‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'

  • rojane
  • 09:04 25 Mijdar 2022
  • |
img
AMED – Serokê ÎHD'ê ya Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn anî ziman ku dema mijar dibe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirsgirêka kurd muxalefet xwe li bêdengiyê datîne û got: “Muxalefeta ku li dijî tecrîde û  pirsgirêka kurd xwe li bêdengiyê datîne, dê nikaribe tu pirsgirêkan çareser bike.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Tevî hemû serîlêdanên malbat û parêzeran jî mafê hevdîtinê yê Ocalan tê qedexekirin. Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê û dervayî welêt nerazîbûna xwe dide der û bang dike ku tecrîd bi dawî bibe. Her wiha partiyên siyasî, saziyên hiqûqê û yên mafê mirovan tecrîda li ser Ocalan wekî dijhiqûqî pênase dikin û bang dikin ku demildest tecrîd bi dawî bibe. Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn jî tecrîda li ser Ocalan wekî binpêkirina mafê mirovan pênase kir û bêdengiya partiyên muxalif a li dijî tecrîde rexne kir. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ BINPÊKIRINA MAFAN E’
 
Zeytûn anî ziman ku polîtikayên tecrîde binpêkirina mafê mirovahiyê ne û got ku Tirkiye ji ber binpêkirina mafan ji 2017’an vir ve di bin kontrola Parlamenterên Konseya Ewropayê de ye. Zeytûn bi lêv kir ku Tirkiyeberovajiya pîvanên mafê mirovan ên navneteweyî tevdigere û wiha axivî: “Ji Sibata 2022’yan vir ve ji ber ku Tirkiye pêkneanîna biryarên DMME’yê bi cih neaniyê ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve bi prosedura îhlalkirinê re rû bi rû ye. Ev yek jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê mafê mirovan, serweriya hiqûqê û demokrasî tune tê hesibandin.  DMME, di sala 2014’an de der heqê birêz Ocalan de biryara binpêkirina mafan da. Biryara binpêkirinê ya ku di çarçoveya mafê hêviyê de 8 sal in hatiye dayîn tevî ew qas salan jî nayê bicihanîn. Rêxistinên maf û hiqûqê ji bo biryara 9/2’yan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. Lê Tirkiyeyê heta niha ji bo çareserkirina vê bêhiqûqiyê tu bersivek nedaye. Bersiva ku Tirkiye daye jî berovajiya vê yekê ji bo vê pirsgirêkê girîfît bike kirasek fesilandiye. Ji ber vê yekê Tirkiye  peyman û biryarên DMME'yê bi cih nayne, mafên ku di destûra bingehîn a Tirkiyeyê hene jî li gor kesan bi kar tîne.”
 
‘OCALAN MUXATABÊ SEREKE YÊ PIRSGIRÊKA KURD E’
 
Zeytûn destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, nahêle pirsgirêka kurd jî çareser bibe û wiha pê dê çû: "Tirkiye ne li gor pîvanên hiqûqê, lê li gor berjewendiyên siyasî tevdigere. Ji bo Edaletê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e. Birêz Abdûllah Ocalan jî muxatabê sereke yê pirsgirêka kurd e. Di navbera salên 2013 û 2015’an di pêvajoya çareseriyê de geşedanên wê deme jî diyar kirin ku pirsgireka demokrasî û hiqûqê dikare bi diyalogê çareser bibin. Helbet tecrîdê ya li Îmraliyê bandorê li wan pirsgirêkan jî dike. Ji ber wan pirsgirêkan îro krîzek aborî û alozî heye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pedivî ji polîtikayên ewlehiyê zêdetir, pêdivî bi diyalogê heye.”
 
‘MUXALEFET DI RÊZA DESTHILATÊ DE YE’
 
Zeytûn diyar kir ku di mijara tecrîdê û pirsgirêka kurd de partiyên muxalif jî wekî desthilata AKP-MHP'ê tevdigerin û ew rexne li partiyên muxalof kir: “Ji bo çareserkrina pirsgirêka kurd desthilata AKP'ê tu gavan navêje. Lê muxalefeta heyî ku her tim behsa hiqûq û edaletê dike jî dema mijar dibe birêz Ocalan, ew jî tu gavan navêjin û ew jî dikevin rêza desthilata AKP-MHP'ê. Herî dawî muxalefetê  ji bo êrişên li dijî Rojavayê piştgirî dan desthilata AKP-MHP'ê. Ew polîtikayên muxalefetê bi kêrî çareserkirina pirsgirêka kurd nayên. Divê muxalefet baş bizane ku ev pirsgirêk bi şer çareser nabe.”
 
‘MUXALEFET NIKARE TU PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE’
 
Zeytûn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengbûna partiyên muxalif ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û ev tişt gotin: “Muxalefeta ku li dijî tecrîdê û pirsgirêka kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare tu pirsgirêkan çareser bike. Tevî muxalefet ew qas qala destûra bingehîn dike û diparêze jî dema mijar dibe pirsgirêka kurd û birêz Ocalan, li gel desthilatê ye. Muxalefet hemû polîtikayên desthilatê dipejirîne. Muxalefet her tim qala hiqûqê dike, lê dema mijar dibe birêz Abdûllah Ocalan û kurd bi rehetî dikare destûra xwe ya bingehîn jî binpê bike. Di serî de kurd hemû pêkhatiyên vî welatî ku mafê wan hatiye binpêkirin û bi rêya hiqûqê tune tên hesibandin. Lê muxalefet jî li dijî vê yekê wekî desthilat tevdigere.”
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’  
 
Zeytûn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û edaletê divê tecrîd bê rakirin û ev tişt anî ziman: "Rola birêz Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de pir girîng e. Ji bo pirsgirêka kurd, hiqûq û demokrasiyê divê polîtikayên diyalogê bên sepandin. Divê parazvanên mafan jî li gor heq û hiqûqê tevbigerin. Heke dema mijar bû birêz Abdûllah Ocalan bêdeng bimînin, ew dibe nakokî û ev helwesteke li dijî edaletê ye.”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

14/12/2022
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir
13:58 ‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
13:45 Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
13:14 Ji bo Îmraliya ku 20 mehan zêdetire agahî jê nayên girtin dîsa serlêdan kirin
12:34 Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome
11:26 Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
11:05 Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da
10:56 Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn
10:55 Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!
10:33 Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye
10:28 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
10:26 ‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’
09:49 Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan
09:47 Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin
09:44 Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir
09:07 Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin
09:06 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Înfaza girtî Tûncel cara 3'yan hat şewitandin
09:03 Li Rihayê girtiyên nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:59 Dewleta tirk li Rojava 16 dibistan bombebaran kir
12/12/2022
23:14 Li Amedê jina ku bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin