Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe

  • rojane
  • 12:10 4 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Halît Ermîş da zanîn ku dewleta tirk di êrişên xwe yên li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de modêla pêkvejiyanê ya gelan hedef digire û wiha got: “Heke Tirkiye êrişeke nû yê bejahî bide destpêkirin, dê vêcarê têk biçe.” 
 
Dewleta tirk di 19-20’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişên hewayî kir. Li gel êrişên hewayî, her wiha herêmê dide ber topan û bombe dike. Di encama êrişên heta niha de gelek sivîl, endamên meclisa leşkerî û leşkerên rejîma Şamê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di êrişan de binesaziya herêmê, nexweşxane û dibistan jî hedef tên girtin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî  gefa êrişeke bejahî xwaribû. Hêzên DYA, Rûsya û hêzên navneteweyî jî heta niha li dijî van êriş û gefan dengê xwe nekirine. 
 
Rojnameger Halît Ermîş, têkildarî êrişên ser herêmê bi ajansa me re axivî û da zanîn ku di êrişeke nû ya bejahî de dewleta tirk dê têk biçe. 
 
‘TIRKIYE DITIRSE KU LI ÎRANÊ REWŞEKE MÎNA LI ROJAVA RÛ BIDE’
 
Ermîş, diyar kir ku armancên stratejîk ên dewleta tirk li dijî herêmê hene û wiha got: “Ji destpêka damezirandina komarê heta niha li dijî kurdan siyaseta qirkirinê heye. Siyaseta herêmê, krîza aborî, hilbijartin jî çendek sedemên rojane ne. Lê ya herî girîng, xitimîna wan a li hemberî gerîla ye. Dixwazin vê têkçûna xwe bi êrişeke li dijî Rojava binixûmînin. Di mijara çekên kîmyewî de di qada navneteweyî de teşhîr bû. Sûcên wê yên şer teşhîr bûn. Dixwaze vê rojevê biguherîne, kurdan bêhtir krîmînalîze bike û rojevê di bin navê ‘terorê’ de biguherîne û êrişên xwe rewa nîşan bide. Her ku bertekên gelan ên li dijî qirkirina kurdan zêde dibin, hem NATO û hem jî dewletên piştgiriyê didin wê zehmetiyan dikişînin. Di siyaeta qirkirinê de ev rewş dê wan têxe zehmetiyê. Her wiha ditirse ku li Îranê ji bo kurdan rewşeke defacto derkeve holê. Ditirse ku avadaniyeke mîna Rojava derkeve. Lewma dixwaze rêxistiniya kurdan tesfiye bike. Ji bo vê jî hewl dide bi demê re Rojava tesfiye bike. Dixwaze ji valahiya ber şerê Rûsya-Ûkraynayê sûd bigire. Bi vî awayî hewl dide ji hêzên navdewletî tawîzan bigire û li dijî Rojava bi kar bîne.” 
 
BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
 
Ermîş, bal kişand ser helwesta hêzên navdewletî ya li dijî êrişên ser Rojava û ev nirxandin kir: “Li gorî min divê mirov herî zêde bala xwe bide ser Rûsyayê. Hewl dide hikûmeta Şamê rake ser pêyan. Li dijî Rêveberiya Xweser, dewleta tirk weke kozeke bibandor dibîne. Anku mirinê nîşan dide û hewl dide tayê pê bide qebûlkirin. Peyama; ‘şertên me qebûl bike û li rewşa beriya sala 2011’an vegere. Nexwe dê dewleta tirk qir bike’ dide Rêveberiya Xweser. DYA û hêzên koalîsyonê jî ne mîna berê zêde bibandor in. Jê nayê ku daxwazên xwe bi rehetî bidin kirin. Li hemberî wan hêzên xurt ên weke Rûsya, Çîn û Îranê hene. Welatên ereb jî di navbera her du hêzan de siyaseta hevsengiyê dimeşînin. Lewma jî rewşeke ku kurd bibin qurbaniyên bazara wan her tim derdikeve. Bêguman li vir dîsa dewleta tirk dikeve dewrê. Her du alî jî dixwazin dewleta tirk li cem xwe bigirin lewma nikarin helwestekî zelal nîşan bidin. Ne tenê êrişên bejahî, êrişên hewayî jî ziyaneke mezin didin herêmê. Lê ev hêz ne li gorî vê ziyanê, li gorî hemleyên xwe yên siyasî tevdigerin.”  
 
‘HEKE ŞER DERKEVE DÊ DEWLETA TIRK TÊK BIÇE’
 
Bi domdarî Ermîş bal kişand ser gefên Erdogan û êrişeke bejahî ya îxtîmal û wiha got: “Li gorî min heke êrişeke bejahî çêbibe dê ne mîna ya Efrîn û Serêkaniyê be. Di gelê herêmê de berxwedaniyeke mezin heye. Her wiha li dijî dewleta tirk pir bihêrs in. Tevî êrişan jî herêmên xwe bernadin. Ji Efrîn û Serêkaniyê jî tecrûbe girtin. Ev şer li qadekî teng hatibûn girtin û parçe parçe dagir kirin. Bêguman HSD’ê ji vê tecrûbe girtin. Dît ku dema dewleta tirk wiha êriş dike, hêzên navdewletî dengê xwe nakin. Lewma li gorî min heke şer derkeve dê ev rewş wiha nedome. Dewleta tirk an dê bişikê an jî dê tişta dixwaze pêk bîne. Lê li gorî min heke şer derkeve dê dewleta tirk têk biçe. 
 
Halît Ermîş
 
A yekemîn; helwest û sekna gelê herêmê guherî. Êdî naxwazin rewşa heyî bidome û hêrseke wan a pir mezin li dijî dewleta tirk heye. Êdî şerê taybet jî mîna berê bandorê nake. Hemû gelên herêmê xwedî vê helwest û seknê ne. Heke şer li herêmê belav bibe jî dê dewleta tirk bêhtir teşhîr bibe ku dixwaze herêmê dagir û îlheq bike. Şer dê li tevahiya herêmê belav bibe û rewşeke ku dawiya wê nediyar dê derkeve holê. Berxwedaneke mezin dê helwesta hikûmat Şamê jî bişikîne. Di heman demê de di siyaseta Rûsyayê de jî dê şikestinek çêbibe. 
 
DÊ DAIŞ DÎSA BIKEVE NAVA TEVGERÊ 
 
Li hêla din rastiya DAIŞ’ê heye. Heke şer li tevahiya herêmê belav bibe, dê DAIŞ teqez bikeve nava liv û tevgerê. Bi hezaran endamên wan di hefsê de ne, hucreyên veşarî û kampên Roj û Holê hene. Ne tenê Sûriyeyê lê dê tevahiya herêmê têxe nava aloziyê. Dewleta tirk bi vê rastiyê dizane û bi zanebûn wisa tevdigere. Ev rewş ji bo hemû cîhanê talûke ye. Bi hezaran DAIŞ’î dê derbasî Ewropa û dewletên din bibin. Dê rewşeke pir aloz derkeve holê. 
 
BÊDENGIYA HIKÛMETA ŞAMÊ 
 
Ermîş, destnîşan kir ku hikûmeta Şamê heta niha ji bo demokratîkkirina welêt tu siyaset pêş nexistine û ev tişt anî ziman: “Bêguman di vê mijarê de Îran û Rûsya diyarker in. Dema Rûsya bi dewleta tirk re têkilî û bazariyê pêş dixe, destûra axaftinê nade Şamê. Hikûmeta Şamê li gorî berjewendiyên Rûsyayê yên herêmê û kûrewî tevdigere. Lê em nikarin bibêjin heke Rûsya nebûya dê Şamê bertekên tund nîşanî Tirkiyeyê bida. Ji ber ku ew û Enqere di mijara kurdan de xwedî heman zîhniyetê ne. Vê zîhniyetê, Sûriye veguherand hêlîna çeteyan û hêzên navneteweyî. Tevî vê yekê jî hikûmeta Şamê nakeve nava hewldana guherînê. Rûsya hewl dide rewşa Şamê veguherîna ya beriya sala 2011’an û piştgiriyê dide zextên Tirkiyeyê. Dixwaze ku Rêveberiya Xweser her tiştekî dewrî hikûmeta Şamê bike. Tişta ku dewleta tirk hewl dide bi dagirkerî û qirkirinê pêk bîne, Rûsya bi razîkirina Rêveberiya Xweser hewl dide pêk bîne. Bi qasî ku ez dibînim, Rûsya dixwaze teslîm bigire.” 
 
DYA ÇIMA BÊDENG E?
 
Di berdewamê de Ermîş qala bêdengiya DYA’yê ya li hemberî êrişan kir û wiha domand: “DYA jî ji ber hevsengiyên hêzên navneteweyî wiha bêdeng dimîne. Ev 20 sal in nikare pirsgirêka Iraqê çareser bike. Her wiha li Sûriyeyê ev 11 sal in alozî heye û nayê çareserkirin. Li gelek deverên cîhanê pirsgirêkên wiha hene. TC, valahiya di navbera hêzên kûrewî de bi kar tîne û ew hêz jî li gorî berjewendiyên xwe yên herêmî tevdigerin. Siyaeta DYA’yê ya di sedsala 20’an de li dijî kurdan hêj neguherî e. Hewl dide hevkêşiya heyî li gorî daxwaza wê çêbibe û bo wê ferq nake bê ka kîjan hêz di vê mijarê de dibe alîkar. Lê di halê hazir de dewleta tirk bêhtir bi kêrî wê tê lewma bêdeng dimîne. Her wiha dewletên ereb û Îsraîl jî di vê hevkêşiyê de cih digirin. Ev tevek jî rê li ber bêdengiyê vedikin.” 
 
‘MODÊLA PÊKVEJIYANÊ HEDEF TÊ GIRTIN’
 
Rojnameger Ermîş bi lêv kir ku yek ji armancên sereke yên êrişên dewleta tirk, rûxandina modêla pêkvejiyana gelan e û wiha bi dawî kir: “Ev modêl, li dijî pergala kapîtalîst e û alternatîfa pergala netewe dewletê ye. Lewma jî hêzên navdewletî tehemûla wê nakin. Ev hêz dixwazin, pergaleke ku li gorî fermanên wan tevdigere, li gorî siyaseta wan tevdigere û cendirmetiya wan herêmê dike bê avakirin. Lewma jî tehemûla vê pergalê nakin. Heke gelên herêmê di modêla rêveberiya xweser de israra bikin dikarin bi hev re bijîn û li dijî êrişan li ber xwe bidin. Rûsya, Şam, Enqere, Tehran tevek jî dixwazin herêmê bêparastin bihêlin û li dijî HSD’ê ne. Ev hêz ji hêla hemû gelên herêmê ve hatiye avakirin û dema êrişek li ser çêbû jî tevahiya gelan hedef digirin. Heke Rûsya û hêzên koalîsyonê destûra êrişan nedin, dewleta tirk dê nekare êrişan pêk bîne. Lewma jî heke êrişek çêbibe, ev tê wê wateyê ku van hêzan raste rast erê kirine.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

23/12/2022
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe
09:12 Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
09:05 Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye
09:04 Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN
20/12/2022
22:04 Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir
21:07 Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin