malên xwe rûdinin. Berpirsyarên cenazeyên ji girtîgehan derdikevin em in. Em bang li dayikên girtiyan dikin. Rabin ser piyan. Îro belku zû ye lê sibê dibe ku bibe dereng. Piştî ku ji girtîgehan cenaze derketin feydeyê rabûna ser piyan nîne.”
 
‘EM ÇALAKIYA NOBETÊ BI DAWÎ DIKIN’ 
 
Akgul, ji bo meşa girseyî ku dê di 18’ê kanûnê de were lidarxistin bang kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku em Nobeta Edaletê bi dawî bikin lê heta ku edalet were em ê vê têkoşînê bidin şopandin. Çawa bibe bila bibe, li ku be bila bibe em dayik em ê li ser piyan bin.”
 
JI BO MEŞÊ BANG KIR
 
Yek ji malbatên girtiyan Fînce Akman jî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Tundiya li Ocalan tê kirin li me hemûyan tê kirin. Em vê tundiya tecrîdê qebûl nakin.” Akman a pirsên “Çima hûn înfaza zarokên me dişewitînin? Çima hûn cenazeyên zarokên me nadin?” pirsîn, anî ziman ku dest ji Nobeta xwe ya Edaletê bernedane wê têkoşîna xwe bi rêbazeke cuda bimeşînin. Akman, ji bo meşa ku wê li Kadikoyê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din bê lidarxistin banga tevlibûnê kir. 
 
BMG: EM LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN
 
Hevberdevka BMG’ê Muruvvet Kuçuk jî diyar kir ku hewl tê dayîn rejîma înfaza li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê li civakê were belavkirin û bi gotina “Têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din, di rastiyê de têkoşîna li dijî hucreyên hewl tê dayîn li derve bê avakirin e. Ji bo li derve û hundir hucreyan hilweşînin û tecrîda li girtîgehan em bişkînin werin em bi hev re têbikoşin” ji bo meşa ku dê di 18’ê kanûnê de were lidarxistin banga tevlibûnê kir. 
 

Sernavên din

01/01/2023
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike