'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin'

  • rojane
  • 09:02 2 Mijdar 2022
  • |
img
 AMED - Hevserokê SES a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken destnîşan kir ku çekên kîmyewî ne tenê mirov, av, ax, hewa jî di nav de tevahiya ekosîstemê texrîb dikin û got ku divê mirov li hemberî vê rabin. 
 
Êrişên dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Dewletê heya niha di van êrişan de 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar aniye û bi van çekên qedexekirî 44 endamên HPG’î û YJA-Starê jiyana ji dest dane. Gelek derdor bertekê nîşanî bikaranînan çekên kîmyewî û qedexekirî didin. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken jî  bertek nîşan da. Guldîken da zanîn ku çekên kîmyewî ne tenê li ser mirovan, bandorê li ser tevahiya xwezayê dike û got ku divê her kes li dijî vê rabe.
 
HELEBÇE Û ENFALÊ BI BÎR XIST
 
Guldîken, bilêv kir ku çekên kîmyewî bi xwe re dîroka mirovahiyê tune dikin û wîha got: “Xebitandina çekên kimyewî li cîhanê sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Ji dîrokê heya îro ev gelek caran bûne sedema şeran. Li Horoşîma û Nagazakiyê jî hatin bikaranîn. Her wiha li ser kurdan jî hatin ceribandin. Mînak Seddam Huseyîn li Helepçe û Enfalê kîmyasal bi kar anî. Tê gotin ku Piştî vê jî gelek caran hatine bikaranîn. Ji bo lêkolînkirinê jî gelek caran daxwaz hatiye kirin. Lê heya îro tu encam bi dest neketine."
 
BANDORA WÊ YA LI EKOSÎSTEMÊ
 
Guldîken da zanîn ku çekên kîmyewî tenê bandorê li mirovan nake û ev tişt gotin: “Çekên kîmyewî bandorê li axê, avê, hewayê û tevahiya ekolojiyê dike. Peymana navneteweyî, divê van çekên kîmyewî yên ji aliye dewleta tirk ve tên bikaranîna zelal bike. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, dê bibe cihê heman encamê. Ji ber ku pêşiya vê bê girtin Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo mirovahiyê, ji bo ekolojî û xwezayê gelek caran peymanên navneteweyî çêkirine. Di peymanê de îmzeya wan jî heye. Gotine ev çek nayên bikaranîn û ji bo vê taahud dane. Bandora çekên kîmyewî tenê di dema tên bikaranîn de ne bibandor in, bandora wan bi salan didome. Siberojê tune dike. Enfal û Helepçe li ber çavan e. Bi hezeran mirov jiyana xwe dest dan, bi hezaran mirov astengdar bûn. Hê jî ekolojiya wê derê xwe nû nekiriye. Em vê jî dizanin ku ji ber çekên kîmyewî bandorê li zêdebûna mirov jî dike. Divê hemû dewlet ji bo pêîgirtina li ber bikaranîna çekên kîmyewî peymanê ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin.”
 
‘RÛMETA MIROVAHIYÊ YE’
 
Guldîken alîgirên Peymana Cenevreyê bibîr xistin û wiha got: “Eger ji bo dewletekê îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî hebe, nexwe li hemberî vê tişta ewil bê kirin divê heyetek serbixwe bê şandin û ev heyet lêkolînê bike. Ev mijar di qada navneteweyî de prestîjeke rûmetiyê ye. Ev mijar, mijara mafê gele kurd e ku sînorên wan hatine parçekirin. Tişta îro li ser axa kurdan diqewime, tenê ne li hemberî kurdan, li hemberî rûmeta mirovahiyê ye." 
 
Guldîken di dawiyê de wiha got: “Gelek cureyên çekên kîmyewî hene. Çeka ku li Helepçeyê hat bikaranîn bêhna sêvê jê dihat û bi çavan nedihat dîtin. Mînaka herî baş a parastina li hemberî çekên kîmyewî, astengkirina bikaranîna van çekan e. Yan na, dema bê bikaranîna tu çi bikî jî tê texrîbatekê li dû xwe bihêle. Dibe ku mirov hebûneke ku karibe xwe biparêze, lê bi bikaranîna çekên kîmyewî re ekolojî jî texrîb dibe. Mirov dikare li dijî bikaranna van çekan bi maskeyan tevdîra xwe bigire." 
 

Sernavên din

19/11/2022
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan
10:01 KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin
09:59 'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘
09:23 Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim
09:01 Birayê girtiyê nexweş ê 74 salî: Ev îşkence ye
09:01 ‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin'
09:00 OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:54 Li Mûglayê erdhej
08:49 Ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê 17 kes jê hatin girtin
17/11/2022
23:08 Têkildarî teqîna li Taksîmê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
21:48 Li Silêmaniyeyê teqîn: 3 xanî xera bûn
21:43 Li Kadikoyê polîsan avêt ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê
19:51 Platforma Jinan a Şahmaranê qert şandin ji girtiyan re
19:15 Di doza malbata Dedeogûllariyê de li tetikkêş Mehmet Altûn 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn
18:38 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Heya niha 342 kes hatine qetilkirin
17:04 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger hate destpêkirin
17:01 Di danişîna doza komkujiya Dedeogûllari de parêzer ji eywanê hatin derxistin
17:00 Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye
16:44 Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand
16:28 Baroya Enqereyê dê destûra ‘reglê’ bide xebatkarên xwe
15:58 Meclisa Jinan a DBP’a Wanê damezrandina xwe ragihand
15:43 ‘Divê Iraq li NY’ê giliyê Tirkiyeyê bike’
15:39 Di şer de leşkerek hat kuştin
15:38 Wezîrê Karên Derve dê ji ber êrişên Tirkiyeyê vexwînin Parlamentoya Iraqê
15:26 Nobeta Edaletê: Doza gelê kurd, doza demokrasî û azadiyê ye
15:02 ÎHD: Mûxalefeta ji hedefgirtinê re bêdeng ma jî hevkarê sûc e
14:59 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak hat berdan
14:27 Danişîna xebatkarê ÎBB’ê Başkapan hat taloqkirin
14:05 Ji ber parvekirinên hesabeke din cezayê hefsê dan rojnameger Canozer
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome