Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan

  • rojane
  • 10:58 5 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku binpêkirinên li Girtîgeha Boluyê berdewam in û wiha got: “Bi hincetên pir vala nahêlin girtî bên berdan.” 
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê li dijî binpêkirinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya wan hêj didome. Heverbevka Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Boluyê axivî. 
 
BINPÊKIRINÊN GIRAN HENE 
 
Çevîrmen, diyar kir ku di demên dawî de gelek girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ji ber binpêkirinên serî li saziya wan didin û wiha got: “Lê me nekarî bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinekê bikin. Di demên berê de jixwe binpêkirin dihatin ragihandin lê di demên dawî de pir zêde bûn. Lewma girtiyan dest bi çalakiyan kir. Greva birçîbûnê didome. Binpêkirinên giran hene. Bi taybet jî çalakiyên civakî pir hatine bisînorkirin. Di dema pandemiyê de bi hinceta tevdîran pir hatibûn bisînorkirin. Tevî ku niha tevdîrên pandemiyê nînin jî hêjta tên bisînorkirin.” 
 
PROTESTOYA GIRTIYAN 
 
Bi domdarî Çevîrmen got ku divê girtî zêdetirî 40 saetan tev li çalakiyên civakî, çandî û sporê bibin lê belê rêveberiya girtîgehê mehê tenê bi saetekê sînor kiriye û wiha domand: “Ji bo protestokirina vê rewşê jî girtî tev li vê saeta çalakiyan nabin. Her wiha wezareta edaletê dema hevdîtinê weke saet û nîv diyar kiriye lê li li vir tenê saetek dem tê dayîn. Gelemperiya malbatên girtiyan ji deverên dûr tên û tenê saetaekê hevdîtinê dikin. Rojek, du rojan beriya hevdîtinê agahî tê dayîn lewma hem girtî û hem jî malbatên wan mexdûr dibin.” 
 
LÊGERÎNÊN DI ASTA TACÎZÊ DE 
 
Di berdewamê de Çevîrmen daxuyand ku carnan meh bi ser re derbas dibin heta girtiyan dibin revîrê û ji hêla bijîşkan ve tên tedawîkirin û ev agahî dan: “Hema hema qet sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Mijarên weke newergirtina dermanan, netedawîbûn û nemuyanebûn êdî bûne pirsgirêkên kronîk. Yek ji pirsgirêkên bingehîn jî lêgerînên di asta tacîzê de ne ku di salên dawî de zêde bûne. Di bin navê lêgerîna giştî de mehê herî kêm 3 û gelemperî jî 4-5 caran lêgerînan dikin. Di dema lêgerînan de alavên girtiyan tên belavkirin û parçekirin. Tiştên weke daksîl, cimbiz, meqesên biçûk û radyo ku ji kantînê kirine jî tên desteserkirin. Alavên ku girtî jiyana xwe pê didomînin, tevî daxwazê jî dîsa jê re nayên dayîn.” 
 
‘DAXWAZÊN GIRTIYAN TÊN PAŞGUHKIRIN’ 
 
Çevîrmen, di berdewamê de ev tişt anî ziman: “Daxwazên girtiyan tên paşguhkirin. Li gel ku girtî naxwazin jî odeyên wan bi awayekî keyfî tên guherandin. Ji ber binpêkirinan, girtî çalakiyên protestoyî li dar dixin. Greva birçîbûnê yek ji wan e ku hêj didome. Tu rojnameyên ku Lijneya Îlanan a Çapemeniyê erê nekirin nakevin hundir. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ji mafê agahîgirtinê bêpar tên hiştin. Heqê ceyrana ji ber sarinc, televîzyon semawir, ketil û hwd. hatiye xerckirin ji wan tê standin û pereyekê zêde jê tê xwestin. Li gorî terîfeya febrîqeyê tê hesibandin. Jixwe malbatên girtiyan pir xizanin. Tevî vê jî bi vî awayî nêz dibin.”
 
LINEYA ÇAVDÊRIYÊ PÊŞÎ LI BER TEHLIYEYAN DIGIRE
 
Nûray Çevîrmen, destnîşan kir ku girtiyên ku dema wan a berdana bitevdîr û bişert hatî ji ber Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê nayên berdan û wiha got: “Bi hincetên pir vala nahêlin girtî bên berdan. Lijneyên çavdêriyê ji bilî dozger, tu wesfekî endamên wê yên din bi hiqûqê re nîne. Lê mîna dadgehê tevdigere. Biryarên wan hem hêviyên girtiyan û hem jî yên malbatên wan têk dibe. Her wiha bi hinceta ewlehiyê, kevçî û firaqên mêtal ji girtiyan hatine standin û yên plastîk dane wan. Ev yek bi tendurist nîne. Di serlêdanekê de jî hat gotin ku di lêgerînan de pirtûk hatine derxistin. Her girtiyek dikare tenê 3 pirtûkan li cem xwe bigire.” 
 
‘WEZARETA DADÊ FERMANAN DIDE’
 
Çevîrmen, axaftina xwe wiha xelas kir: “Bi qanûna înfazê re şert û mercên tecrîdê li girtiyên siyasî tên ferzkirin. Zexta li ser wan girantir bû. Ev sepan, li gorî fermanên wezareta dadê û midûriyeta giştî ya girtîgehan ve dikevin meriyetê. Heta niha tu bersivên erênî nedane serlêdanên me. Di mijara sûcên tên kirin de polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye.” 
 

Sernavên din

23/12/2022
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin