Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin

  • rojane
  • 10:23 22 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Prof. Dr. Umît Bîçer, diyar kir ku dîmenên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî çavkaniyeke girîng e divê demildest bên lêkolînkirin û bi lêv kir ku divê bisporên tiba edlî li gorî Protokola Mînnesotayê li ser mirinan lêkolînê bikin.  
 
Di encama bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe di 3 mehên dawî de 17 endamên HPG’ê û YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dan. Bêdengiya 6 mehan ku tevî dîmen, belge û bilançoya şer a HPG’ê aşkere kir didomiya, piştî ku dîmenên endamên HPG’ê yên ji çekên kîmyewî bi bandor bûn hatin weşandin xera bû. 
 
DIVÊ DEMILDEST BÊ LÊKOLÎNKIRIN
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Pisporê Tiba Edlî Prof Dr. Umît Bîçer ku dîmenên endamên HPG'ê yên ji çekên kîmyewî bi bandor bûn lêkolîn kirin, diyar kir ku divê demildest bê lêkolînkirin. Bîçer, bal kişand ku ji bo ku nirxandinek bê kirin û destpêkirin dîmen çavkaniyeke girîng in û wiha got: “Weke pisporekî Tiba Edlî, weke bijîşkek û parazvanekî mafê mirovan dema em bi îdiayên bi vî rengî re rûbirû dimînin, em pêşniyar dikin ku divê ewilî îdia demildest bên lêkolînkirin û ji bo heqîqet derkeve holê divê herkes tişta ji destê wî bê bike.”
 
PROTOKOLA MÎNNESOTAYÊ
 
Bîçen, destnîşan kir ku piştî vê kêliyê divê li gorî Protokola Mînnesotayê têkildarî mirinan lêkolîn bê kirin û wiha berdewam kir: “Em dibêjin ku ji bo nirxandineke ku heqîqet derkeve holê civak qaneh bibe pêwîste li gorî pîvanên li vir hatine diyarkirin tevbigere û divê pisporên serbixwe di pêvajoyên lêkolîn û lêpirsînê de cih bigirin. Ji bo ku ev îdia demildest derkeve holê berpirsyartiya hemû aliyan e.” 
 
MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWΠ
 
Bîçer, destnîşan kir ku divê lêkolînkirin bi pejirandina avaniyên têkildar û mekanîzmayên navnetewî re were nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di van rewşan de, ji bo li gorî mekanîzmayên navneteweyî lêkolîn bê kirin, divê avahiyên pêwendîdar di pêvajoyê de cih bigirin, pêvajoyê erê bikin û hemû qonaxên lêkolînên pisporên serbixwe bi awayekî şefaf bi raya giştî re parve bikin. Rastîya ku her komîteyek bi tena serê xwe lêkolînan bike dikare gelek pirsgirêkan biafirîne. Ji ber vê yekê tê payîn ku alî li gorî prensîbên di peymanan de hatine diyarkirin tevbigerin, ji bo ewlekirina pîvanan hewl bidin û di vî alî de tevbigerin. Di rastiyê de peymanên navneteweyî berpirsyariya dewletan diyar dikin û vê berpirsyartiyê li ser dewletan ferz dikin. Ji ber vê yekê lêkolînên ku alî tena serê xwe dikin ji bo ronîkirina îdiayên wisa weke rêbazeke guncav nayê dîtin.”
 
BERTEK NÎŞANÎ HEDEF GIRTINA FÎNCANCI DA
 
Bîçer, bertek nîşanî lêpirsîna derbarê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ya ji ber axaftina xwe ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hedef hate girtin hatiye vekirin de da û wiha pê de çû: “Şebnem Korûr Fîncanci pisporeke Tiba Edlî ya ji aliyê cîhanê ve tê nasîne. Weke pisporeke saziya tiba edlî bi xebatên xwe ve, ji ber berpirsyartiyên xwe yên têkildarî Protokola Stenbolê miroveke ku cîhan jê rêzê digire ye. Elbet dema îdiayeke wisa bû mijar weke pispora Saziya Tiba Edlî (ATK) û parazvaneke mafê mirovan tê payîn ku têkildarî lêkolînkirina van îdiayan pêşniyaran bike, ev weke miroveke zanîst berpirsyartiya wê ye. Ji ber vê yekê dema mirov li axaftinên Şebnem Korûr Fîncanci dinerin, gotinên wê û daxwazên wê di cih de ne.”
 
DIJMIN KIRIN
 
Bîçer, destnîşan kir ku berpirsyariya hikumetê heye ku rastiya van “îdiayan” derbixe holê û wiha domand: “Destpêkirina lêpirsîneke derbarê Şebnem Korûr Fîncanci de ne rêbazeke guncaw e û dibe ku tê wateya zexta li ser zanyaran ku nêrînên xwe îfade bikin û her wiha zexta li ser azadiya raman û îfadeyê ye. Ne rast e ku berpirsyartiyê bêxin stuyê Şebnem Korûr Fîncanci û bikin dijmin.”
 
LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE
 
Bîçer, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku îdîayên çekên kîmyewî di çarçoveya pêkanînên li dijî mirovahî û rûmeta mirovahiyê de ne, bandorê li hemû zindiyên li xwezayê û mirovan dikin, rê li ber zerarên kronîk ên demdirêj vedikin, divê hemû alî ji bo zelalkirina rewşa şênber û ji dil hewl bidin û civakê îqna bikin ku kiryarên bi vî rengî qet neqewimiye û qet nebe. Ji ber vê yekê, divê her kes li şûna ku helwesteke reaksiyonê nîşan bide û parêzvanên mafên mirovan û zanyaran bike hedef, ji bo ronîkirina raya giştî bi berpirsyarî rabin û li gorî peymanên navneteweyî û prensîbên mafên mirovan ên gerdûnî gavên guncaw biavêjin. Ya ku em îro li bendê ne ev e.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

09/11/2022
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin