'Cihê xwîna zarokên me lê rijiyaye ne cihê mîhrîcan û şahiyan e'

  • rojane
  • 09:42 6 Cotmeh 2022
  • |
AMED - Malbatên kesên di qedexeya derketina derve ya Sûrê de hatin qetilkirin bertek nîşanî "mîhrîcana" ku dê li Sûrê bê lidarxistin dan û wiha gotin: "Cihê ku xwîna zarokên me lê rijiyaye, ne cihê mîhrîcan û şahiyan e. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Bila gelê me beşdarî mîhrîcanê nebe." 
 
Di sala 2015’an de, di qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê de herî kem 80 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Hê jî hin malbat cenazeyên zarokên xwe yên li navçeyê hatine qetilkirin wernegirtine. Her wiha piştî gelek taxên navçeyê hatin serobinokirin û avahiyên dîrokî hatin hilweşandin, di nava xerabeyên avahiyan de gelek hestiyên mirovan hatibûn dîtin û xerabeyên bi kamyonan hatibûn veguhestin li baxçeyê Zanîngeha Dîcleyê yê li ber Çemê Dîcleyê hatibûn valakirin. Piştî xerakirina avahiyan ku serokwezîrê wê demê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû gotibû "dê Sûrê bikin Toledo", li navçeyê avahiyên dûrî mîmariya navçeyê hatibûn çêkirin ku ev avahî wekî "girtîgehê" tên binavkirin. Avahiyên hatine çêkirin gelek jê berî bên temamkirin hildiweşin. 
 
Li gel vê karesatê û hilweşandina bi destê dewletê, niha jî Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê hewl dide ku di navbera 8-16'ê Cotmehê de bi navê "Mîhrîcana Çandê ya Rêya Sûrê", "mîhrîcanekê" li dar dixe. Lê gelek kes û derdor li dijî vê mîhrîcanê ne. Malbatên kesên ku di dema qedexeyê de hatine qetilkirin bertek nîşanî mîhrîcanê dan. 
 
Malbata Rozerîn Çûkûr a 17 salî û Firat Çelîk ên li Sûrê hatin qetilkirin bertek nîşanî mîhrîcanê dan û wiha gotin: "Xwîna zarokên me li wir hatiye rijandin. Em qebûl nakin."
 
‘NAYÊ QEBÛLKIRIN'
 
Fahriye Çûkûr, dayika Rozerîn Çûkûrê got ku ew dayikeke êşbar e û ev tişt anîn zimên: "Li Sûrê zarokên me hatin qetilkirin. Dema dibêjin Amed, beriya her tiştî Sûr tê bîra mirov. Sûr, dilê Amedê ye. Tiştek jî li Sûrê nehiştin. Dibêjin em ê mîhrîcana çandê çêkin. Pêşî bila bêjin li Sûrê çi qewimî? Xwîna mirovan rijiya. Keça min Rozerîn biçûk bû, xwendekara pola dawiyê bû. 16 salî bû. Keça min ket Sûrê,  êdî ji Sûrê derneket û li wê derê hat qetilkirin. Gelek ciwan li wir hatin qetilkirin. Ma qey ew nayên bîra we ku hûn ê rabin li wir mîhrîcan çêkin û kêfê bikin. Teqez em vê mîhrîcanê naxwazîn.”
 
HESTIYÊN WÎ PIŞTÎ 7 SALAN DAN MALBATA WÎ
 
Çûkûr, bal kişand ser cenazeyê Hakan Arslan ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû û piştî 7 salan hestiyên wî di kîsikekî de radestî malbata wî hatibûn kirin û wiha domand: "Ji bo em cenazeyên zarokên xwe wergirin wê demê me dest bi çalakiya rûniştinê û çalakiya birçîbûne kir. Piştî kuştina zarokên me, bi 5- 6 mehan cenaze dan. Beriya çend rojan Azîz Arslan hestiyê kûre xwe Hakan Arslan, di hundirê kîsikekî de wergirt. Hêj jî li Sûrê cenaze hene.”
 
‘SÛRÊ TUNE KIRIN’
 
Dayik Çûkûr di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Devera ku zarokên me lê  mezin bûn û cihê lîstîkên wan, bû cihê qetilkirina zarokên me. Em dixwazin Sûr wisa bimîne. Mirov, dîrok, avahî û tew heywan jî tune kirin. Me êşeke pir mezin kişand. Berş her tiştî bila cenazeyên winda bên dîtin. Bila Sûr bê vekirin ku ev cenazeyên li wir bên derxistin. Îca dê piştî ev qas tiştî çawa li vir mîhrîcanê çêbikin? Em vî tiştî qebûl nakin.”
 
‘KUÇEYÊN SÛRÊ BI RONDIKÊN ÇAVÊN ME ŞIL BÛNE'
 
Dayik Fahriye Çûkûr ku çendî keça wê Rozerînê 7 sal ber hatibe qetilkirin jî, lê êş û azara wê hê jî wekî berê ye. Dayik Çûkûrê, bi taybetî gelê Amedê û bi giştî bang li her kesî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila tu kes tev li vê mîhrîcanê û kêfê nebe. Hê jî ez nikarim biçim Sûrê. Dilê min bi kul e. Êdî xwîn ji çavê min dibare. Kuçeyên Sûrê bi rondikên çavên me şil bûne. Ev rondik hê ziwa nebûne. Dê çawa rabin mîhrîcanê çêbikin û kêfê bikin? Divê gel vê qebûl neke. Sûr ne cihê şahiyan e. Ev ne exlaqî ye. Bila gelê me li çanda xwe, dîroka xwe û zimanê xwe xwedî derkeve. Avahiyên gel xera kirin û ew bêavahî hiştin û dixwaze van avahiyan bi trîlyonan bifiroşe. Ev nayê qebûlkirin." 
 
BANGAWAZÎ: TEV LI MÎHRÎCANÊ NEBIN
 
Bi domdarî Dayik Çûkûr wiha bang li amediyan kir: "Bila gelê Amedê li vî wêneyî binere. 7 sal in di hembêza min de ye. Her roj lê dinêrim û digirîm. Keça min dema li kuçeyên Sûrê dilîst hat qetilkirin. Çima ew hatin kuştin? Em di çopan de li cenazeyên zarokên xwe digeriyan. Bila gelê Amedê wan bîne ber çavên xwe û vî tiştî qebûl neke û tevlî vê mihrîcanê nebe."
 
'KEVIR LI SER KEVIR NEHIŞTIN'
 
Malbata Firat Çelîk jî ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû bertek nîşan da. Bav Vezîr Çelîk, anî ziman ku dema kûrê wî li Sûrê hewldane wî bînin û wiha qala bûyerê kir: "Lê polîsan bi copan êrişî me kir. Nêzî 100 rojan li wir ma û li wir jî şehid ket. Min cenazeyê lawe xwe girt, lê mixabin cenazeyên hin malbatan bi mehan nedan wan. Hêj jî cenaze hene. Cenaze birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Meletiyê. Bi zor û heft bela me cenazeyê xwe wergirt. Heya ez sax bim lawê xwe jibîr nakim.
 
Pêşî gundê me şewitandin, îro jî li Sûrê kevir li ser kevir nehiştin. Cenaze, di bin avahiyan de man. Îcar wê çawa rabin li vir mîhrîcanê çêbikin? Wekî ku li Sûrê tu tişt nebûbe, dixwazin wisa nîşan bidin. Lê her tişt li ber çavê dinyayê çêbû. Divê ev mîhrîcan çênebe. Berî her tiştî bila cenazeyan bidin. Ez tev li nabim û divê gelê Amedê jî tev li nebe." 
 
Bav Çelîk, piştî axaftina xwe li ser kurê xwe Firat zêmarek lewband. 
 
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

06/10/2022
10:30 Hatîp Dîcle: Divê YNK xwedî seknekî zelal be û rê li ber cînayetan bigire
10:20 Merengozê 30 salan: Ji ber zêdebûna mesrefan nikarim bixebitim
09:42 'Cihê xwîna zarokên me lê rijiyaye ne cihê mîhrîcan û şahiyan e'
09:02 AYM: Protestokirina Komkujiya 10'ê Cotmehê azadiya fikr û ramanê ye
09:02 Hevşaredar Fîdan: Li Şaredariya Silopiyayê qeyûmtiya fiîlî tê pêkanîn
09:01 Têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan sînor derbas kirine
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2022'YAN
05/10/2022
23:16 Piştî 30 salên li girtîgehê li bajarê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
21:30 Amedspor li hemberî Batman Petrolsporê 2-0 bi ser ket
20:48 Tirkiyeyê gundên Pêncwênê bombebaran kirin
19:04 MED-DER’ê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz kir
18:34 Xizmên girtiyan li Enqereyê ne: Çima tu tişt nayê kirin?
18:18 4 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:30 Polîsan darên li hemberî qereqolê birîn
17:12 Jin li dijî komployê meşiyan: Armanca komployê tunekirina destkeftiyên gelê kurd e
17:05 Nobeta Edaletê: Ji bo jiyaneke azad em bibin dengê girtiyan
16:56 Dê Botan li dijî komployê bimeşe
16:43 Jin ji bo Akarsel daketin qadan: Em ê bi ruhê Nagihanê têkoşînê mezintir bikin
16:27 PEN'a Kurd têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel daxuyanî da
16:04 Kovara Jineolojiyê: Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê ya Nagîhanê ye
15:52 Li Sêrtê panela 9’ê Cotmehê: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
15:37 Li Geverê ji bo meşa 9’ê Cotmehê bang hate kirin
15:29 Doza KCDP’ê: Malbatên jinên hatine qetilkirin weke şahid hatin guhdarîkirin
15:27 Li Parlamentoya Ewropayê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ porê xwe birî
15:08 Ozlu yê li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin
15:01 Êrişa li dijî avahiyê HDP’a Kanîreşê hate şermezarkirin
14:37 AYM’ê ji bo Guven biryara binpêkirinê da
14:36 Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê wê bi girseyî were şermezarkirin
14:10 Ji parlamenterê AKP’ê Arvas re ji ber nelirêtiyê fezleke hate amadekirin
14:00 Danişîna rojnameger Eser hate taloqkirin
13:40 Pûtîn, biryara tevlikirina 4 herêman a Rûsyayê îmze kir
13:36 Danişîna doza akademîsyen Sozerî hat taloqkirin
13:23 Taxên Geverê di dorpêçê de ne: 4 kes hatin binçavkirin
13:17 Daxwaza ji bo dadger û dozgerên ‘bi awayekî nehiqûqî’ delîl kom kirin nehat qebûlkirin
12:49 Cenazeyê endamê HPG’ê Arslan hat veşartin
12:46 Davûtoglû dest ji giliya xwe ya derbarê Demîrtaş de berda
12:25 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin ku tedawiya wan li derve bikin
12:10 Cihê avahiya şaredariyê dibistan tê çêkirin
12:08 Nûnera Taybet a NY’ê ya Iraqê: Divê tu cîran Iraqê weke milkê xwe nebînin
11:13 Malbata Şenyaşar: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc
10:57 Dê Komploya 9’ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê protestokirin
10:46 Kesên li Kadikoyê di protestoya Akarsel de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Li dijî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê êrişa çekdarî
10:33 Plarforma Yekitiya Jinên Kurd bang li hikûmeta Başûr kir: Kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin
10:16 Hakan Fîdan bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir
09:57 Hat îdiakirin li Amedê ciwanekî xwe kuştiye
09:28 Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir
09:06 Dadgeh: Sûcek tune, lê xetere ne!
09:05 Girtiya nexweş a 70 salî nayê berdan
09:03 Dersimî dê ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê mitîngê li dar bixin
09:02 Dadgehê îdia kir ku qedexeyên walîtiyê 'li gor hiqûqê' ne
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:21 Kesên di şermezarkirina Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/10/2022
23:49 Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:00 Kujerên Nagîhan Akarselê hatin zevtkirin
20:02 Mexmûrî bi meşeke girseyî qetilkirina Akarselê şermezar kirin
18:41 'Dê çanda berxwedanê ya Nagihanê bi ronakbîriya jinê bidome'
17:35 Êrişa li hemberî endamên SES'ê hat şermezarkirin
17:12 Doza ‘muxalefetê’ ya Sebahat Tûncel hate taloqkirin
17:02 Dê qetilkirina Akarsel li 51 bajaran bê protestokirin
16:58 Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye
16:56 ‘Bi tecrîdê re civak bênefes tê hiştin’
16:23 Li Silêmaniyeyê êrişa bi SÎHA’yan
16:22 Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da hevşaredar Dîken
16:22 Siyasetmedarên binçavkirî hatin berdan
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin