Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin

  • rojane
  • 14:35 7 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Saziyên ziman, çand, hûner û civakî yên Amedê bertek nîşanî “Mîhrîcana Çandê ya Rêya Sûrê” dan û gotin: "Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, meşrû nekin û xwedî helwest bin." 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (Med Der), Komaleya Ekolojiyê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Şanoya Bajêr a Amedê, Komaleya Jinê ya Çand, Huner û Wêjeyê (KASED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê (OHD), Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Komeleya Wêjekarên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî mîhrîcana bi navê “Mîhrîcana Çandê ya Riya Sûrê” ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrizmê ve tê lidarxistin dan.
 
‘MÎHRÎCANA ASÎMÎLASYONÎST Û QIRKER’
 
Saziyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku bi mîhrîcana tê lidarxistin qaşo dê “dîrok û çanda Amedê” bigihînin cîhanê, kesên ji xwe re dibêjin hunermend û kesên cuda dê tev li vê mîhrîcanê bibin û bernameyên “hunerî” li dar bixin û wiha gotin: “Li Amedê di navbera 8 û 16’ê cotmehê de di bin navê ‘Festîvala rêya çandê ya Sûrê’ de dê mîhrîcanek bê lidarxistin. Di serî de wekî sazî em diyar dikin ku tu eleqeya vê mîhrîcanê bi çandê re nîn e. Lewre bername ji serî heya dawî bi armanca asîmîlasyon û qirkirina çandî hatîye amadekirin. Ev tê wateya êrîşeke li ser çand, ziman, huner û dîroka gelê kurd û gelên qedîm ên ku li Surê, Amedê û herêmê dijîn.”
   
‘HÊJ BIRÎNÊN DIL Û MEJÎ NEKEWÎYANE’
 
Saziyan diyar kirin ku hişmendiya ku sedan sal e gelan înkar û qir dike Sûra qedîm a li gelek neteweyan re mazûvaniyê dike hilweşand û îro dixwaze bi navê ‘riya çandê’ qirkirinê kur bike û wiha pê de çû: “Sûra ku bîra hezaran salan a mirovahiyê ye, bi her kuçe û mekanên xwe pênaseya çand û reseniya gelan dike. Her kevir û avahiyeke li Sûr û Amedê xwedî nasnameyeke civakî û dîrokî ye. Ji bo qirkirin û înkarkirina hebûna gelê kurd û gelan hate rûxandin. Îro di bîra gelê kurd û gelên herêmê de ev zindî ye. Birînên ku di dil û mêjîyê civakê de hatine vekirin 'hêj nekewiyane', cenazeyên mirovan di bin kavilên dîrokî de derdikevin, hestiyên ku ji cenazeyan mane, di qutîyên nava torbeyan de tên dayîn.”
 
‘MÎHRÎCAN TÊ WATEYA ÊRIŞ Û BÊRÊZIYÊ’
 
Saziyan di berdewama daxuyaniyê de bi lêv kirin ku mîhrîcana tê kirin beriya her tiştî tê wateya êriş û bêrêziya li hemberî nirx û pîroziyên civaka kurd û ev tişt gotin: “Heman rengî li aliyekî dê konserên kurdî, lîstikên şanoya kurdî bên qedexekirin, ji bo asîmîlasyonê dê her tişt were kirin, li aliyê din jî dê li Amedê  ‘festîvala rêya çandê ya Sûrê’ bê lidarxistin. Ev durûtî ye!
 
XIZMETA FAŞÎZM Û QIRKIRINÊ DIKE 
 
Di bin navê ‘rêya çandê’ de festîvaleke bi vî rengî encax dikare xizmeta ji faşîzm û qirkirinê bike. Hunermend, kes û derdorên cuda bi kîjan navî û bi kîjan mabestê tev li vê festîvalê dibin bila bibin, ew tenê dikarin xizmetê ji faşîzmê re bikin, qirkirina çandî ya li ser gelê kurd û gelên herêmê meşrû dikin.
 
BANGA BALDARIYÊ
 
Wekî sazî em dibêjin ku parastina 'gelekê ku di nava pencên qirkirina çandî de' peywira her ferdê ku dibêje ez mirov im, xwedî wijdan im, welatparêz im û demokrat im e. Li ser vê esasê em bang dikin ku herkes li hemberî çand, ziman, huner û dîroka xwe baldar be; beşdarî bername û festîvalên bi vî rengî nebin, meşrû nekin û xwedî helwest bin. Em rê nedin van rûyên reş û rêyên tarî!”
 

Sernavên din

23/10/2022
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan
22:05 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
21:23 Malbatên Pirsûsê di meha 87'an a nobeda edaletê de li hev kom bûn
21:03 Tevgera Ciwanên Welatparêz êrişên kîmyewî şermezar kir
19:18 Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin
18:03 Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn
17:35 Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir
17:21 Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in
16:40 Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe
16:37 Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin
16:05 Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir
16:04 Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
15:39 Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
15:32 Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe
15:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin
15:07 Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin