Buldan: Erdogan di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da

img
ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bertek nîşanî gotina Erdogan ku ji bo komkujiya li Bartinê digot; “Şukir ku hêj 24 saet bi ser re derbas nebûyîn me 41 şehîdên xwe derxistin” da û ev tişt anî ziman: “Belê rast e, hêj 24 saet derbas nebûbûn ku we zîhniyeta xwe ya rasteqîn nîşan da.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di Civîna Koma Meclisê ya heftane de rojevên heyî nirxand. Buldan, di serî de bal kişand ser karesata li Bartinê ku 41 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn û wiha got: “Êşa me bi rastî jî gelek mezin e. Xwedê rehma xwe li kesên jiyana xwe ji dest dayîn bike, ji bo malbatên wan sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazim. Ev karesat, teqez qeza nîne. Cînayete ku bi aşkerayî pêk hat.”
 
AKP-MHP’Ê WELÊT VEGUHERAND GORISTANA KARKERAN 
 
Bi domdarî Buldan diyar kir ku Bartin, berdewamiya Soma, Ermenek, Zonguldak, Elbistan, Sêrt û Şirnexê ye û ev tişt anî ziman: “Sedema van mirinan; polîtîkaya necezakirinê, nevenihêrtin, zexta hilberînê, çavbirçîtiya kar û negirtina tevdîran e. Em tevek şahidin bê ka zîhniyeta desthilatdariya AKP-MHP’ê ev welat çawa veguherand goristana karkeran. Tenê di nava salekê de 359 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje; ‘qeder e.’ Bi vî awayî jî hewl dide negirtina tevdîran û komkujiyê rewa bike. Ev ne qeder lê cînayet e. Di venihêrînên Dîwana Çavdêriya Darayî de tespîtên girîng dike û hişyarî dide. Lê kesekî guh nedayê. Anku dibêjin bila karker kêm bibin lê kar qet kêm nebe. Zîhniyeta AKP’ê ev e. Dema ku malbatan êşeke ewqas giran dikişand, Serokê Giştî yê AKP’ê digot; ‘şukir ku hêj bi ser re 24 saet derbas nebûn ku me 41 şehîdên xwe derxistin.’ Erê rast e, we di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da. Her ku diaxivin xwe têxin binê erdê. 
 
BILA SERMAYE WINDA BIKE LÊ ZAROKÊN ME NEMIRIN 
 
Weke HDP’ê em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin û em ê bi tu awayî destûrê nedin ku bi ser bê girtin. Hevjîna madenvanekî got; ‘bi ser vê bûyerê negirin ji ber ku cînayet e.’ Em jî soz didin ku dê Amasrayê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin û nehêlin bi ser doza wê bê girtin.  Weke HDP’ê em hêj ji destpêka bûyerê re çûn Bartinê û me bi karker û sendîkayan re hevdîtin kirin. Dê di demekî herî nêz de rapora xwe aşkera bikin. Ji bo ku sermayedar bêhtir qezenc bikin em ê nehêlin zarokên me bibin qurbanî. Bila sermaye winda bike lê zarokên me nemirin. Ji bo vê jî divê em piştevanî û birêxistiniya xwe xurtir bikin. Ev, erkekî dîrokî ye.
 
SEDEMA MIRINAN PERGALA RANT Û TALANÊ YE
 
Sedema xizanî, hejarî, mirin û bêdaletiya li welêt; pergala rant û talanê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Her devera vê pergala rantê diteqe. Êdî qirêjiya wan nema dikare bê nixûmandin. Raporên Dîwana Çavdêriya Darayî vê rizîbûnê baş radixe ber çavan. Ji bo kar û tenduristiya Bartinê çavkanî nayên veqetandin lê ji bo deverên din pir in. Ji bo ekîptmen û teçhîzatên ewlekariya kar ên Bartinê çavkanî tune ne lê ji bo lêçûnên Qesrê hene ku rojane 5 milyon TL pere xerc dikin. Ma em qala kîjan rizîbûnê bikin, qala kîjanê nekin. Li pêşiya me qesrek heye ku hemû çavkaniyên gel dadiqurtîne. Dê hevalên me di hevdîtinên bûdçeyê de van rizîbûnan yek bi yek derhî bikin û hesabê ji desthilatdariyê bipirsin. 
 
DI BÛDÇEYA 2023’YAN DE GEL TUNE YE 
 
Duh, teklîfa bûdçeya sala 2023’yan aşkera kirin. Di bin navê parastinê de ji polîtîkaya şer re 468,7 milyar TL’ hatin veqetandin. Anku li gorî sala 2022’yan ev rêjeye du qat hatiye zêdekirin. Ji bo lêçûnên faîzê jî 565,6 milyar lîre hatine veqetandin. Desthilatdariya ku dibêje li dijî faîzê ye, veguheriye lobiyeke faîzê. Di bûdçeya wan de lobiya faîzê heye, lobiya şer heye lê gel tune ye, kedkar tune ne, karker tune ne. Ev rewş wiha nadome. Em ê wan ji desthilatdariyê bixin. Ji bilî vê tu rêyeke din li ber me nîne. 
 
BINGEHA DEZENFORMASYONÊ DESTHILATDARÎ YE
 
Ji bo ku nelirêtî û hejariya gel neyê axaftin, niha jî ‘qanûna sansûrê’ derxistin. Lê dê ev polîtîkaya wan bi ser nekeve. Qanûna sansûrê, hewldana parastin û domandina desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Tekane bingeheke dezenformasyonê heye ku ew jî desthilatdarî bi xwe ye. Anku qesr e. Qaşo dê rê li ber nûçeyên derew bigirin ku di nava gel de aloziyê derdixîne. Ev yek derew e. Ji ber ku di metna qanûnê bi xwe de jî gelek derew hene. Ya ku rê li ber tirs, fikar û geromaliyê vedike, desthilatdarî bi xwe ye. Ditirsin ku rastî derkevin holê. Ji ber ku ew jî dizanin ku dê winda bikin. Ji bo ku nelirêtî û bertîlên wan beriya hilbijartinê neyên aşkerakirin, li gorî xwe hinek tevdîran digirin. Lê kîjan qanûnan derdixînin bila derxînin, dê nekarin pêşî li ber têkçûna xwe bigirin. Dê nekarin çapemeniya azad, gel û raya giştî ya demokratîk bêdeng bikin. 
 
JI BO PARASTINA KUJER DOZ REVANDIN
 
Tiştên ku hefteyek berê di danişîna Doza Denîz Poyraz de hatine jiyîn, rastiya vî welatî dîsa raxist ber çavan. Xaza îsotê kete eywana danişînê ku edaletê nekaribû bikevê. Hêzên ewlekariyê êrişî parêzer, malbat û beşdaran kir. Hêzên ewlekariyê li dijî birayê Denîz Poyraz tundî bi kar anî. Ji bo pêşîlêgirtina  xwedîderketinê jî doz revandin Şakranê. Israra wan a di bêhiqûqtiyê de bênavber didome. Em baş pê dizanin ku bi vê yekê xwestin peyamê bidin û bibêjin ku kujer û hêzên li pişt wî bihêz in. Kujer, xwest ku doza girtinê ya HDP’ê li dosyaya wî were zêdekirin. Bi vê yekê nîşan da bê ka hêza xwe ji ku digire û bi kê re hevkarî kiriye. Bi vê yekê li xwe mikûr hat ku bi tenê nîne. Weke me berê jî got, şirîk û xwediyên wî yên li Enqereyê hene. 
 
EM DESTÊ KU KOMPASÊ ÇÊDIKE JI ROBOSKÊ NAS DIKIN 
 
Kesên komkujiya Îzmîrê organîze kirin û yên doza kompasê ya girtinê HDP’ê vekirin heman hêz in. Tiliyeke vî destî li Îzmîrê Denîz qetil kir û tiliya din jî doza girtinê organîze kir. Em vî destî li Silêmaniyeyê ji qetilkirina rojnamegera kurd Nagihan Akarsel nas dikin. Em vî destî ji dîwarên li pêşiya daxwaza edaletê ya Emîne Şenyaşar hatin lêkirin nas dikin. Em vî destî ji komkujiyên Roboskê, Pirsûsê û Gara Enqereyê nas dikin. Em vî destî ji cînayetên kiryarnediyar ên salên 90’î, ji torosên spî û cînayetên siyasî nas dikin. Lê divê xwediyên vî destî baş bizanin ku bi milyonan kes hene ku bi tu awayî li hemberî we serî natewînin. 
 
TEKANE TIŞTA GUVEN KIRÎ PARASTINA AŞTIYÊ YE 
 
Duh, 11 sal û 7 meh cezayê tolhildanê dan Leyla Guven a hêja. Hinceta vê jî weke propaganda nîşan dan. Tekane tişta ku hevala me ya Leylayê kirî, parastina mafê siyaseta demokratîk û aştî ye. Heke li holê propagandayek hebe, ew jî propagandaya faşîzmê ye. Li dijî vê tifaqa li dijî me, hewceye em di têkoşîna edalet û heqîqetê de, di têkoşîna demokrasî, aştî û kedê de bibin yek. Divê em bi hev re têbikoşin. 
 
ME HÊVÎ HER TIM MEZIN KIR
 
Ji heft salî heta heftê salî, HDP bûye hêviya hemû kesî. Me serî li ber faşîzmê netewand û rê neda faşîzmê. Dê ji vir û şûnde jî nedin. Me her tim di siyaseta demokratîk de israr kir û ji xeta xwe ya diyalog û muzakereyan tawîz neda. Dê ji vir û şûnde jî nedin.  Me nehişt ku hêviya ji aştî û pêşerojê bê têkbirin. Me hewayê tirsê belav kir û cisaret û hêviya civakê hêj mezintir kir. 
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ
 
HDP’ê nîşan da ku kurd, tirk, elewî, ermen, suryan, laz, çerkes, roman û hemû nasname û baweriyên din dikarin bi awayeke wekhev û azad bi hev re bijîn. HDP, hêza demokrasiya hevpar a gelên Tirkiyeyê ye. Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê ku me li gel hêzên demokrasiyê ava kiribû, hêj berfirehtir û xurttir bikin. Nifteya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê, partiya me ye. Em xwedî îdia ne û bibiryar in. Bi meşa rêya sêyemîn re em ê bi saya hêza tifaq û gelê xwe Tirkiyeyê biguherînin û pirsgirêkan çareser bikin. 
 
Banga min ji bo hemû gelên me, bindest û kesên keda wan tê xwarin e, hûn bê alternatîf nînin. Werin em ji bo aştî, edalet, ked, wekhevî û jiyaneke azad yekitiya demokratîk a mezin ava bikin. Werin em bi hev re biguherînin, bi hev re bi ser kevin.”
 

Sernavên din

01/11/2022
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn