Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek

  • rojane
  • 11:49 10 Kanûn 2022
  • |
img
RIHA - Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî ku têkildarî êrişa li dijî dikana Malbata Şenyaşar dabû ji esasê xera kir û cezayê Fadil Şenyaşar jî hindik dît û got neçarî ye ku dosyeyên dikan û nexweşxaneyê bi hev re bên birêvebirin. 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku “serdana” dikana Malbata Şenyaşar kir, êrişî ferdên malbatê kirin. Birîndarên malbatê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê êrişa li dijî wan dewam kiribû û Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal Şenyaşar li ber çavê her kesî hatin qetilkirin. Her wiha li ber çavê Emîne Şenyaşar hevjîn û lawên wê hatin kuştin. 
 
Lêpirsîna derbarê êrişa li dikanê û nexweşxaneyê li gel ku di heman rojê de pêk hat jî bi du beşan hat veqetandin. Danişîna êrişa têkildarî dikanê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin û di 2’yê Nîsana 2021’an de biryara wê hat dayîn. Dadgehê 37 sal û 9 meh cezayê hefsê li Fadil Şenyaşar ku bav û du birayê wî hatibûn kuştin, hat birîn. 18 sal cezayê hefsê jî li Enver Yildiz ê ku 18 meh piştî bûyerê teslîm bûbû hatibû birîn. 
 
Heyeta dadgehê biryar da ku Ferît Şenyaşar ê ji dozê negirtî dihat darizandin cezayek lê bê birî nîne û bersûcên din ên dosyayê ceza hat birîn. Dadgehê li Suleyman Yildiz 4 sal 3 meh 22 roj, Abdurrahman Yildiz 11 meh 23 roj, Kenan Yildiz 4 sal 8 meh 18 roj, Mustafa Yıldız salek û mehek nîv, Mehmet Yildiz 6 meh 22 roj, Nihat Yildiz salek û 11 meh 18 roj, Halîl Îbrahîm Şîmşek 3 sal 9 meh, Mehmet Şîmşek 2 sal 6 meh 10 roj û li Mehmet Yildiz 2 sal û 6 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birî. Dosyeya Îbrahîm Yildiz ê ku derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn ji ber ku nehat girtin hat cihêkirin.  
 
Parêzerên Malbata Şenyaşar û malbata Yildiz biryara dadgeha herêmî birin Dadgeha Edeliyeya Herêma Dîlokê ango Dadgeha Îstînafê. 2’yemîn Daîreya Dadgeha Îstînafê serlêdanên parêzeran nirxand û xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin û biryara dadgeha herêmî di 8’ê kanûnê de ji esasî ve xera kir. 
 
Dadgehê sûcên ku hatine kirin nirxand û daxwaza lêkolînên bi danişînî jî red kir. 
 
'DIVÊ DOSYE BIBE YEK’ 
 
Dadgehê biryar da ku dosyeya “dikanê” û dosyeya “nexweşxaneyê” bibin yek û bi hev re bên birêvebirin û got ku ev yek neçarî ye. 
 
CEZA HINDIK DÎTIYE 
 
Dadgeha Îstînafê îdia kir ku cezayê li Fadil Şenyaşar ku hatiye birîn jî hindik hatiye birîn. 
 
'BÊHIQÛQÎ DIDOME’ 
 
Ji parêzerên Malbata Şenyaşar, Bulent Dûran têkildarî biryara Dadgeha Îstînafê axivî û diyar kir ku îstînafê eşkere kiriye ku lêpirsîna bi du beşan ne rast e û biryara ku dosye bibin yek rastir e. Dûran bal kişand ser biryara dadgehê ku ceza hindik li Fadil Şenyaşar hatiye birîn û got: “Em vê biryara dadgehê qebûl nakin. Di dîmenan de pir zelal xuya dike ku Fadil bav û birayên xwe diparêze. Dadgeha Îsînafê di vî warî de biryarek nerast daye. Divê ku biryara beraetê bida. Daxwaza Malbata Şenayşar îro ew e ku Fadil Şenyaşar bê berdan. Lê dîsa jî nayê berdan. Nobeda Edaletê ya malbatê hemû bêhiqûqiya diqewime dide nîşandan. Fikarên me hin zêdetir bûn.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

31/12/2022
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne