Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin

  • rojane
  • 11:34 28 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnamevanên ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî mehek in di girtîgehê de ne diyar kirin ku ew bi fermaneke siyasî hatine girtin û gotin: “Bi girtina me re hikûmet hewl dide atmosfera zext û tirsê li civakê belav bike. Em ji ber rojnamevaniyê tên darizandin.”
 
Midura Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên wê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selan Güzelyüz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ên di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere bi îşkenceyê di 25’ê cotmehê de hatin binçavkirin, di 29’ê cotmehê de ji ber xebatên xwe yên pîşeyî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz a di çarçoveya heman lêpirsînê de hate binçavkirin bi şertê hefsa malê, Mehmet Gunhan ê di buroya Enqereyê ya MA’yê de demekê weke stajyer xebitî jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
Rojnamevanên ji ber nûçeyên çêkirin, bi axaftinên bi çavkaniyên xwe re kirine û gerên di çarçoveya xebatên xwe yên pîşeyî de kirine tên sûcdarkirin, meheke di girtîgehê de tên ragirtin. Rojnamevanên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tên ragirtin, di meha destpêkê ya girtina xwe de peyam şandin. 
 
BERÎ KU ÎFADEYAN WERGIRIN QAWIŞ AMADE KIRIN
 
Di peyama hevpar a rojnamevanan de hat ragihandin ku bêhiqûqiya bi binçavkirina wan a di encama fermana siyasî de destpê kir, bi pêvajoya girtinê ya mehekê didome. Rojnamevanên ku gotin “Em bi fermana siyasî hatin girtin” ew pêvajo wiha vegot: “Em çar rojan di bin çavan de man. Roja 4’emîn em derxistin edliyeyê. Heta ku em derxistin edliyeyê me îfade nedan tu derê. Lê belê di roja 3’yemîn a binçavkirina me de, beriya ku îfadeya me bê girtin û sewqî dadgehê bên kirin, li Sîncanê ji bo me qawîşek hatibû amadekirin. Qawişa ku em 5 jinên rojnamevan bi hev re lê dimînin, beriya ku em werin girtin gotine dê were ‘boyaxkirin’ û hatiye valakirin. Dema em piştî rojekê hatin girtin em anîn wê qawişê. Qawiş hatibû boyaxkirin û dîwarên wê dihilweşiyan.”
 
 BI FERMANA SIYASÎ HATIN GIRTIN
 
Rojnamevanan, destnîşan kirin ku feraseta ku dihat xwestin ji aliyê polîsan ve “serê me bê tewandin” û pêşkeşkirina dîmenên dema binçavkirinê de perçeyekî fermana siyasî bû û ev tişt gotin: “Di 5 mehên dawî de 26 rojnamevanên kedkarên Çapemeniya Azad hatin girtin. Kedkarên Çapemeniya Azad çima hatin girtin? Atmosfera siyasî ya heyî û tecrûbeyên berê bersiva vê pirsê dide. Hikûmet hewl dide ji vê pêvajoya ku krîza siyasî, civakî û aborî lê kûr dibe, derkeve. Bi vê armancê her şêwe bêhiqûqî û pêkanînên antî demokratîk bi cih tîne. Girtina me parçeyek ji vê xeleka bêhiqûqiyê ye.”
 
HEWLDANA BELAVKIRINA ATMOSFERA ZEXT Û TIRSÊ 
 
Rojnamevanan destnîşan kirin ku girtina kedkarên Çapemeniya Azad ji pirsgirêka kurd a birîna nekewandî ya welat ne serbixwe ye û peyama xwe bi van gotinan bi dawî kirin: “Em bûn hedefa hikûmeta ku di bin navê 'ewlekariyê' de bi polîtîkayên şer nêzî vê pirsgirêkê dibe. Dixwazin ku em rastiyê nebînin, nebihîzin û nejîn. Eger çapemenî nebîne, eger nizanibe, civakê nas nake. Lê me ew dît û em bêdeng nebûn. Hikûmeta ku piraniya medyayê kontrol dike, hewl dide çapemeniya ku nikare kontrol bike çavtirsandî bike. Hikûmet bi girtina me re hewl dide atmosfera zext û tirsê li civakê belav bike. Nûçeyên ku me li qadê çêkirin, twîtên ku me avêtin, bernameyên ku me pêşkêş kirin, kirin mijara 'sûcdariyan'. Em bi xebatên xwe yên pîşeyî, ji aliyê rojnamevaniyê ve tên darizandin. Bi vê dosyaya ku nebe sedemê binçavkirinê jî, em hatin girtin.”
 
 
 

Sernavên din

15/12/2022
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir
13:58 ‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
13:45 Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
13:14 Ji bo Îmraliya ku 20 mehan zêdetire agahî jê nayên girtin dîsa serlêdan kirin
12:34 Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome
11:26 Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
11:05 Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da
10:56 Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn
10:55 Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!
10:33 Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye
10:28 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
10:26 ‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’
09:49 Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan
09:47 Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin
09:44 Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir