Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin

  • rojane
  • 10:06 17 Mijdar 2022
  • |
img
AMED  -  Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ucaman bertêk nîşanî 157 hektarên erd ku ji aliye Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ve ji îmarê hatiye vekirin da û wiha got: “Di vê îmarê de planên dagirkeriye hene. Kesên nêzî faşîzmê, bi çavekî dagirkirinê li Kurdistanê dinihêrin. Bi rant û îmarên xwe xaka Kurdistanê dagir dikin.” 
 
Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji bo ku statûya qada 3,4 hektarî ya ku di projeyê de weke qada şînkatiyê tê dîtin were guherandin, serî li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê da. Serlêdana rektoriyê hat qebûlkirin û bi vê yekê re qadeke ji 157 hektaran weke qada niştecihbûna bajarvaniyê û qadeke 3,4 hektarî jî ji bo çêkirina avahiyên cemaweriyê hat destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de dê nêzî 2,000 donimên erd bêne firotin. Tekildarî mijarê Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ya Amedê Samet Ucaman ji ajansa me re axivî û ji vekirina îmarê re bertek nîşan da.
 
‘JI BO PÊŞEROJÊ XETERE YE’
 
Ucaman, bi lêv kir ku Fakûlteya Zanîngehê û Newala Dîcleyê di 25’e nîsanê de ji îmarê re vebûye û îmar ji bo pêşerojê xetereyan derdixe. Ucaman, anî ziman ku bi vê planê dixwazin bajarekî ava bikin û wiha got: “Dive plansaziya bajêr û ya şînkatiyê bê lêkolînkirin. Lê Zanîngeha Dîcleyê ev 20 sal in ku li gorî serê xwe tevdigere. Em jî dibêjin ku zanîngeh ji bajêr qut nîne. Ji ber ku bajêr qut nîne, divê planên ku di nava bajêr de tên çêkirin li gorî vê yekê bên diyarkirin.  Îmar ji bo pêşerojê xetere ye. Anku pêşiya gelek îmaran vedike. Ji ber wê jî di pêşerojê de erdên çandiniyê wê îmarê re vebibin. Ji bo wê, me jî ji bo betalkirina vê plana hawirdorê serlêdan kir. Lê belê ev serlêdana me hat redkirin.  Em ê jî dê bi gel û saziyên ku piştgiriyê didin me re li dijî vê yekê derkevin.”
 
‘PLANÊN DAGIRKERIYÊ HENE’
 
Bi domdarî Ucaman destnîşan kir ku vebûna îmarê ya li qadên zanîngehê hem ji bo xwezayê hem jî ji bo bajêr xetereyan bi xwe re tîne û wiha pê dê çû: “Amed bajarekî gelek kevn e û li ser pergala xwezayê avabûye. Lê belê ev 20 sal in hewldanên talankirina vê pergalê hene. Li dijî vê hewldanê jî têkoşînek tê kirin. Me ji bo planên bi vî rengî doz dan vekirin û hinek ji wan dan sekinandin. Niha di vê îmarê de planên dagirkeriye hene, dagirkirina  Hewselê û çem heye. Daristanên wir dê werin talankirin. Ew ji bo me xetereyeke gelek mezin e. Hem dê bîr û çandê tune bike û hem jî ji bo ekolojî û bajêr xetereyan bi xwe re bîne. Di heman demê de jî rêya îmarê vedike.”
 
‘VEKIRINA ÎMARÊ, RANT E’
 
Di berdewamê de Ucaman daxuyaniya zanîngehê ya ji bo îmarê ku digot; “em ji bo fînansê ji îmarê re vedikin” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet, ji bo hemû saziyên fermî bûdçeyê vediqetîne. Lewma jî saziyên dewletê nikarin bibêjin bûtçeya me tune ye û pêdiviya me bi xwe fînanskirinê heye. Dema cihek ji bo îmarê hat vekirin, ranteke nû derdikeve holê. Vekirina zanîngehê ji îmrarê re, rant e.” 
 
‘PARZEMÎNÊN KURDISTANÊ DAGIR DIKIN’
 
Ucaman diyar kir ku dema êrdên çandiniyê ji bo îmarê tên vekirin, qîmeta wan jî erzan dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erdên çandiniyê li gor sal an û berheman qîmet dibin. Lê heke ew erd ji îmarê re bên vekirin û bîna li wan erdan bên çêkirin, ji aliyê avahiyan ve qîmeta wan zêde dibe. Lê belê heke li wir çandinî were kirin, sal bi sal qîmetê wan erdan zêdetir dibe û pêdiviyên mirovan dabîn dike. Lewma jî ji hêla bazirganiyê ve xetere ye. Lê kesên nêzî faşîzmê, bi çavekî dagirkirinê li Kurdistanê dinihêrin. Bi rant û îmarên xwe xaka Kurdistanê dagir dikin.” 
 
MA / Mahmût Altintaş - Rûken Polat
 

Sernavên din

03/12/2022
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin
15:04 Xizmên girtiyan: Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike
14:55 Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû
14:46 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Mêrsînê da
14:35 Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye
14:16 Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin
14:01 Doza Kobanê: Gelo biryara DMME’yê di dosyeyê de heye?
13:54 Dewleta tirk êrişî Kobanê û Eyn Îsayê kir
13:47 Gunay bang li Wezareta Dadê kir: Bersivê bidin serlêdanên ji bo Îmraliyê
13:12 Rojnamevan Zubeyde Sari hat beraetkirin
12:57 Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin
12:51 Malbata Şenyaşar têkildarî serdana Erdogan peyamek weşand
12:44 Li nav daristanên li başûrê Licê gelek fotokapan hatine bicihkirin
12:32 Koçyîgît a serî li Wezareta Dadê da: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
12:25 Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e
11:31 Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe
10:57 Jin li dijî tundiyê serî natewînin
10:50 Rojnamevanên rojhilatî rewşa dawî vegotin: Berxwedan veguherî şoreşê
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin
09:05 Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/11/2022
23:00 Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin
20:52 18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê
20:33 Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
20:16 Çawîşekî pispor mir
18:57 Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin
18:40 Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin