Parêzer Balsak: Tirkiye peymanan binpê dike, dibe ku bê darizandin

  • rojane
  • 09:03 20 Cotmeh 2022
  • |
AMED - Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsakê destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê ye û got ku dibe ku Tirkiye ji ber van kiryarên xwe bê darizandin. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li hemberî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Bi belge û delîlên hatine belavkirin dewleta Tirkiyeyê di van êrişan de heya niha gelek caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Herî dawî Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA-Starê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. Her wiha dîmenên 2 endamên HPG'ê ku ji çekên kîmyewî tesîrek çawa li ser wan kiriye, hatin belavkirin.
 
Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak ku têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, bi bîr xist ku li gorî hiqûqa navneteweyî di şeran de bikaranîna gazên jehrî wekî sûcê şer tê pênasekirin û got ku sûcên şer di hin peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin.
 
PEYMANÊN LI DIJÎ SÛCÊN ŞER
 
Balsak di destpêkê de bal kişand ser peymanên bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kirine û wiha got: “Wekî hûn jî dizanin di sedsala 20’î de du şerên mezin ên cîhanê rû dane û di wê serdemê de çekên kîmyewî bi awayekî micid hatine bikaranîn. Paşê hin peymanên navneteweyî yên li ser esasên pêdiviyekê lihevhatinek hat çêkirin û xwe wekî Neteweyên Yekbûyî birêxistin kirin. Em dibînin ku dozên sûcên şer jî di nav van peymanan de ne ku ji aliyê dewletan ve hatine birêxistinkirin û îmzekirin. Beriya salên 1900’î Peymana Laheyê hebû. Di serî de li ser tunebûn û qedexekirina bikaranîna gazên jehrî rêzikname hene û divê dewlet di tu şert û mercan de erkeke wiha negirin ser xwe. Piştî Şerê Cîhanê yê Duduyê, peymanên ku wekî Peymana Cenevreyê tên binavkirin û wekî Cenevre 1, 2, 3 dewam dikin hene. Di van de daxuyanî hene û tê gotin ku divê ev di êrîşan de li dijî jîngehan û li herêmên sivîl û leşkerî neyên bikaranîn. Em dibînin ku ji aliyê dewletan ve hin taahud hene ku ev gazên jehrî bi tu awayî nayên bikaranîn." 
 
Balsak wiha domand: “Pişt re peymanek hat îmzekirin ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û li dewletên ku ev çekên kîmyewî stok kirine, jiholêrakirina van çekan ferz dike. Ew peyman jî Peymana Çekên Kîmyewî ye. Piştî sala 2000’î, 188 welatan ev Peymana Çekên Kîmyewî îmze kir. Li gorî peymanê sozên dewletan hene ku ev çekên kîmyewî qet neyê bikaranîn û yên heyî jî ji holê bên rakirin. Ev, ne peymaneke ku bi Neteweyên Yekbûyî re hatiye îmzekirin. Çend dewlet li hev civiyan û ev peyman îmze kirin."
 
‘TIRKIYE BI AWAYEKÎ EŞKERE PEYMANÊ BINPÊ DIKE’
 
Balsak bal kişand ku Tirkiye alîgirê Peymana Çekên Kîmyewî ye û wiha got: “Tirkiye, ji wan welatan e ku Peymana Çekên Kîmyewî îmze kiriye û li gorî hiqûqa xwe ya navxweyî bi cih kiriye. Niha mirov dikare bibêje ku ev yek binpêkirina eşkere ya Peymana Çekên Kîmyewî ye. Li gorî vê Peymana Çekên Kîmyewî, bikaranîna gaza jehrî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Hem di aliyê sivîl, hem jî di aliyê leşkerî de ev peyman, bikaranîn û çêkirina çekên kîmyewî qedexe dike. Di dîmen û daxuyaniyan de ku ji duh ve hatine belavkirin nîşaneyên cidî hene ku ev çekên kîmyewî li herêmên operasyonan hatine bikaranîn. Beriya van nîşanan, em dikarin bibêjin ku di pêkhateya siyasî ya niha ya Tirkiyeyê de, daxuyaniyên wezîrên ku endamên hikûmetê bûn, piştgirî didin van tespîtan. Hûlûsî Akar di 16'ê Sibata 2021'ê de li Meclisê daxuyanî da û diyar kir ku di operasyonan de gaza îsotê bi kar anîne. Ev gotin bi rastî jî bi awayekî vê yekê piştrast dike û dema ku em bi nêrîna wezîrên fermî lê dinêrin ev yek jî nîşan dide ku hatiye qebûlkirin.
 
HEYETÊN BIYANÎ YÊN ÇÛN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
 
Balsak bibîr xist ku piştî vê daxuyaniyê, li ser banga Swîsre û Almanyayê şandeyek hatiye amadekirin û wiha got: “Ji ber ku îdiayên pir giran li ser bikaranîna çekên kîmyewî li wir hebûn. Ev heyet ji Swîsre û Almanyayê pêk dihat, lê heyeteke ji rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê jî di nav de bû. Vê heyetê li dijî îdiaya ku operasyon hatiye kirin û çekên kîmyewî hatine bikaranîn xwest lêkolînê bike. Lê destûr nedan ku wekî heyet bikevin qadê. Rapora ku amade kiribûn bi raya giştî re hat parvekirin. Gotin, ‘Em çûn û me xwest li wir lêkolînê bikin, lê destûr nedan me. Me delîlên madî yên rasterast bi dest nexistin, lê maskeyên gazê û çend madeyên kîmyewî hatin dîtin. Her çend ev yek wekî delîlên maddî yên rasterast nehatibe pejirandin jî, lê di rastiyê de nirxandinek wî heye ku dibe ku çekên kîmyewî bi awayekî neyekser hatibin bikaranîn. Ji wî alî ve, her çend ev tespît ne yekser bin jî, ev yek jî nîşan dide ku rewşek heye ku hewce dike bi cidî li ser gumanan lêkolîn were kirin.’”
 
‘DI BE KU BIBE MIJARA DADGEHA SÛCAN A NAVDEWLETÎ
 
Balsak bi domdarî wiha got: “Di dîroka me ya nêz de, Peymana Qanûna Romayê ya li ser sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê wek rêziknameyan dikevin van kategoriyan heye. Helbet welatên weki DYE, Îsraîl û Tirkiye ne aliyên vê peymanê ne. DYE ku pêşengiya vê yekê kiriye, hêzeke hegemonîk e, lê her çi qas yek ji damezrînerên vê peymanê be jî, lê ev peyman îmze nekiriye. Li gorî peymanê rêziknameyek heye ku hin xalên dibin cihê rewşên sûcê şer, sûcê lı hemberi mirovahiyê û sûcên qirkirinê tê de hene. Dadgeha Sûcan a Navdewletî, di rewşa binpêkirina van sûcan de, mekanîzmaya lêkolînkirinê ye. Dadgeheke ku li ser pêkanîna van sûcan xwedî hiqûq e. Rêbaza darizandinê li vir nayê wê wateyê ku dê dewletên neendam neyên darizandin. Ji ber ku Encumena Ewlekariyê pêşbînî kiriye ku dewleteke endam û neendam jî dikare were dadgehkirin. Ji ber vê yekê dibe ku ev mekanîzma di nava vê sîstemê de were lêkolînkirin, dadgehkirin û bibe mijara dadgeha ceza ya navneteweyî.”
 
‘JI BO TEVAHÎ MIROVAHIYÊ TEHDÎD E’
 
Balsak di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Helbet li vir bêdengiya raya giştî ya navneteweyî heye. Mixabin mirov dikare bibêje ku di hemû sûcên navneteweyî yên ji aliyê hin dewletên hegomon ve tên kirin de heman xemsarî û bêdengî heye. Ji ber ku hemû dewlet ku di rastiyê de parçeyek ji pergala navneteweyî ne. Lê belê, ev jî ji hêla hin komîteyên Neteweyên Yekbûyî ve tên lêkolînkirin. Ji xeynî Neteweyên Yekbûyî, beriya niha komîteyek der barê pêkanîna Peymana Çekên Kîmyewî de hatibû avakirin. Raporên wê komîteyê jî di vê wateyê de girîng in. Helbet aktîfkirina van mekanîzmayên navneteweyî û raberkirina wan ji bo zanîna raya giştî ya navneteweyî pir girîng e. Gelek caran divê ev yek bi awayekî serbixwe bê lêkolînkirin. Di vî warî de girîng e raya giştî ya navneteweyî, li ber nêrînên heyetan vekirîbe. Girîng e ku di vê xalê de zext bên kırın û bang li saziyên hiqûqa navneteweyî bêz kirin. Lê diyar dike ku ne lêkolînkkirina li ser îdiayên hetanî niha hatine rojevê û ne jî destûrnedayîna hinek çavderiyên navendî yên serbixwe. Her wiha çendî bi peymanan cezakirina bikaranîna çekên kîmyewî hatibe astengkirin jî, lê em nikarin behsa mueyîdeyan bikin.”
 
Balsak di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bikaranîna çekên kîmyewî, ji bo tevahiya mirovahiyê tehdîdek e. Ji bo ev bûyer neyên dubarekirin pêwîst e lêkolîn û tespîtên pergalên navteweyî û mekanîzmayên wan werin ferzkirin. Heke ev tespît û lêkolîn neyên kirin, ev gotin dê her tim hebin û dibe ku wek îdia jî bimînin. Lê, li gel van dîtinan, bi awayekî neyekser be jî, ev agahî dê rastiyê bidin ber çavan. Ji ber ku ev kiryar sûc in û binpêkirina mafên mirovan in.”
 

Sernavên din

02/11/2022
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome
14:25 Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze
14:16 Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin
14:05 Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im
13:47 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo rojnamegerên girtî banga piştevaniyê kirin
13:46 Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin
13:26 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin
12:54 Malbatên girtiyan: Dijminatiyê li girtiyan dikin
12:38 Polîsan zerar da gora Bariştiran
12:35 Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin
12:09 Şahidiniya ‘Yildiz’ ê di gelek dozan de weke ‘şahidê nepen’ hate nîşandan hate betalkirin
11:30 Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin
11:20 Karayilan ji bo çekên kîmyewî bang kir
10:43 Dadgehê bi hinceta ‘girtîgeh tije ne’ daxwaza sewqkirinê ya Ancar red kir
10:36 Parvekirina muzîka kurdî bi 3 salan hate cezakirin
10:12 Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin
09:36 Şanoger Sadeghî: Tevî hemû pirsgirêk û zextan jî pêwîst e em dest ji armanca xwe bernedin
09:02 Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin
09:02 'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin'
09:02 Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê
09:01 Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide
09:01 Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN
01/11/2022
22:39 Mafparêzên li Îzmîrê: Demildest Fîncanciyê berdin!
21:21 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê navenda Şengalê bombebaran kir
20:20 Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model
19:54 Ji bo Zinarîn Cûdî ya bi çekên kîmyewî hat qetilkirin mewlûd hat dayîn
19:10 Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin
17:04 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî
17:04 Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
16:46 ‘Kobanê neket û dê nekeve’
16:41 Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin
16:41 Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn
16:18 ‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’
15:50 Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû
15:26 Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
15:19 Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin
14:46 Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Girtina rojnamevanan dê li Amedê were şermezarkirin
14:27 Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye
14:18 Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin